| |
| 2009-03-26 03:56 |
| Li bakurê Kurdistanê bûyera herî giring ya salên dawî |
| KK-Nûçe |
| info@kerkuk-kurdistan.com |
|

HAK-PAR-ê Newroz li Agrî yê pîroz kir û bi hezaran kesan beşdarî di newrozê de kir. Ev bûyera herî giringa ya salên dawî li bakurê Kurdistanê ye. Ji ber cara ewil ji bilî apociyan rêxistineka kurd bi qelabalixeka hinde mezin Newrozê pîroz dike. Newroza Agrî di babetê xwe de ya ewil û destpêkê ye. Ew îfadeya şkestina tehekima apociyan ya li ser miletê kurd e.
Qelebalixa mezin tenê belkî ne îfadeya ko tiştên baş dibe ye. Lê di rewşa kurdên bakur de gelek giring e. Ji ber bi qelebalix û detseka kurdan daye apociyan kurd perîşan kirine. Lewra jî giring e ko yekemîn çeka apociyan, ko dikarin kurdan li dor xwe kom bikin, ji detsê wan derkeve.
Ji niho û pê ve bûyerên mîna Newroza Agrî dê pir bibin û zêde bibin. Dê siyaset li bakur jî bikeve rewşa xwe ya xwezayî û normal û kurd dê ji bo xwe, mafên xwe siyasetê bikin.
Bila Newroza Agrî li miletê kurd pîroz be. |
|
|