Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Apociyan dê Tayyip Erdogan li ser daxaza Ergenekonê kuştiban
 
2008-01-28 10:59
Apociyan dê Tayyip Erdogan li ser daxaza Ergenekonê kuştiban
KK-Nûçe
DIYARBEKIR, 28/1 2008 — Operasyona li himber endamên Ergenekonê dewam dike û heroj agahiyên nû derdikevin ortê. Li gor nûçeyeka di rojnameya tirkan Hurriyetê de hatiye weşandin, Ergenekonê pêkanîna teqînekê di navbera merkeza hêzên hewayî û yên deryayî yên tirkan de û kuştina Tayyip Erdoganî dane TAK-ê (Teyrebazên Azadiya Kurdistan). Apociyan dê ev herdu kar li ser daxaza Ergenekonê kiriban û haziriyeka temamî bo van karan hatiye kirin.

Li gor nûçeya Hurriyetê, xêznexşeya kuştin û teqînan hatiye amadekirin û dokumentên plana, ji beriya bûyeran, demê bûyeran û piştî bûyeran hatine amadekirin. Ergenekonê dê 3-ê kesên ko pêwendiyên wan di gel TAK-ê hebûn ji bo kuştina Erdoganî bikaranîba.

Li gor agahiyên Hurriyetê xêznexşeya rêya çûyin û hatin û cihên Tayyip Erdogan lê dimîne, li Stenbol û Enqereyê, amade kirine û wisa xuya dike ko haziriyeka temamî û profesyonel ji bo kuştina Erdoganî kirine. Li gor agahiyên medyaya tirkan Ergenekonê, Dêra Ortodoksên Tirk (Li Stenbol Karakoyê ye) wek merkez bikaraniye û berdevka dêrê Sevgi Erenerol endameka giring ya rêxistinê ye û ew jî hatiye girtin.

Veli Kucuk, Kemal Kerinçsiz, serokê rêxistina Kuvayi Milliye Mehmet Fikri Karadag, Sami Hoştan (Arnavut Sami), Guler Komurcu—Guler komurcu sala borî çûbû başûrê Kurdistanê— û çend kesên dî yên zabitên teqawîtbûyî, zabitên muwezef li dêrê kom dibûn û qerar digirtin.

Li gor îdiayên medyaya tirkan ko çavakniyên wan dezgehên tirkanin, di 5 salên dawî de 50 milyon dolar bi wasiteya dêrê bo rêxistina Ergenekonê hatine rêkirin. Pere ji derveyî Tirkiyeyê wekî xêr û arîkarî bo dêrê hatine rêkirin. Lê pere pereyê Ergenekonê ye ko ji ticareta narkotîkayê hatiye qezenc kirin. Li gor îddiayeka dî Ergenekonê ew pere bi zorê ji kurdên ticareta narkotîkayê dikin standiye.

Misteşareke serokwezîra tirkan Tansu Çilerê di hevpeyvînekê de gotibû ko tirkan pêwistî bi dovîz û hişekepere hebû û wan 10 milyar dolar ji kurdan stand û xistên xezîneya dewletê. Yanî tirk şer, talan û qetla kurdan jî bi pereyên kurdan fînanse dikin. Helbet ne ew tenê kurdan weke tetîkçî jî kar tînin. Pêwendiyên apociyan û dezgehên herî pîs yên tirkan ko hêdî hêdî aşkere dibin îsbata vê ye.

Generalê teqawît bûyî Veli Kucuk qatilê kurdan e û her cihê ew pê ve diçû bi dehan û belkî sedan kurd dihatin kuştin. Wextekê serokatiya JITEM-ê (istixbarat cendirmeyan, Veli Kucuk dibêje ew muesisê JITEM-ê ye) kiriye. Çaxê ew komandarê alaya Izmitê bû gelek kurd bêsêrûşun winda bûn. Di wextê ew li Izmîtê bû; Behçet Canturk, Enis Karaduman, Hacı Karay, Savaş Buldan û gelek kesên dî hatin kuştin û cenazeyên wan li dorûberê Izmîtê hatin dîtin. Destê Veli Kucuk û taxima wî di kuştina wan de hebû û jixwe telefona Mahmut Yildirm (Yeşil) li ser navê Veli Kucukî qeyd kirî bû.

