Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Prosesek nû
 
2008-12-28 14:15
Prosesek nû
Mewla Benavî
benavime@hotmail.com
Kurdan heq heye ji her gava dewleteka dagirkera Kurdistanê davêje şikê bike. Ne ji yên negatîf tenê, her wisa ji yên pozîtîf jî. Lê proseseka dewam dike heye ko gerek mirov hesabê wê jî bike. Medyaya tirkan û apocî nahêlin kurd prosesê fêm bikin. Lewra jî guhortinên li Tirkiyeyê dibin, xelet tên tefsîr kirin û xebateka mezin heye ko nehêle bêt fêmkirin. Li Tirkiyeyê guhortin dibin, dewlet têt guhortin, civat têt guhortin û hêzên paşverû naxazin guhortin bibin, naxazin wek guhortin bêt fêmkirin.

Bawer dikim têt qebûl kirin ko Tirkiyeya îro û ya pênc sal berê ne yek e, heta gelek kes dê bibêjin ya îsal û sala berê jî ne yek e. Lê mirov li ser encamên van guhortinan kêm hizir dikin. Mirov bi gotin dibêjin guhortin dê bibin, dibin lê çaxê behsa guhortineka konkret dibe, mirov ne dilxaze wê weke îşareteka guhortinê qebûl bike.

Murat Karayilan di axaftineka xwe de dibêje wan û tirkan di destpêka 2008-ê de teqrîben li hev kir û heta rê vekirin ko pêwendî di navbera wan û Abdullah Ocalanî de jî çêbe.

Hêza ko Murat Karayilan behsê dike çi hêz e? Îhtimal heye ko ew ne hêza îro li Tirkiyeyê hakim e.

Wî wextî rewş gelek tevilhev bû û ne diyar e ka kê operasyon li kê kir. Lê piştî operasyona Ergenekonê, siyaset li Tirkiyeyê zelaltir bû. Serokerkanê tirkan Ilker Başbug, ji yên beriya xwe zêdetir dikare li ser navê ordiyê baxive. Ev jî tişteka pozîtîf e, ji ber; bi kêmayî kurd û terefên dî dikarin bizanin helwesta tirkan çî ye.

Ji axaftian Murat Karayilanî diyar dibe ko ne tenê hêzek, belkî çend hêz di vê meseleyê de aktîf bûn. Her gurubekê dixwest li gor xwe tesîrê li prosesê bike. PKK, bi kêmayî, bi yek ji wan re ketiye nav pêwendiyan. Ji ber hindê jî PKK nikare bibêje ew li dijî prosesê ye. Nikare vê prosesê weke xiyanet û lihevkirineka li dijî kurdan hesab bike. Gerek PKK fêm bike ko monopola wê û dewleta tirk ya li ser kurdan nikare wek berê dewam bike.

Heger em behsa guhortinên li Tirkiyeyê bikin, jixwe du rê li ber tirkan hebûn. 1- Rêya aramî û lihevkirinê, 2- Rêya şer û bêistiqrariyê. Ne cîhan û ne jî herêm amade bû ko şereke weke şerxazên tirk dixwest çêbe. Lewra jî alternatîfa 1-ê bû ya aktuel û dewam dike.

Emerîka, Yekîtiya Ewropa, Kurdên başûr bi hemî terzî û Iraq jî fermî, destekê dide vê prosesê. Piraniya kurdan, terefdarên PKK-ê jî tê de, destekê—PKK fermî çi dibêje ne zelal e. Dixaze monopola wê dewam bike, dewlet bi wê re li hev bike. Lê ev tişteka ne beraqil e. Abdullah Ocalanî bi salan PKK bi hêzên dijminên kurdan, wek Ergenekon, JITEM, Ozel Kuvvetler û hwd.ve girêda û ew hêz li Tirkiyeyê şkestin. Yanî PKK-ê terefdariya hêzeka şkest xarî kiriye û gerek vê bizane—didin vê prosesê.

Prosesa ko behs têt kirin ji du parçeyan pêk têt. Normalkirina pêwendiyên başûrê Kurdistanê û dewleta tirk û destpêka pêydabûna aramiyê li bakurê Kurdistanê .

Ev herdu parçe bi hev ve girêdane û çareserkirina yekê bê ya dî ne mimkin e. Belkî hindek kurdên başûr hizir dikin ko pereyên petrolê zêde ne û ew dê Kuweyt û Dubaî li Kurdistanê ava bikin, li ser dolaran re razin û derdê kurdên dî nakişînin. Hindek kurdên bakur jî hizir dikin ko kurdên başûr bazarê bi tirkan re dikin û dê “kurdên bakur bifiroşin”. Ev herdu fikir jî ne rast in.

