Skip Navigation LinksDestpêk » Kurdî » Kurd û Europa
SWÊD, 14/12 2004 – Ji bo kurdan pirsa Yekîtîya Ewropî (YE) ne pirseke nû ye. Niha ji ber ko Tirkîye, welatekî ko kurd tê de hene û perçeyê herî mezin yê Kurdistanê xistîye bin destê xwe, dixwaze bibe endamê wê û ji wan tarîxekê ji bo destpêkirina mizakereyan doz dike, em kurd li rewşê hişyar bûne. Hê taze dixwazin sîyasetekê li tevnê bixin.
SWÊD, 12/12 2004 – Kurd di danûstandinên Yekîtiya Ewropayê yên bi tirkan re ne faktorek in. Yekîtiya Ewropayê bi tirkan re mizakereyan dike, kurdan mixateb qebûl nake. Gelek xirab e mirov terefdariya siyaseteka ko mirov tê de ne faktor e bike. Çaxê xirab bikeve mirov şirîkê xirabiyê ye lê mirov ti caran ne şirîkê başî û serketinê ye.
SWÊD, 11/12 2004 — Bi dîtina min, ya baştir ew e ko Yekîtîya Ewrûpayê di civîna xwe ya 17ê heyva 12an de, ji bo destpêkirina danûstendinên endametîyê, bersiveke erênî bide Tirkîyeyê. Lê ev bersiva han pêwîst e ko bi hin şert û şirût û pîvanan ve bête girêdan ko ew jî divê ji pirsa demokrasîyeke rasteqîne û berfireh bêrîtî bin û divê mafên gelê kurd ên bingehî jî di çarçoveya demokrasîyê de bêne nasîn û bicîhkirin.
STOCKHOLM, 09/12 2004 — Ez dixwazim berî hertiştî ji bo karekî weha giring we pîroz bikim û bibêjim ko ”destê we xweş” be.
Bi hatina AKPyê re guhartinên ko di warê qanûnan de bi vê hêzê rûdan, gelek balkêş û maratonî bûn. Gelek ji tiştên ko rûdan li gel rakeşîya hindek ji wan guhartinan, nemaze yên di derbareyê kurdan û zimanê kurdî de pêngavên nû bûn.
STOCKHOLM, 08/12 2004 — Rapora ko di dema çûyî ya nêzîk de li ser Tirkîyeyê hat derxistin tawsiye dike ko YE prosesa mizakerekirinê bi Tirkîyeyê re dest pê bike. Bi baweriya min, biryara ko di 17ê meha 12an de bê dayîn wê li ser esasê vê raporê be. Wê riyeke mizakerekirinê li ber Tirkîyeyê vebe, çimkî rewşa herêmê, têkiliyên Tirkîyeyê û YEyê rê nadin wê yekê ko Ewropî dev ji mizakereyan berdin an ji bo demeke nediyar bi paş de xin.
DANîMARKA, 07/12 2004 — Serokên hikûmet û dewletên YEyê dê biryarekê bidin ko dikare bi erênî bête şirovekirin. Lê ev dê biryareke erênî ya bişert û dijwar be. Ji ber ko ev biryar divê di navbera venasîn û perûkirina kirinên hikûmeta Tirkîyeyê yên di pêvajoya reformê de balansekê peyda bike û siyasetmedar û rayên ewrûpayî yên giştî yên bişik misoger bike ko biryara dîyarkirina tarîxa destpêkirina danûstendinên endametîyê nayê mahneya wê ko Tirkîye otomatîk dikare bibe endam.
SWÊD, 06/12 2004 — Ji niha ve xûya ye, bê YE dê di civîna xwe ya 17ê heyva 12an de biryareke çawa bide. Li gora bîr û bawerîya min, ji bona detspêkirina danûstendinên endametîyê, bê ji welatên din çi tên xwestin, dive ji Tirkiyeyê jî ew bête xwestin. Divê Tirkîye berî hertiştî krîterên Kopenhagê yên ko YEyê bi xwe ew tesbît kirine, bi rastî bi cîh bîne û piştî wê biryara tarîxa destpêkirina danûstendinan dikare bête dayîn.