Lê heta niho Veli Kucuk îfade nedabû tu komisyonan û tenezil nedikir bersivê bide komisyona meclisa tirkan.

Li gor îdiayan, rêxistina Egenekonê haziriya înqilabeka eskerî dikir. Ergenekon û rêxistinên mîna wê dê ji niho heta 2009-ê bêistiqrariî; bi kuştin, teror û xirabkirina bingehên aborî, rê û rêbar, siyaset û dîplomasiyê peyda kiriban. Di 2009-ê de jî hêdî înqilab dibû tişteka misoger û înqilab dihat kirin.

Nivîskarê rojnameya tirkî Yeni Şafakê Fehmi Koru, ew jî yek ji hedefên Ergenekonê bû ko dê bihata kuştan, dibêje belkî lihevkirina di navbera emerîkî û tirkan de, ya di 5-ê çiriya paşî li Qesra Spî pêk hat, ne tenê li ser PKK-ê bû. Îhtimal heye ko terefan li ser tesfiyekirina Ergenekonê jî li hev kiribin.

Ergenekon çî ye?

Bêjeya Ergenekon ji dereweka tirkan pêk têt. Di heqîqeta xwe de efsaneyeka navê wê Ergenekon nîne. Lê weke piraniya tarîxa tirkan efsaneya Ergenekonê jî derewek e û piştî avabûna dewleta tirk ev efsane jî dizî ne. Efsane ya Çînê ye li tirkan li gor keyfa dilê xwe modifiye kirine. Goya tirk ji gurê çê bû ne. Efsane ne tenê bi terzekê, belkî bi çend terzan têt gotin û li gor tirkan gurek bi keça melîkekê re zewicî ye û tirk ji zewaca gur û keça melîkî peyda bûne. Paşê şer di navbera tirkan û qewmên dî de derketiye, tirk şkestîne û xwe li ciheke dûr li nava çiyayan veşartine. Ew cihê li çiyan xwe lê veşartîn Ergenekon e.

Her çawa be, Ergenekon bûye bingeheke avakirina tirkîtî û ”miletê” tirk. Di van salên dawî de diyar bû ko miletê tirk nîne û îhtimala çêkirina miletê tirk jî nemaye. Lewra gurubên tirkçî, ko piraniya wan mihacirên Balkanê (Arnavut, Boşnak, Pomak, Sirb û hwd.) ne di bin perdeya tirkçîtiyê de kar dikin ko hakimiyeta xwe bidomînin.

Armanca wan ya esasî paraztina hakimiyeta mihacirên Balkanê ye. Tirk û tirkîtiyê bi pênc peran nakirin lê hindek gurub hêj hesab dikin ko dikarin bi vî terzî hakimiyeta xwe bidomînin.

Rêxistina ko îro behs têt kirin navê xwe ji sembola tirkîtiyê digire. Li gor hindek îdiayan rêxistina Ergenekon rêxistina Gladyo ya Tirkiyeyê ye. Ev rêxistin piştî şerê didoyê hatiye avakirin. Piştî şer, yan jî destpêka salên 60-î, NATO û welatên xerbî qerar dan rêxistinên veşartî li hemî welatên NATO-yê û yên di bin sêwana NATO-yê de avabikin. Heger rojekê ji rojan komunîstan îqtidara van welatan girt jî ev rêxistinên veşartî dê bi teror, sabotaj û emeliyatên provaktîv bêîstiqrariyê peyda bikin û nehêlin hakimiyeta komunîstan dewam bike.

Ev rêxistin ji aliyê Emerîkayê ve dihatin fînanse kirin û perwerdekirina elemanên bilind yên rêxistinê jî di bin kontrola CIA-yê de pêk dihat.

Piştî têkçûna Sovyetê, rêxistina kontrgerîla yan gladyo li tevaya welatên NATO-yê hatin belavkirin. Lê tirkan rêxistina xwe belav nekirin. Ew xurt kirin, fireh kirin.

Vê rêxistinê endam li tevaya Tirkiyeyê hene û piraniya lîderên rêxistinê zabitên teqawît bûyî ne. Lê nivîskar abokat, tixtor, mihendis û ticarên endamên jî rêxistinê hene.