Başûrê Kurdistanê bêyî bakur nikare bijî. Her kesê piçekê bi stratejî hizir bike vê dizane. Jixwe nakokiya di navbera kurdên başûr û dewleta tirk de jî ev niqte bû. Heger trikan, zaniba başûr dê bibe Kuweyt û Dubaî, amade bûn başûrê Kurdistanê qebûl bikin û danin ser serê xwe. Heger mesele firotin bûya bikir pir bûn. Lê mesele ji wê mezintir e.

Xurtbûna bakurê Kurdistanê di berjewendiyê başûr de ye û heta ji wan re man û neman e. Ne kurdên başûr û ne jî hêzeka dî nikare bakur bifiroşe.

Problema kurdên bakur hebûna apociyan e. Dewletê û apociyan kurd felc kirine. Çaxê rewş bo kurdan herî baş e jî ditirsin, nikarin berjewendiyên xwe nas bikin û biparêzin. Kesên bûne berpirsyarên kurdên bakur, yan rewşê fêm nakin yan jî ne xêrxazên kurdan in û kurd li pey wan diçin.

[Wek nimûne; çaxê îdareya emerîkî bi hemî ezameta xwe ve, amade ye bi kurdên bakur re rûne û dostaniya wan bike, destekê bide wan, Sabahat Tuncela li ser navê kurdan ketiye parlamentoya tirkan, li Emerîkayê bi gurubeka çep ya biçûk û marjînal re dan û standin dikir.]

Rewşa niho ev e:
  • Başûrê Kurdistanê têknaçe.

  • Gerek başûrê Kurdistanê xwedan “rê” be.

  • ”Li ser Îranê re “rê” venabe. Cografî ne misaid e.

  • Sûriye têrê nake û ne “rêyeka” baş e.

  • ”Rêya rast” dikare li ser bakurê Kurdistanê, yanî Tirkiyeyê re vebe.


  • Li Tirkiyeyê hêz hene ko naxazin rê bo kurdan vebin. Gunay Aslanî di axftineka bi Odatv re kiriye de dibêje li Tirkiyeyê ”uluslaci” (kemalist) û apocî qebûl nakin Tirkiye û başûrê Kurdistanê li hev bên. Li gor hizra wî ev prosesa tesfiye kirina PKK-ê ye. Ulusalciyên Gunay Aslan behsê dike berdevkên xwe di medyaya tirkan de hene. Fikret Bila di nivisara xwe ya di 25-12-2008 de kar dike gomanê bixe ser axaftinê serokê Iraqê Celal Talebanî. Yanî dijberiya xwe li himber prosesê aşkere dike.

    Lê bi operasyona Ergenekonê û midaxeleya eskerî ya tirkan—Operasyonên bejayî û hewayî yên di destpêka 2008-ê, tirkan li başûrê Kurdistanê kirin— hêzên şerxazên tirk pûç bûn. Neko şkesteka eskerî ya mezin xarin, lê hat fêm kirin ko girtina Kerkûkê û şkênandina hakimiyeta Hewlêrê hêsanî nîne û belkî ne mimkin e jî.

    Operasyona li rêxistina Ergenekonê hat kirin wisa kir ko quwetên li dijî kurdan lawaz bûn, rêxistin ji hev ket. Ev jî bo egera hindê ko ”rê” bo kurdan bi terzek ji terzan vebe.

    Wextê em behsa vekirina rê dikin, du îhtimal hebûn, hene.

    • Pêwendiyên tirkan û kurdan xweş dibin û rê vedibe.

    • Tirkiye parçe dibe û rê vedibe.


    Wisa xuyaye ko hêzên xurt yên cîhanê, heger tirk wan mecbûr nekin, niho ne terefdarin ko Tirkiye parçe bibe. Ji ber hindê jî hesab li gor alternatîfa 1-ê tên kirin.

    Rewş ev e: Mesele ne meseleya hilbijartinan û xapandinê ye. Hêzên dewleta tirk îdare dikin, gihan wê qenaetê ko nikarin wek berê dewam bikin. Vebûna kanala televizyona bi zimanê kurdî parçeyek ji vê ye û gavên dî, wek vekirina beşên kurdî li universiteyên Tirkiyeyê, azadkirina weşana bi zimanê kurdî ji bo kanalên şexsî û hwd. jî dewam û parçeyên vê prosesê ne.

    Hêzên li dijî vê prosesê li nav dewleta tirk hene, di nav kurdan de hene û hindek cîran û aktorên herêmî jî li dijî vê prosesê ne. Lê emerîkî, ewropî, beşek ji dewleta tirk û kurd destekê didin vê prosesê û lewra jî dê dewam bike û ser bikeve.

    Kanûna pêşî 2008