Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Berpirsyarê Ergenekonê yê ko general tekmîlê didinê apocî ye
 
2009-03-21 12:24
Berpirsyarê Ergenekonê yê ko general tekmîlê didinê apocî ye
KK-Nûçe
info@kerkuk-kurdistan.com
DIYARBEKIR, 21/3 2009 — Cihgirê serokê komeleya Kuvay-i Milliye Durmuş Ali Ozuglu di 16-yê temûza 1991 li meydana Beyazit-ê li Stenbolê di pêşandaneka PKK-ê de hatiye girtin. Di wê nimayişê de nimayişkeran bombayên molotofî avêtibûn û 34 kes hatibûn girtin. Di nav girtiyan de Durmuş Ali Ozuglu jî hebû, lê ew paşê hat berdan. Sala borî jî wêneyeke generalê tirk yê Alaya Şirnexê ko selama eskerî dide Durmuş Ali Ozoglu hat weşandin.

Li gor nûçeyên rojnameya tirkî Zaman-ê cihgirê komeleya Kuvay-i Milliye apocî ye û ew di 1991 de di nimayişeka apociyan de hatiye girtin.

Pêwendiyên PKK-ê digel Ergenekonê aşkere bûne û têt îddia kirin ko di îdianameya didoyê de gelek apociyên berê wek şahidên veşartî îfade dane û pêwendiyên PKK-ê û Ergenekonê aşkere kirine.

Tuncay Guneyî di îfadeyên xwe de behsa pêwendiyên PKK-ê û Ergenekonê kiribû gotibû abokatên Abdullah Ocalanî çaxê ew goya li Rûsyayê veşartî bû bi Veli Kucukî re ketine pêwendiyan û gotine ko Abdullah Ocalan dixaze vegere Tirkiyeyê.

Şofêrê Mahir Welat-ê berpirsyarê PKK-ê yê Rusyayê, di bîranînên xwe de dibêje çaxê Abdullah Ocalan li Rusyayê veşartî bû zabiteke tirk çûye Rusyayê û bi Abdullah Ocalanî re rûniştiye. Paşê hat îdiakirin ko zabitê çûye Rûsyayê Hasan Atilla Ugur-ê serokê îstixbarata cendirman ko niho ji doza Eregenkonê hatiye girtin bû.

Di belgeyên Ergenekonê de aşkere bû ko tirkan zabitên xwe rêkirine nav PKK-ê û heta li gor axaftina hindek ji girtî û şikliserên Ergenekonê mêrê Fatma Kurtulan-a parlamentera DTP-ê ya Wanê Salman Kurtulan Zabitê tirkan e. Herwisa pismameke Salman Kurtulanî, Huseyin Nazlikul, ko wextekê berpirsyarê PKK-ê yê pereyan yê Elmanyayê jî ji doza Ergenekonê hatiye girtin. Di belgeyên Ergenekonê de têt îdiakirin ko Tuncay Ozkan-ê girtiyê Ergenekonê televizyona xwe bi pereyên PKK-ê ko Huseyin Nazlikulî dane wî vekiriye.

Serokê Iraqê Celal Talebanî di derheqê konferansa ko behs têt kirin dê li Hewlêrê bibe got konferans dê daxazê ji PKK-ê bike ko çekên xwe dane. Heta heftiya borî jî Abdullah Ocalanî medhê serokê Tirkiyeyê Abdullah Gulî kiribû û gotibû “tişta bikeve ser min dê bikim”. Lê li gor nivîsên hevdîtinên vê heftiyê Abdullah Ocalan temamî tiştên berevajiyê yên berê dibêje û dibêje PKK çek nadane.

Helwesta Abdullah Ocalan û hindek berpirsyarên apociyan weke helwesta dewleta tirk yan hêzeka dewleta tirk têt hesab kirin. Ji ber serokê USAK-ê—Dezgeheke lêkolîn û analîzan e— Sedat Laçiner, dibêje berpirsyarên dewletê çûne Abdullah Ocalan dîtine. Laçiner dibêje “PKK-yeka kûr heye” û herçenda hindek berpirsyarên Ergenekonê hatine girtin jî, lê hêzeka wan ya xurt heye û ew naxazin PKK çek dane.

--------------------------------------------------------
Kesê cilên sivîl li ber cihgirê serokê komeleya Kuvay-i Milliye Durmuş Ali Ozuglu ye û yê esker jî komandarê tugaya Akcaya li Şirnexê Ferhat Ozge ye.