| |
| 2009-11-12 19:48 |
| Ergun Babahan: Nabêjim kor bibe, kor nebe da bibînî |
| KK-Haber |
| info@kerkuk-kurdistan.com |
|
DIYARBEKIR, 12/11 2009 — Nivîskarê rojnameya Star-ê Ergun Babahanî nivîsa xwe ya îro li ser minaqeşeyên pêr li meclisa Tirkiyeyê nivîsiye û dibêje maneya helwesta CHP-ê û axaftina berpirsyarên wê ew e ko dibêjin Sedamî çi aniye serê kurdan em jî wisa bikin. Babahan dibêje axaftina cihgirê serokê CHP-ê Onur Oymenî rûreşî ye.
Dehê vê mehê (10-11-2009) di meclisa Tirkiyeyê de minaqeşe li ser prosesa demokrasîzekerina Tikiyeyê û meselaya kurd hebû. Serokê AKP-ê û serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdoganî gotibû ko ew kar dikin ko nehêlin hêdî dayik bigirîn. Onur Oymenî jî di axaftina xwe de gotibû “Ma di isyana Şêx Seîdî de dayik negirin? Ma di isyana Dêrsimê de dayik negirîn?”
Qesda Onur Oymenî ew bû ko bi bahaneya “bila dayik negirîn” nabe hikûmet bi kurdan re li hev bike û gerek wek berê bi kuştin û qirkirinê “çareserî” peyda bibe. Ji xwe CHP (partiya Ataturk û Ismet Inonu ye) ji destpêka prosesê ve li dijî her gava pozîtîf e û piştgira Ergenekonê ye.
Axaftina Onur Oymenî wisa hat fêmkirin ko ew dibêje meseleya kurdan bi kuştin, îdamkirin û qirkirinê têt çareserkirin.
Qismeke mezin ji tagirên CHP-ê elewî ne û elewiyên Dêrsimê ne. Piraniya elewiyên li rojava û naverasta Tirkiyeyê dijîn jî elewiyên ji dorûberê Dêrsimê ne. Ew piştî qirkirina 1938-ê hatine nefîkirin.
Lewra jî axaftina Onur Oymenî bû egera nerazîbûna dezgeh û şexsiyetên elewî.
Ergun Babahanî nivîsara xwe ya îro li ser axaftina Onur Oymenî û helwesta CHP-ê nivisiye û bersiva pirsa Onur Oymenî wiha dide:
Oymen dibêje “Ma li Dêrsimê dayik negirîn?” Nexêr negirîn. Ji ber dayik nemabûn, dayik bi zarokên li ber singên wa ve hatibûn kuştin.
Ergun Babahan behsa bûyerên li Dêrsimê dike û dibêje wezîrê berê yê tirkan Ihsan Sabri Çaglayangilî di bîranîn xwe de nivîsiye ko “Dêrsimî wek mişkan xeneqandin gaz bikaranîn” û Muhsin Baturê—paşê bû general û serokê hêza hewayî ya tirkan—ko beşdarî di qirkirnê de kiriye, di bîranînê xwe de lêborînê ji xwendevanan dixaze û dibêje ew dê behsa bûyerên Dêrsimê neke.
Babahan dibêje, Onur Oymen dibêje; gerek mîna Dêrsimê bêt serê yên nebûne tirk, qîmetê tirkîtiyê nizanin û riayeta tirkan nakin. Em dê zimanê wan, dîn û kultura wan înkar bikin tune hesab bikin, wan tepeser bikin, heger isyan bikin em dê mîna Dêrsimê li wan jî bikin.
Ergun Babahan dibêje:
Çi bibêjim heger ji qûna te bêt biceribîne...
Yan jî * nabêjim te kor bibe, kor nebe da min bibînî...
* Hasan Huseyin Korkmazgil şaireke kurdê elewî ji Sêwasê ye.
me tehlayî şirînkir sirat (pira siratê) kir rê û em gihan vê rojê em bi çandinê şîn dibin bi hêranê pir dibin yek diçin hezar tên ma kuştina min rizgarî ye nabêjim kor bibe kor nebe da bibînî min |
|
|