| |
| 2007-11-21 06:25 |
| Arîkariya îstixbaratê |
| Mewla Benavî |
| benavime@hotmail.com |
|
Piştî xircireka mezin tirk hatin li niqteyekê sekinîn. Hêdî li Tirkiyeyê jî behsa lihevhatinê têt kirin. Her çenda lihevhatina têt behskirin ne diyar be jî, gutûbêjeka li ser rewşa kurdan û tirkan têt kirin. Ev gotûbêj dê rê li peymanan veke yan ne ne diyar e. Lê çend niqteyên ko ji axaftinên berpirsyarên emerîkî, tirk û kurd aşkere bûyî hene. Mirov dikare behsa lawaziyên rewşê bike û ji niqteyên aşkere, helwesta terefan û bûyerên mihtemel texmîn bike ka çi dikare bibe.
Li gor têt gotin bingehê gotûbêjê; ”teklîfa tirkan”e ko têt îdiakirin çaxê wezîra derve ya Emerîkayê Condoleezza Rice di 2-yê çiriya paşî 2007-ê de çûbû Tirkiyeyê hatiye pêşkêşkirin. Li gor rojnamevanên tirkan, serokwezîrê tirkan Tayyip Erdoganî hingê teklîfek pêşkêşî îdareya emerîkî kiriye ye û ew teklîf bûye bingehê hevdîtina serokê Emerîkayê George Bush û serokwezîrê tirkan Tayyip Erdoganî. Bi îhtimaleka mezin berpirsyarên kurdên başûr, serokê Iraqê û hikûmeta Iraqê jî hay ji ”teklîfa tirkan” heye. Bêgoman berpirsyarên Brîtanyayê, Elamnya, Frensa û Rusyayê jî bi terzekê yan yeke dî ji teklîfê haydar in.
Heger mirov navê teklîfê ”teklîfa tirkan” wisa bihêle jî, mirov dikare bibêje teklîfeka mişterek heye. Gelek terefan li ser kar kiriye lê hêj negihaye qonaxa bibe peyman.
Heta niho Tayyip Erdoganî di derbereyî hevdîtina xwe û ya serokê Emerîkayê George Bushî de tiştek aşkere nekiriye. Rojnamevanên tirkan zorê didine wî ko tiştekê aşkere bike lê ew tiştekê nabêje. Ji ber esker di hevdîtina Bush û Erdoganî de amade bûn, terefên şerxaz newêrin zêde dengê xwe derxînin. Tayyip Erdoganî duhî jî behsa du rêyan kir. Got tercîh di navbera teror û demokrasiyê de ye. Jixwe berê jî Erdoganî behsa siyasetkirina li parlamentoyê kiribû û hindek terefên siyasî yên tirkan ev weke daxaznameyekê bo PKK-ê şirove kiribûn.
Vêca heger em vegerin hevdîtina George Bush û Tayyip Erdoganî ko generalek tirk— Serokerkanê didoyê yê tirkan Ergin Saygun (wek serokê hêzên şerxazên tirk têt naskirin) jî di gel Tayyip Erdoganî çûbû Emerîkayê û di hevdîtinan de amade bû— niqteya herî giring ko serokê Emerîkayê behsê kir ”arîkariya îstîxbaratê” ye.
”Arîkariya îstîxbaratê” yan wek tirk behsê dikin ”arîkariya îstîxbaratê ya ji cih û micid” bi serê xwe tenê tiştekê îfade nake. Jixwe tirk bixwe têra xwe îstixbaratê kom dikin û hema bibêjê hayê wan ji tevaya tevgera PKK-ê çê dibe.
Wî wextî maneya ”îstîxbarata ji cih” çî ye û çima giring e?
Wateya ”îstîxbarata ji cih” ew e ko kurd û emerîkî nahêlin gerîlayên PKK-ê ji başûrê Kurdistanê derbazî bakur bibin. Heger derbaz bibin dê tirkan agahdar bikin û di cih de agahdar bikin. Yanî paraztina hidûdî ye.
Wesley Clark, generalê emerîkî yê teqawît bûyî ko berê serokatiya NATO-yê jî kiriye di nivîsara xwe ya di 16-ê çiriya paşî di Financial Times de wiha dibêje:
“He has secured a US promise to share intelligence and to co-operate in neutralising PKK elements in Iraq and preventing their movement across the border. He should open a dialogue with the KRG to formulate joint measures to prevent the PKK from striking Turkey from Iraqi territory.”
Wî (Tayyip Erdogan) sozeka saxlem ya îstixbaratê ji Emerîkayê girtiye û soza hevkariyê ji bû sekinanindina (neutralising) gerîlayên PKK li Iraqê û rêlêgirtina wan ko ji hidûdî derbaz bibin girtiye. Gerek ew dialogê bi KRG (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) re bike û lihevkirinek çêbe ko rê li PKK-ê bêt girtin ko ji Iraqê derbazî Tirkiyeyê nebin.”
“Derbazbûna ji hidûdî” meseleyek tevilhev e.
1- Tirk derbaz dibin. 2- Gerîlayên PKK derbaz dibin.
Vêca heger PKK derbaz nebe gerek tirk jî derbaz nebin. Lê beşeke xurt ji medyaya tirkan hêj bayê berdide bin çengên generalên şerxaz. ”Arîkariya îstixbaratê” wek arîkariya midaxele, yan operasyoneka li başûrê Kurdistanê şirove dikin. Di heqîqeta xwe de armanca ”arîkariya îstîxbaratê” ew e ko midaxele û operasyon nebe. Heger tirk vê ters fêm bikin û ters şirove bikin, ne arîkarî dibe û ne jî lihevhatin çê dibe.
Lihevkirineka li ser paraztina hidûdî dikare firsetê bide terefan ko li ser tiştên dî hizir bikin. Li nav tirkan, hêzên dixazin şer bisekine û liehvkirinek çêbe hene û yên naxazin livekirinek peyda bibe hene û ew jî kar dikin. Destên wan dirêjin û heta dirêjî nava PKK-ê dibin. Jixwe gerek mirov axaftina wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî ko gotibû ”ajanên tirkan di nav PKK-ê de hene” jî wisa fêm bike. Yanî gerek tirk zelamên xwe yên li nav PKK-ê û yên li ser navê PKK-ê li bakurê Kurdistanê şerî dikin—Piştî bûyera li Elkê (Beytuşebab) ko 12 kesên di tirimbilekê de hatibûn kuştin aşkere bû ko çekdarên dewleta tirk yên cilên kurdî diwergirin û bêyî eskerê nîzamî û bêyî koruyucuyan diçin operasyonan ew kuştibûn—jî bidin sekinandin. Heger wisa nebe şer nasekine.
Mirov dikare bibêje cîhan û herêm amade ye ko lihevhatinek çêbe. Kurd jî amade ne. Tenê tirk û belkî hindek hêzên çekdar ko partiyên wan yên siyasî hene, medyaya wan heye ne amade bû. Ew jî hêdî hêdî amade dibin. Lê lihevhatin heta kengê û piştî wê çi têt ne diyar e.
Di nivîsareka dî de ez dê behsa niqteyên ne diya û nazikiya rewşê bikim.
Çiriya paşî 2007 |
|
|