Skip Navigation LinksDestpêk » Info
Armanca me
»Kerkûk Kurdistan e« portaleka serbixwe ya nûçe û enformasyonê ye û armanca wê ew e ko bûyer û qewimînên li Kurdistanê û cihanê rûdidin bi perspektîveka xweser û kurdî rave bike.
Amacımız
Bağımsız bir haber ve enformasyon portalı olan “Kerkük Kürdistan’ın kalbidir” portalının hedefi Kürdistan ve dünyada meydana gelen olayları özgün bir perspektifle sunmaktır.
Rastnivîsandin
Di portala "Kerkûk Kurdistan e" de em van bingehên rastnivîsandinê bi kar tînin.
Kontakt
Heger ko te bivêt tu jî bibî yek ji peyamnêrên me, yan jî hinek caran ji me re binivîsînî, hingê kerem bike û nameyekê bo me binivîsîne û bibêje ka tu li kû dijî, kîjan zimanan dizanî û bi çi awayî dikarî hevkariya me bikî.
Lêgeriyan û arşîv
Di vê portalê de di her beşekê de 5 nûçe û nivîsarên herî dawiyê li herî jorê beşan û sernivîsên 20 tekstên dawiyê li milê rastê yên tekstan diyar dibin.
Font ji bo kurdiya bi alfabeya erebî
Em di portala "Kerkûk Kurdistan e" de ji bo kurdiya bi alfabeya erebî fontê Tahoma bi kar tînin. Tahoma fontekê sîstema Windowsê ye û ji ber hindê tekstên portalê me di hemî kompûterên PC de bêyî problem serast derdikevin.
::: Daxuyanî, 4/11 2002 :::
Sibe, 5-ê çiriya-paşiyê sala 2002-yê, portala kurdî ya nûçe û enformasyonê »Kerkûk Kurdistan e« dest bi weşana xwe dike.
::: Açıklama, 4/11 2002 :::
Yeni bir haber ve enformasyon portalı: “Kerkük Kürdistan’ın kalbidir” Yarın, 5 Kasım 2002 tarihinde Kürtçe haber ve enformasyon portalı “Kerkük Kürdista’ın kalbidir” yayın yaşamına başlıyor.
[Ravek] Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de
STOCKHOLM, 30/3 2005 — Hinek xwendevanên me carinan ji me re nameyan verêdikin û dipirsin ka çima em di portala Kerkûk Kurdistan e de gihaneka »ko«-yê bi »o«-yê dinivîsînin û ne bi »u«-ya kurt. Çend sebebên wê hene û ez dê li vê derê bi kurtî behsa hinekan bikim.