| |
| 2009-01-23 12:36 |
| Operasyonên Ergenekon-ê pêla 11-yê |
| KK-Nûçe |
| info@kerkuk-kurdistan.com |
|
DIYARBEKIR, 23/1 2009 — Duhî li Tirkiye û Kurditsanê nêzîkî 40 kesan bi şika endametiya Ergenekonê hatin desteser kirin. Vê carê zabitên ordiyê û polîs jî hatin desteser kirin. Piştî berdana sekreterê MGK-ê (Konseya Emniyeta Netewî) yê berê, Tuncer Kilinç û Kemal Yavuzê generalê ordiya 2-yê yê berê mirovan bawer dikir ko eskerî rê li hikûmetê girt û dê operasyon bisekinin. Lê bi pêla 11-yê aşkere bû ko ev wisa nîne.
Ergenekon nasekine û guruba hakim ya eskerî û hikûmeta Erdoganî mecbûr dibin ko operasyonan li Ergenekonê bikin, heger ne hakimiya wan dikeve xeterê.
Rewş li Tirkiyeyê gelek nazik bûye û hatiye niqteyekê hêdî hema bêje herkes qebûl dike ko dewleta tirk weke berê nikare bijî. Ji ber hindê jî herkesê xwedî taqet û îdia kar dike paşeroja dewletê li gor berjewendiyên xwe dîzayn bike.
Ergenekon rêxistineka dijminê kurd e û armanca wê ya esasî kurd in. Jixwe nakokiya binhgehîn ya di navbera Ergenekonê û hêzên dî yên dewletê de jî ev niqteye. Ergenekon dixaze PKK şerî bike da kurd terorîze bibin û negihên tu armancan.
Ergenekon temsîla hemî hêzên paşverû, çep û rast, dîndar û bêdîn, dike û naxaze kurd li Tirkiyeyê bibin xwedî heq. Niqteya mişterek ya hêzên paşve rû li ser li hev dikin jî kurd in. Jixwe heta ergenekon lawaz nebe û tesfiye nebe tirk û kurd li hev nakin.
Pêla yazdeyê ji hemî pêlên dî zêdetir tirs xiste dilê ergenekonciyan. Serokerkanên ordiya tirk yên berê Ismail Karadayi û Husseyin Kivrikoglu mecbûr bûn derkevin pêşberî medayayê û xwe ji Eregenkonê bişûn. Herdu generalan jî berê tenezil nedikir bi medyayê re baxivin.
Giringiya pêla 11-yê ew e ko operasyon nasekinin û dê dewam bikin
Di vê operasyonê de serokê sendîqeya karkeran METAL-ê Mustafa Ozbek jî hat girtin ko ew weke fînansoreke Ergenekonê hatibû binavkirin. Kurê Mustafa Ozbek-î di îdareya ART Avrasya TV de kar dike û şirîkî kanalê televizyonê ye. ART Avrasya weke dengê Ergenekonê têt naskirin û rojnamevanên nêzîkî Ergenekonê dibin mêvan û di programên wê de beşdariyê dikin.
Serokê VERSOS-ê (Dezgeheke lêkolînan e) Erhan Goksel, ko berê şêwirdariya Turgut Ozalî, Mesut Yilmazî û Tansu Çilerê kiriye, jî hat desteser kirin.
Serokê komeleya heqê mirovan ya Turkmeneli (Li gor Ergenekonê başûrê Kurdistanê Turkmeneli ye) Savaş Avci jî hatiye desteser kirin.
Ji bilî van kesan ji sendîqeya METAL-ê 5 kes dî hatine desteser kirin.
Li Şirnex, Sêrt, Elezîz, Wan, Igdir, Mereş, Tokat, Hatay, Antalya, Isparta, Enqere û Stenbolê polîs û zabitên eskerî hatine desteser kirin.
Li gor îdiayan Ergenekonê haziriya kuştina kesên wezîfedarên bilind dikir û du gurubên vî karî pêk bînin hatine desteser kirin.
Ergenekon di nav dewleta tirk de gelek xurt e û wisa xuya dike ko na sekine
Li Tirkiyeyê guhortin di nav dewletê di pêk tên û elîta dewletê îdare dike naxaze hakimiyeta xwe winda bike. Ji ber hindê jî kesên tên girtin kesên xwe xwediyê dewletê dizanin in. Gelek kesên hatine girtin, di xewna xwe de jî girtin nedîtibûn û bawer nedikirin ko tu kes dê bikare wan bigire.