UPPSALA, 05/12 2004 — Weha xuya ye ko kurd bi xwe li ser pirsa Tirkîye û Yekîtîya Ewrûpayê, ne xwedîyên nerîneke hevbeş in. Hin ji me dibêjin ko endametîya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewrûpayê ji kurdan re baş e. Sedem jî ev tête nîşandan; ji bo ko tirk bêtir dibin kontrolê de bin û ji bo ko di heqê kurdan de tiştên ko ne li rê bêtir nebin.
DÎYARBEKİR, 04/12 2004 — Divê Tirkîye di zîrweya 17ê Çileya Pêşîn de tarîxa mizakereyan bistîne. Ev pêvajo dê li Tirkîyeyê mercên demokrasîyê xurt bike. Ez vê yekê ji ber van sedeman dibêjim; îroj YE bi 25 welatên endam û bi nifûsa xwe ya zêdeyî 400 milyonî, di cîhanê de rêxistina navneteweyî ya herî mezin û berfireh e. Tevî perspektîfên xwe yên heyî û pêywendîyên xwe yên berbiçav, ev rêxistin dê di hindurê 20 salên pêşîya me de, bi endametîyên dewletên ji Yûgoslavyaya kevin peyda bûne û bi endametîya Tirkîyeyê û hwd ve hemû qit´eya Ewrûpayê bide ber xwe. Ew bi rojeva xwe ya qanûna Ewrûpayê ya bingehî ve ber bi yekîtîyeke navdewletî ya herî xurt û rehberdayî ve dimeşe. Qanûna Ewrûpayê ya bingehî ko dê di sala pêşîya me de li dewletên neteweyî pêşkêşî referandûmê bibe jî nîşana vê yekê ye.
ALMANYA, 03/12 2004 — Rapora Yekîtîya Ewrûpayê ya Pêşketinê nîşan dide ko Tirkîye dê di 17ê Çileya Pêşîna 2004an de karibe tarîxeke mizakereyan bistîne. Heger bi derengî jî bixebite, pêvajoyeke hiqûqî û sîyasî heye û ev pêvajo li gora endametîya tam hatiye eyarkirin. Girankirina wê, heta rawestandina wê mimkun e, lê pir zor e ko bi temamî ji holê bête rakirin. Loma jî feyde tê de heye ko em hesabên xwe yên ji bo demeke dirêj li gora vê yekê bikin.
FRANSA, 02/12 2004 — Ez bawer dikim ko ji bo gelê kurd, biryara baştirîn ew e ko Yekîtiya Ewrûpayê tarîxekê ji bo destpêkirina gotûbêjên (mizakereyên) endametîyê dîyar bike. Nedana tarîxekê dê derîyê Yekîtîya Ewrûpayê li Tirkîyeyê bigire. Wê çaxê dê neteweperestîya tirkî gurrtir bibe, nermahîya siyasî ya du-sê salên dawîn, çend gavên ko ji bo demokratîzasyonê hatine avêtin rawestin, dînamîkên derve yên guherandinê biritimin. Ew ê xesara mezin bigihê kurdan û ne bi tenê kurdên Tirkîyeyê, lê yên Iraqê jî. Ji ber ko Tirkîyeyeke ko hesabê Ewrûpayê neke, dikare li dijî Kurdistana Iraqê bêtir êrîşkar û gefdar. Lê dayîna tarîxekê dê li Tirkiyê ji bo veguherînên siyasî, civakî û aborî derîyê hêvîyê veke. Ev pêvajo dê ji bo xebata siyasî ya gelê kurd jî bergehên nû veke, bi şertê ko kurd bikaribin bigihên hev, li ser daxwazîyan, bi alîkarîya hêzên demokratîk ên ewrûpî bixin rojeva pêvajoya endametîya Tirkîyeyê. Ev pêvajo dê ta endazeyeke giring rê li ber têkilbûna rejîma tirk ya nav karên Kurdistana Iraqê jî bigire.
