|
|
| |
| 2009-11-21 18:23 |
| Kafes: 210 000 nûçeyên ”propagandeya reş” |
| KK-Haber |
| info@kerkuk-kurdistan.com |
|
DIYARBEKIR, 21/11 2009 — Li gor agahiyên nû hatine aşkerekirin, di navbera 2007-2008-ê de ordiya tirk 210 000 nûçeyên ”reş” daye weşandin. Di CD-yekê de agahiyên operasyona Kafes hatibûn veşartin. Ew CD ji zû ve ketibû destê mehkemeya Ergenekonê. Lê agahî şifrekirî bûn û wan nedikarî vekin. Agahî hatin deşifrekirin û operasyona Kafes hat aşkerekirin.
Li gor agahiyên di CD-ya li mala zabitê bi navê Levent Bektaş de hatiye girtin û deşifrekirin: Di 6 rojnameyên mezin yên Tirkiyeyê de 210 000 nûçeyên ”propagandeya reş” hatine weşandin, 54 afîş hatine amadekirin û 231 326 jimar hatine çêkirin, ji 3 cure broşur (agahiyên ji çend peran pêk tê) 3055, ji 5 cure salname 3502, ji 393 teqlît wêneyan 486 hatine amadekirin û weşandin. Bi tevahî 1 884 418 objekt hatine weşandin û belavkirin.
Ji berê ve têt zanîn ko medyaya tirkan medyayeke eskerî ye. Agahiyên di medyayê de tên weşandin ji aliyê hindek hêzên dewletê ve tên amadekirin û tevaya medyayê wan agahiyan bikartîne. Lê van salên dawî goman ketiye ser ”dewletê” û hêdî weke berê agahiyên hêzne yên dewletê didin wek fikra dewletê nayên qebûlkirin.
Li gor agahiyên di CD-ya hatiye girtin de, Kafes planeka mezin e. Ev operasyon li dijî AKP-ê û hêzên demokrasîxazên Tirkiyeyê hatiye amadekirin û xistine kar.
Li gor vê operasyonê 41 zabitên hêza behriye—di nav wan de amiral û generalên behriye hene—rêxistinek çêkirine û xwe amadekirine ko mirovên ne misilman; yên ermenî, rom, cihû bikujin û kuştina wan bixin stûyê kesên misilman, terefdarên AKP-ê û cemaeta Fethullah Gulenî.
Kafes operasyoneka kamil e. Her alî û beşên wê hatine amadekirin. Planê 4 ber hene: Amdekirin, Peydakirina tirsê, Avakirina raya giştî û Operasyon.
Di berê Amadekirinê dê navnîşanê şexs, dezgeh, mal û cihê karên kesên nemisilman bên tesbîtkirin.
Di berê avakirina tirsê de; li cihên mirovên nemisilman lê dijîn, bi taybetî li giravên Tirkiyeyê ko kesên nemisilman dijîn, nav û navnîşanên wan aşkere bikin, wan bi kuştinê tehdîd bikin, bimba biteqînin, li ser diwaran nivîsên tehdîtkar bidin nivîsandin, afîşên tehdîdkar bên amadekirin, bîra rojên berê, mîna 6-7 îlona 1955-ê, bînin bîra wan.
Di berê avakirina raya giştî de; nûçe û nivîsarên ko hikûmeta AKP-ê bêxem e û guh nade tehdîda li ser kesên nemisilman bên amadekirin. Nûçeyên wek AKP û misilmanan amadekiribe bên amadekirin û weşandin, malperên wek terefdarên AKP-ê be bên amadekirin û di wan malperan de propagande li dijî nemisilmanan bêt kirin, malperên li dijî AKP-ê bên amadekirin û şereke medyayî di navbera medyaya goya terefdara AKP-ê û ya li dijî wê bêt kirin.
Di berê operasyonê de; kesên meşhûrên mesîhî û cihû bên revandin, li bajarên weke Stenbol û Izmîrê ko kesên nemisilman lê dijîn teqîn bên kirin, dikan û cihên wan bên peqandin.
Vêca li gor agahiyên hatine aşkerekirin, plan ketiye kar û sê berên ewil hatine tetbîqkirin. Di van sê beran de; xeriteya etnîkî ya tirkiyeyê derxistne û, li kîjan wilayet, qeza û meheleyî çend kesên nemisilman dijîn hatiye tesbîtkirin. Zêdetêr ji 40 malperên Internetê hatine amdekirin û propagandeyeka du alî hatiye kirin. Bi kuştina keşeyekî li Trebzonê, kuştina misyonerên li Meletî, kuştina Hrant Dink û tehdîda li ser cemaetên nemisilman li Stenbol, Izmîr û chên dî tirs jî hatiye peydakirin.
