Skip Navigation Links
Info » Kurdî (latînî) : Rastnivîsandin
 
2002-10-28 11:02
Rastnivîsandin
KK-Edîtor
Di portala "Kerkûk Kurdistan e" de em van bingehên rastnivîsandinê bi kar tînin.


1. Sernivîsan, ji bilî navên xweser, bi hûrekan, herfên biçûk, binivîsîne.

Nimûne:
Serokwezîrê nû daxwaza karkeran qebûl nekir


2. Heta ji te bêt komekên (cumleyên) aktîv bi kar bîne.

Nimûneya rast:
Serokwezîrê Kurdistanê pêşniyar kir ko qanûneka nû di Parlamentoyê de derkeve.

Nimûneya xelet:
Ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşniyar kirin ko qanûneka nû di Parlamentoyê de bêt derxistin.


3. Di destpêka hemî nûçeyan de navê cih û tarîxê binivîsîne û paşê dest pê nivîsandina tekstê bike. Navê cihî bi girdekê, herfa mezin, binivîsîne.

Nimûne:
AMED, 22/10 2002 — Generalê emerîkî Tommmy Franks diyar kir ko "wan ti daxwaz ji Tirkiyeyê nekirine".


4. Heger te navê xwe nenivîsîbe, hingê van navan bi kar bîne:

Ji bo beşa nûçeyan: KK-Nûçe
Ji bo beşa kulturê: KK-Kultur
Ji bo beşa nivîsaran: KK-Nivîsar
Ji bo beşa hevpeyvînan: KK-Hevpeyvîn
Ji bo beşa belgeyan: KK-Belge
Ji bo beşa edîtor: KK-Edîtor

Û heger tekst bi zimanê tirkî, ingilîzî, yan erebî be, hingê wiha binivîsîne:

Tirkî:
KK-Haber, KK-Kültür, KK-Makale, KK-Röportaj, KK-Belge

Ingilîzî:
KK-News, KK-Culture, KK-Articles, KK-Interviews, KK-Documents


5. Gihaneka “ko”-yê bi “o”-yê binivîsîne. Di kurdiyê de ew tesîrê li maneyê dike.

kû = li kîjan derê (Ew li kû ye?)

ku = çawa, çi (Ez ku li te bikim? Yanî çi li te bikim? – Li ”Memozîna” Ehmedê Xanî binêre.)

ko = heger (Gava ko tu hatî avekê bo min bîne. – Li ”Hawara” Celadet Alî Bedir-Xanî binêre.)


6. Navên mehan bi hûrekê, herfa biçûk, binivîsîne.

Nimûne:
1) kanûna-paşiyê, 2) sibat, 3) adar, 4) nîsan, 5) gulan, 6) hezîran, 7) tîrmeh, 8) tebax, 9) îlon, 10) çiriya-pêşiyê, 11) çiriya-paşiyê, 12) kanûna-pêşiyê


7. Navên zimanan û miletan bi hûrekê, herfa biçûk, binivîsîne.

Nimûne:
kurdî, ingilîzî, fransî, erebî, farisî, tirkî
kurd, tirk, ereb, elman, emerîkî, swêdî, îranî


8. Hevenavên kesan bi hûrekê, herfa biçûk binivîsîne.

Nimûne:
serokwezîr, serokpolîs, wekîlê dadê, wekîlê bazirganiyê, miftî, tixtor, mihendis, mamhoste, profesor


9. Navên roj, meh û demsalan bi hûrekê, herfa biçûk, binivîsîne. Herwiha navên cejnan û rojên taybetî jî bi hûrekê binivîsîne.

Nimûne:
demsal: havîn, zivistan, pehîz, bihar

roj: şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în

heyv: kanûna-paşiyê, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmeh, tebax, îlon, çiriya-pêşiyê, çiriya-paşiyê, kanûna-pêşiyê

rojên taybetî: newroz, bîstûyekê adarê, yekê gulanê, roja dayikan, roja xwidêdanê, serê salê, şeva înê, şeva qendîlê


10. Niqteyê daneyne nêvbera kurtekên ko bi girdekan tên nivîsandin de. Mirov niqteyan danayne navbera wan.

Nimûne:
NY Neteweyên Yekbûyî
DYE Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê
PDK Partiya Demokrat ya Kurdistanê
YNK Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
YE Yekîtiya Ewropayê

11. Tewang: Navdêrên nêr hertim – li cihên ko pêwist be – bi parkîta "î" bitewîne.

Nimûne:
Ez Azadî dibînim.
Wî kevirî bide min.
Nanî bikire.

12. Bendik: Bendikê bêxe nêvbera jimarnav, tarîx û kurtekên ko parkîtên tewangê pê ve dibin.

Nimûne:
Ka jimara 56-ê bide min.
Tirkiye nikare bibe endama YE-yê.
Sala 1987-ê mala me çû Zaxoyê.

13. Tewanga jimarnavan: Jimarnavan hertim bi "ê" bitewîne - çi jimarnavên bingehî bin û çi jimarnavên rêzê bin. Herwiha jimarnavên salan jî bi "ê" bitewîne.

Nimûne:
Ka wê 45-ê bide min.
Cara 27-ê jî te nezanî ka ew çi ye.
Sala 2004-ê ne diyar e ka ez dê li kû bim.