Rêxistina Ergenekonê temamî li himber miletê kurd têt bikaranîn. Rêxistina esasî ya kontgerîla Ozel Kuvvetler e û ew temamî li dijî kurdan hatiye mobîlîze kirin û tu behsê belavkirina wê nîne. Lê têt zanîn ko Ergenekon, yan jî Veli Kucuk û yên mîna wî ne kesên sereke ne. Lewra jî nivîskarên tirkan di şikê de ne ko dê ev girtin û pêketin here heta serî.

Lê çawa be jî deşîfrekirina Ergenekonê tişteka giring e û qatilên tirkan yên li cepheyê herî pêşiyê deşifre dibin û lawaz dibin.

Çima Ergenekonê deşîfre dikin?

Bêgoman krîza tirk û tirkîtiyê tesîrê li kontgerîla û Eegenekona tirkan jî dike. Hindek ji tirkan objektif hizir dikin û dizanin ji navbirina miletê kurd ne mimkin e û hindek jî, gurubên mîna Ergenekonê, bawer dikin ko dikarin kurdan bi şer, asîmlasyonê û hevkariya bi apociyan re têk bibin. Lê wisa xuyaye ko hingî diçe baskê şerxaz lawaz dibe. Ne tenê lawaz dibe kar û xebata wan dibe egera ko gurubên dî nikarin projeyên xwe rêve bibin.

Ergenekon û, gurub û kesên mîna wan hizir dikin ko dewleta tirk di rewşeka gelek xirab de ye. Li gor wan dewlet têk diçe û gerek bi hemî terzan kar ji bo paraztina dewletê bêt kirin. Lê hindek partî û hêz li ser navê dewletê dewletê lawaz dikin. AKP yek ji wan e û ya herî tehlike ye. Her wisa di nav eskerî de jî terfdarên AKP yan bi gotina wan xayîn hene û hemî rengê micadeleya li himber wan mubah e. Ji ber hindê jî Ergenekon ji bo bigihê armaca xwe ne tenê dijminan lê heger pêwist be dostan jî feda dike.

Wek nimûne bimbekirina rojnameya kemalîst Cunmhurriyetê, kuştina Necip Hablemitoglu—Hablemitoglu mamosteyê zankoyê bû, kemalisteke temam bû. Wextekê weke berpirsyarê PKK-ê hatibû girtin lê dîn dijminê kurdan bû— kuştina endamên Yargitayê karê Ergenekonê ye. Armanc ji kuştina van kesan ew bû ko van karan bixin stoyê ”îslamî” yan kurdan û xelkê dî li dijî wan mobîlîze bikin.

Mirov dikare bibêje ji pahîza 2007-ê û pê ve rewş li Tirkiyeyê hat guhortin û beşek mezin ji hêzên eskerî jî dest pê kirin ko bi terzeke dî berê xwe bidin problema kurd û Kurdistanê. Ev jî bû egera hindê ko nakokiya di navbera gurubên tirk de kûr bibe. Piştî tebaxa 2007-ê ko piwist bû Ergin Saygun teqawît bibe lê nebû û weke serokerkanê didoyê dewam kir, bû îşareta li hev kirina gurubên esasî yên eskerî. Hikumeta AKP-ê û eskerî jî li hev kir û gurubên paramîlîter yên mîna Ergenekonê ketin ber prosesa tesfiye kirin. Ji ber hindê jî mirov dikare texmîn bike ko kes û gurubên sereke dê neyên girtin ji ber wan li hev kiriye. Lê kesên bêîtaetiyê bikin dê tesfiye bibin û kesên gelek aşkere bûne dê bên feda kirin.

Mirov dikare bibêje kêşeya ”normalîzekirina” Tirkiyeyê dewam dike. Ziyareta Erdoganî ya çiriya paşî ya Emerîkayê ev proses xurt kir—Her çenda niho vesekini be jî dewam dike.

Bi deşifre kirina Ergenekonê dê hêzên şerxaz lawaz bibin lê hêj ne diyar e ka berê Tirkiyeyê temamî bi kûderê ve ye. Heger ti ”qezayên” mezin çênebin gurubên şerxaz dê lawaz bibin. Jixwe aşkereye ko bi tesfiyebûna apociyan re, gurubên paramîlîterên tirkan yên apociyan îdare dikin jî dê tesfiye bibin.