SWÊD, 01/12 2004 — Heger pirs bi xwastina me çareser bibe, bê goman em dixwazin ko YE ji bo destpêkirina prosesa endametîya Tirkîyeyê, çareserkirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê bike şertê yekem û bingehîn. Lê mixabin bi xwezîyan siyaset nabe. Rastiyek li meydanê ye dibêje ko YE dê di civîna xwe ya 17.12.2004an de, bersiva Tirkîyeyê bi erênî bide.
STOCKHOLM, 30/11 2004 —Bê çawa biryara destpêkirina guftûgoyên bi Tirkîyeyê re ji bo nijadperestên tirk destkevtineke mezin bû, ew wiha jî ji bo miletê kurd şkestineke gewre bû. Bêyî ko tirk xwe bide ber tu sozan yan şertan, ewrûpî neçar kirin ko xwe ji pirsa neteweyî ya kurd ker û nebihîstî bikin û pê re li dora maseya ko lingên wê liser sînga kurdan in rûnên û bazara alîkarîya projeyên modernkirina Tirkîyeyê bikin. Vê yekê herwiha lewazî û belengazîya kurdan li ber ronahîya durûtîya ewrûpîyan eşkere kir.
DUHOK, 29/11 2004 — Ji xwe komîsyona Ewrûpayê, Tirkîye hêjayî hindê dîtiye ko gotûbêj li ser endametîya wê bike. Bi baweriya min baş e. Lewre serokê YEyê yê berê Romano Prodî dibêje: ”Her paşvemanek, têkdana qanûnê yan jî rêgirtina li ber pêşveçûna demokrasîyê û misogerkirina mafên mirovan, dikare bibe sedem ko gotûbêj otomatîk rawestin.”
SIDNEY, 28/11 2004 —Bi dîtina min, heger bersiva Yekîtîya Ewrûpayê (YE) ya di derbareyê destpêkirina guftûgoya li ser endamtîya Tirkîyeyê de “erê” be, ew ê li berjewendîya kurdan be. Heger li Tirkîyeyê hêvîya ko ev welatê ha, dê rojekê bibe endama YEyê ji holê rabe, hingê siberoja rewşa siyasî ya vî welatî dê têkeve nav mijê. Heta, heger bersiv “erê” be jî ta ko Tirkîye karibe şûna xwe di nav YEyê de bigire, hîn demeke bi qasî 10 salan divê. Di vê demê de, Enqere dê neçar bibe ko siyaseta xwe ya di derbareyê kurdan de nermtir bike û bêhtir mafan bide wan.
STOCKHOLM, 27/11 2004 —Di van demên dawîyê de, li ser Yekîtîya Ewrûpayê û Tirkîye minaqeşeyên cur bi cur çêdibin. Gelek kurd bi awayekî pir saf, piştgirîya dewleta Tirkîyeyê dikin ko têkeve YEyê. Bi dîtina min, ev helwêsteke pir şaş e û ne di berjewendîya kurdan de ye.
HAMBURG, 25/11 2004 – Nêrînên pisporên Yêkîtîya Ewrûpayê ew e ko Yekitîya Ewrûpayê dê ji bo dewleta Tirk, di 17ê heyva pêşîya me de biryara destpêkirina danûstandinên endametiyê bide.
ALMANYA, 25/11 2004 – Ez dixwazim bi pirsa ko ma divê ”YE tarîxa mizakereyan nede Komara Tirkîyeyê (KT) dest pê bikim. Helwêsta min a di vî warî de, ji dorhêlên kurdan yên siyasî û ji ya piranîya ronakbîrên kurd cudatir e. Wezîfeya kurdan ne ew e ko ji bo KT ji Ewrûpayê tarîxa mizakereyan daxwaz bikin an jî nekin. Lê wezîfeya wan divê ew be ko pirsa Kurdistanê têxin rojevê û daxwaza çareserkirina vê pirsê bikin. Divê krîtera kurdan ev be.
