| |
| 2007-09-24 21:15 |
| Ilker Başbug: Tirkiye tenê, nikare kêşeyê li Iraqê bisekinîne, lê dikare dereng bêxe |
| KK-Nûçe |
|
|
DIYARBEKIR, 24/9 2007 — Generalê hêzên bejî yê tirkan, Ilker Başbugî, di axaftineka di vebûna dibistana herbê ya erdî de got rewşa li başûrê Kurdistanê qezençeka siyasî, hiqûqî eskerî û psîkolojîk gihandiye kurdan ko ticaran ne hatibû dîtin. Başbugî got ev rewş tesîrê li beşeke hevwelatiyên wan jî dike û dikare “modeleka aidiyetê” peyda bike. Başbugî got gerek emerîka bizane, dem demê kirinê ye, ne yê axaftinê ye.
Li gor nûçeyên medyaya tirkan, Ilker Başbugê serokê hêzên erdî yê tirkan di vebûna dibistana eskerî de axaft û behsa tehlikeyên li ser rejîma tirk kir. Başbugî got rejîm dibin êrîşên kurdan û misilmanên dîndar yên ko dixazin sekularîzmê hêdî hêdî pûç bikin de ye. Başbugî got siyaseta li ser esasê etnîkî derketiye pêş û ew hêz xurt bûne.
Ilker başbugî got gerek qerargirên siyasî û raya giştî li ser tehlikeyên ko bûyerên li Iraqê dibin hemfikir bin. Başbugî got:
“Belkî Tirkiye tenê bi serê xwe nekare guhortinên li Iraqê bisekinîne, lê dikare astengiyan jê re peyda bike û dikare wisa bike ko pêkanîna wan giranbiha bibe. Gerek Emerîka bizane ko çareyeka ko Tirkiye destekê nediyê nikare li Iraqê bijî û dewam bike.”
Ilker Başbugî di derbareyî başûrê Kurdistanê de wiha got:
“Rastiyeka dî ew e ko hebûna li bakurê Iraqê û bûyeran qezençeka siyasî, hiqûqî, eskerî û psîkolojîk ko ti caran ne hatibû dîtin daye kurdên li vê herêmê”.
Ilker Başbugî di axaftina xwe de behsa “tehlikeya” vê rewşê ya li bakurê Kurdistanê kir û wiha got:
“Wekî dî jî, gerek bêt zanîn ko ev rewş dikare tesîrê li beşeke hevwelatiyên me bike û bibe modeleka aidiyetê”.
Ilker Başbugî got gerek Emerîka bizane hêdî dem demê karkirina li himber PKK-ê ye û gerek cidiyeta problemê fêm bike.
Ilker Başbug serokê hêzên erdî yê tirkan e û dê ji îlona 2008-ê û pê ve bibe serokerkanê tirkan. Ilker Başbug û serokerkanê tirkan yê niho, Yaşar Buykanit, li himber gurubên dî yên eskerî bûn yek. Ev herdu general jî piştî serokerkanê tirkan yê berê Hilmi Ozkok bû serokerkan, di qedemeyên eskerî de bilind bûn.
Ilker Başbugî terzeke axaftin û îzahkirinê heye ko gelek caran mirov nizane mebesta wî çî ye, yan mirovî şaş dike. Wek nimûne di axaftina xwe de behsa” heqîqeta” başûrê Kurdistanê dike lê mirov nizane ka ew dibêje gerek tirk qebûl bikin yan ne.
Lê têt zanîn ko eskerên tirk dîplomasiyê baş dizanin û gelek bi dîplomatîk daxivin. Bê goman ev rewş generalên tirk ji eskeriyê dûr dike. Lê di şertên tirkan yên îro de normal e, jiber; ordiya tirkan ne tenê siyaseta daxilî dike, herwisa siyaseta derve jî rê ve dibe. Nakokî û şerê di navbera gurubên eskerî di wisa kiriye ko generalên herî bilind jî mecbûrin “dîplomasiyê” bikin. Heger ne, mirov dikare bibêje Ilker Başbugî — De ka ya dilê xwe kurt û kirmancî bibêje. |
|
|