Lê bi operasyonên li dijî Ergenkonê, planên van hêzan sekinîne yan jî hatine taloqkirin. Nekarine dewam bikin.
Ya rastî gelek ji planê hatiye bicihanîn û belkî ti caran plan weke hatiye plankirin dê neçe serî. Ji ber; pir mimkin e ko ya hatiye nivîsandin planeka îdeal be û armanca esasî ne ya hatiye nivîsandin be.
Her çenda plan wek li dijî nemislmanan hatibe behskirin û medyay tirkan jî temamî wisa qebûl bike jî, di heqîqeta xwe de hedef miletê kurd e.
Wek nimûne di nexşeya etnîkî ko dibêjin kesên nemisilman hatine tesbît kirin çend niqteyên balkêş hene.

Şirnex, Hekarî, Sêrt û Kilîs wek cihên “bêîmanan” bi rengê sor hatine nîşankirin. Li van herçar herêman hema bibêje kesên nemisilman tune ne. Ne dêreka filehan û ne jî cemaetetka filehan heye. Li Sêrtê û Hekarî bicarekê nînin. Li Şirnexê jî, berê çend gundên kildaniyan û li Hezexê jî hindek mesîhî hebûn lê niho bi carekê lê nemane. Her wisa li Kilîsê jî kesên nemisilman tune ne yan jî gelek kêm in. Lê wek nimûne li Mêrdînê fileh hene lê ewder wek ”biîman” hatiye îşaretkirin.
Wî çaxî ”bêîman” kî ne û bi çi mebestê ev herêm wek ”bêîman” hatine nîşankirin?
Dewleta tirk li ser înkar û tunekirina miletên dî hat avakirin. Piştî qira ermeniyan gelek zarokên ermeniyan li dibistanên eskerî hatin perwerde kirin û paşê hindek ji wan bûn general û zabitên bilind yên ordiya tirkan.
Têt îddiakirin ko Ergenekonê binegheke etnîkî heye. Wek nimûne Şamil Tayyar, ko pisporê Ergenekonê ye, dibêje piraniya kesên di Ergenekonê de berprisyar Kafkasî ne. Bi qasî heta niho aşkere bûye kesên sereke yên Ergenekonê binyat eremenî ne. Veli Kucuk, Ilhan Selçuk, Dogu Perinçek, Sevgi Erenerol, Levent Göktaş, Guler Komurcu, Muamer Karabulut û hwd…
Ergenekon wek rêxisteneka li dijî ermeniyan û paraztina tirkan dihat naskirin. Jixwe fikrên wan yên aşkere jî tirkîtî û paraztina tirkên cîhanî bû. Lê paşê diyar bû ko ev mesele hinde zelal nîne û projeyak dî di bin projeya aşkerede hatiye veşartin.
Ji aliyê kurdan ve tişta aşkere bûyî ew e ko Ergenekonê wek rêxistineka dijmina kurd kar kir. Pêwendiyên wê di gel PKK-ê jî li ser esasê dijminahiya kurdan û”kîna etnîkî” ye. Pêwist e mirov li ser ”demarê etnîkî” ko Ergenekon û PKK-ê digihîne hev hizir bike û hesab bike.
Ergenekonê bi propagandeya tirkîtiyê, kemalîzmê û bikaranîna îmkanên dewletê hemî sirrên dewletê fêm kir û nexşeya etnîkî ya Tirkiyeyê ji wan re zelal bûye.
Li gor îddiaya keseke dî ko ew jî tirkçî ye lê ji doza Ergenekonê nehatiye tawanbarkirin, Umit Ozdag, gundên li Kurdistanê yên dewleta tirk û apociyan lê qetlîam kirin gundên berê li dijî ermeniyan şidet bikaranîn e. Umit Ozdag dibêje ev îddiaya kesek ingilîz ko di konferanseka li Stenbolê çêbûye de gotî ye. Li gor vê îddiayê întiqama qetlîama ermeniyan ji kurdan hatiye girtin.