Heta niho operasyonên li Ergenekonê hatine kirin, li hêzên eskerî yê wê hatine kirin, ko gelek ji kesên hatine girtin yan eskerên teqawît bûyî, yan jî polîs û berpirsyarên teqawît bûyî ne. Kesên weke berdevk û propgandîstên Ergenekonê hatine girtin lê şirket û fînansorên Ergenekonê nehatine girtin. Behs heye ko pêlên bê, dê berê xwe bide polîs, eskerên miwezif, şirket û fînansorên Ergenekonê.
Ji aliyê kurdan ve operasyonên Ergenekonê ne gelekî zelal in. Ji ber heta niho kiryarên Ergenekonê û dewleta tirk yên li Kurdistanê aşkere ne bûne. Yanî berê operasyonan li xerbê Tirkiyeyê ye. Lê mecbûr dibin hindek zabit û polîsên li Kurdistanê kar kirine jî digirin.
Karê Ergenekonê li Kurdistanê û pêwendiyên wê li Kurdistanê
Di îdianameya Ergenekonê de gelek behsa pêwendiyên Ergenekonê û PKK-ê têt kirin. Heta Tuncay Guneyî di xeberdaneka xwe de digot PKK nîne, hemî di kontrola Ergenekonê de ye. Tuncay Guneyî di îfadeya xwe ya polîsî ya di 2001 de behsa PKK-ê kiriye lê ew beşên îfadeya wî ne hatine weşandin. Bi qasî hatiye behskirin PKK û Ergenekon di nav hevde ye.
Wek nimûne çaxê Abdullah Ocalan li Rusyayê veşartî bû û çaxê zêdetir ji 60 kurdî xwe ji bo wî şewitandin, Hasan Atila Ugurê berpirsyarê istixbarata cendirmeyan diçe Rûsyayê û di gel Abdullah Ocalanî daxive. Abokatê Abdullah Ocalanî Dogan Erbaş bi zabitên hêza taybet ya tirkan û Dogu Perinçekî re dirûne û li ser teslîmbûna Abdullah Ocalanî daxivin.
Li gor îdiayên medyaya tirkan di operasyona 10-ê de li mal û cihên zabit û kesên hatine desteserkirin de destenivîsên berpirsyarên PKK-ê hene ko ew jî bûne endamên Ergenekonê.
Niqteyeka balkêş di Egenekonê de ew e ko têt îdiakirin ko hindek berpirsyarên Egenekonê yên bilind ermenî ne. Veli Kucuk, Dogu Perincek û Ilhan Selcuk ermenî ne. Ji bilî wan jî gelek kesên dî yên filehên ortodoks hene. Jixwe merkezaka civînên Ergenekonê, Dêra Ortodoksên Tirk li Stenbolê bû. Berdevka Dêrê Sevgi Erenerol ji doza Ergenekonê girtiye.
Berî demekê Tuncay Guneyî di kanaleka televizyonê (Kanal D) de got Dogu Perinçekî li ser navê Ergenekonê pêwendî bi yûnaniyan re daniye û kampa PKK-ê ya Lavriyone (PKK-ê kampeka eskerî li Lavriyonê hebû ko mirov lê perwerde dikir û weke merkezeka xebatê û pireya di navbera Ewropa û Beqaa kar dianî) bi însiyatîfa Ergenekonê li Yûnanistanê hatiye vekirin.
Dewleta tirk endama NATO-yê. Lê heta serokê MGK-ê yê berê aşkere dibêje gerek Tirkiye ji NATO-yê derkeve. Egera vê ew e ko di serî de Emerîka, lê Yekîtiya Ewropayê jî dixaze dewleta tirk bêt guhortin û dest ji înkara kurdan û miletên dî berde. Milet û hindeknetewe azad bin, dîn û mezheb azad bin. Hêzên paşverûyên tirk jî naxazin ev tişt pêk bên û ji ber hindê jî ji xerbê dûr ketin, dûr dikevin. Li mitefiqên nû digerin. Behsa Rûsya û Çînê dikin.
Ev jî îfadeya hindê ye ko dewleta tirk ji hev dikeve û hêzên herî sereke yên dewletê li hev nakin û krîz hatiye niqteya hêdî terefek yê dî tesfiye bike. Tişta dibe ev e. |
|
|