SWÊD, 24/11 2004 —Li gora bawerîya min, di şertên îroj de, divê ne alîkarîya endametîya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewrûpayê di rojeva kurdan de hebe û ne jî hevalbendîya di vî warî de. Ji bo ko kurd karibin di vê pêvajoyê de bibin xwedîsoz û xwedîgotin, divê li dijî van helwêstan bi tundî rawestin û xebata xwe xurttir û kûrtir bikin. Li gora min, ji bo vê yekê du sedemên esasî henin: Ya yekem ew e ko Ewrûpa û tirk hebûna neteweyê kurd qebûl nakin û li tu deverên resmî navê kurd û Kurdistanê derbas nabe. Ya duyem jî dagîrkirina Kurdistanê ya dubare ye. Yanî Kurdistan careke din tê ”dagîrkirin” û pergal li ber dagîrkirina Kurdistanê berfireh dibe û ji bilî dewleta tirk bîst û pênc dewletên din jî dê li ser qedera me kurdan bibe xwedîsoz û desthilatdar.
ALMANYA, 23/11 2004 — Berî bersivan, ez dixwazim balê bikşînim ser du-sê niqteyên giring. Di pirsa peywendiyên Tirkîyeyê û Yekîtiya Ewrûpayê de, di nav kurdan de nezelalîyek heye. Nerîn û argument gelek caran tevlihev dibin. Vêca mirov şaş dibe, carinan mirov nizane, bê em kurd çi dixwazin. Dostên kurdan jî gelek caran ecêbmayî dimînin.
STOCKHOLM, 22/11 2004 —Ez jî yek ji wan kesan im ko vê pirsê weke pirseke demokrasîyê dibînim. Ez weha bawer dikim ko ev pêvajo, yanî di 17ê Çileya Pêşîn de dana biryara destpêkirina mizakereyên li gel Tirkîyeyê, dê li Tirkîyeyê bi kêrî pêşdebirin û geşkirina pêvajoya demokrasîyê bê.
STOCKHOLM, 21/11 2004 — Ez dixwazim ko Yekîtîya Ewrûpayê di 17ê heyva 12an de, biryareke weha bide û herweha bi biryara xwe nîşan bide ko tirk nikarin wê bixapînin. Rêya vê yekê jî ew e Yekîtîya Ewrûpayê di civîna xwe de, ji tirkan re bibêje ko hûn niha nikarin bi me re dest bi mizakereyên endametîyê bikin. Ji ber ko ji bo Tirkîye karibe bibe endama YEyê, divê ew xwe bi temamî li gora prensîp û hêjayîyên YEyê biguharîne. Divê Tirkîye bizane û herweha YE vê yekê jê re eşkere bibêje ko Tirkîye dê bibe endama YEyê, ne ko YE dê bibe endama Tirkîyeyê.
STOCKHOLM, 20/11 2004 — Malûm e, em dixwazin Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa (YE), lê bi şertê ko pîvanên endametîyê bi cî bîne. Bi taybetî jî Şertên Kopenhagê. Ango sîstema xwe bike demokratîk û di vê çarçuvê da ji bo çareserîya pirsa Kurd jî gavan bavêje. Lê Tirkîyê bi salan ling da erdê û ev tişt ne kir. Ne di ware demokrasîyê da gavên mezin hatine avêtin ne jî ji bo naskirina heq û azadîyên Kurdan tiştekî berbiçav hate kirin. Guhartinên ko di qanûnan da hatine kirin jî berê tiştekî nagrin û di pratîkê da jî bi cî nayên, ango li ser kaxizê dimînin.
STOCKHOLM, 18/11 2004 — Ez hêvî dikim ko Konseya Wezîran ya YEyê di 17ê meha 12an de, ji nûnerên Komara Tirkîyeyê (KT) re bibêje ko “mixabin, ji 1999an heta îroj 4 sal wexta we hebû ko hûn pîvanên destpêkirina mizakereyên ji bo endametîya YEyê pêk bînin, lê rewş ne wisa ye. We hîn jî pîvanên Kopenhangê yên herî giring bi cîh neanîne. Loma jî em biryarê didin ko heger hûn heta 2 salan pîvanên Kopenhangê bi cîh bînin, em dê hinge karibin yekser dest bi mizakereyên endametiyê bikin”. Yanî divê ew kurt û kurmancî, ji Tirkîyeyê re bibêjin ” Berê pîvanên Kopenhagê bi cîh bînin û dû re werin mizakereyan!”