Operasyona Kafes wek dewamae operasyonên berê ko Ergenekonê amade dikir e. Kafes di adara 2009-ê de hatiye amadekirin, kesên berpirsyarên operasyonê wek şikliserên Ergenekonê hatine girtin û hindek ji wan ji eskeriyê hatine teqawîtkirin.
Vê rêxistênê gelek çek û teqemenî li cihên cida cida veşartibû û hindek ji wan hatine girtin. Wek nimûne li mintiqeyeka eskerî—xwediyê wî cihî reîsê beledyeya Stenbolê yê berê Bedrettin Dalan e û niho ne li Tirkiyeyê û ji doza Ergenekonê lê digerin— gelek çek û cebilxane hat girtin. Li gor agahiyên nû ew çek ji bo operasyona Kafes hatibûn veşartin.
Li gor agahiyên bi Kafes-ê aşkerebûne vê rêxistinê bimbe û teqemenî xistibûn gemiyeka eskerî ko wek mûze têt bikaranîn û wan dê gemî di wextek ”minasib” de teqandiban. Li gor wan wextê herî minasib jî wextê herî zêde zarok li mûzeyê bû.
Armanca vê rêxistinê amadekirina şertên înqilabeka eskerî yan jî dûrkirina AKP-ê ji îqtidarê ye. Egera kuştin û dijberiya nemisilmanan jî ew e ko xerbê û bi taybetî Emerîkayê bike dijmina AKP-ê û cemaeta Fethullah Gulenî.
Lê armanca esasî miletê kurd e. Ji ber egera dijminahiya AKP û cemaeta Fethullah Gulenî jî her meseleya kurd û Kurdistanê ye. Heger mesele meseleya sekularîzm, yan dînî bûya dê Ergenekonê dijminahiya Refah Partisi jî kiriba, dê dijminahiya grubên biçûk yên radîkal kiriba. Lê tê zanîn ko Ergenekon û El Qaîde, Ergenekon û Ensar El Îslamê hevkarî bi hevre kirine û bi hevre li dijî hêzên hevpeyman li Iraqê şer kirine.
Heta niho gelek behsa pêwendiyên PKK-ê û Ergenekonê hatiye kirin lê delîl û pêwendiya esasî nehatiye aşkerekirin. Ji ber pêwendiyên eskerî û apociyan weke pêwendiyên dewletê û apociyan e. Herçenda nerazîbûna hindek hêzên dewletê ji vî terzî —Dewlet-Ergenekon-PKK-ê— hebe jî hêj nexwestine mesele temamî aşkere bibe. Ya rastî hêj nexwestine PKK û apocî bên tesfîye kirin.
Bêgoman nûçeyên bitaybetî berê wan li kurdan ne di nav van 200 hezarên ”propagandeya reş” de ne. Dewlet bi taybetî li ser kurdan kar dike û medyaya tirkan jî nûçe û karên hedefa wan kurd in weke ”propgandeya reş” hesab nake. Ne tenê medyaya Aydin Doganî wisa nake, Taraf û Ahmet Altanê ko her roj nivîsên wî di sedan malperê kurd de tê weşandin jî wisa hesab nake.
Ahmet Altan û taxima wî ji aliyekê ve behsa demokrasî û kêmkirina tesîra eskerî dikin, lê çaxê dibe behsa kurdan, dibêjin bila kurd guh bidin Abdullah Ocalanî û gerek dewlet wî mixateb bigire. Demarê wî yê kemalîst misade nake ko kurd ji bin tesîra dewleta tirk û peyayê wê Abdullah Ocalanî derkeve.
Medyaya apociyan weke medyaya hêza taybet yan jî Ergenekonê kar dikir. Dogu Perincek, Yalcin Kucuk, Mihri Belli, Zana Niştiman û gelek kesên dî, di medyaya apociyan de berprisyar bûn. Wan bi wasiteya apociyan civata kurd manipule dikirin û îro jî dikin.
Îro jî ne diyar e ka kî medyaya apociyan bi rêve dibe. Nûçeyên bêbingeh, nîv derew û biarmanc ji merkezekê tên û hemî medyaya apociyan wan nûçe û agahiyan diweşîne û mejiyê xortên kurd bi propagandeya dewleta tirk û Ergenekonê dadigirin.
Heger wisa nebe gelo çawa bi milyonan kurd, dê bikevin pey keseke ko Mehkemeya Mafê Mirovan jî qerar daye ko ittirafçî ye û îxbara hevalên xwe kiriye? |
|
|
|
|
|
|