Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Reşo Zîlan: Divê em ji bîr nekin ko bi endambûna Tirkîyeyê re, dê rewşa sîyasî û coxrafî ya Kurdistanê bête guhartin
 
2004-12-14 07:54
Reşo Zîlan: Divê em ji bîr nekin ko bi endambûna Tirkîyeyê re, dê rewşa sîyasî û coxrafî ya Kurdistanê bête guhartin
Reşo Zîlan
zilan@swipnet.se
SWÊD, 14/12 2004 – Ji bo kurdan pirsa Yekîtîya Ewropî (YE) ne pirseke nû ye. Niha ji ber ko Tirkîye, welatekî ko kurd tê de hene û perçeyê herî mezin yê Kurdistanê xistîye bin destê xwe, dixwaze bibe endamê wê û ji wan tarîxekê ji bo destpêkirina mizakereyan doz dike, em kurd li rewşê hişyar bûne. Hê taze dixwazin sîyasetekê li tevnê bixin.

Belê, pirsa YE di rastîyê de pirseke kevn e, rehên wê digihêjin hê destpêka salên 60î. Di serdemeke welê de ko tevgera kurdî, bi taybetî li bakurê welatê me, hê gelekî qels bû. Wek tevgereke neteweyî, xwedî rêxistineke xweser û serbixwe, xwe bernedabû nav hemû çîn û tofên civata kurdî. Tevgera heyî hem ji alîyê îdeolojîkî û hem jî ji alîyê rêxistinî ve bi xurtî ketibû bin tesîra tevgera çep ya Tirkîyeyê ya ko piranî ji alîyê mêjîyên kemalîst ve formek wergirtibû û dihat bi rêk xistin. Nihêrîna vê tevgerê ya li ser pirsa kurdî, nemaze wek pirsa neteweyekî parevekirî û bindest ko mînanî hemû gelên din yên cîhanê xwedîmaf bû ko çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike, nihêrîneke pir şovenîst bû. Ji mirovperwerîya di ruhê çepîtîyê de heyî, xesma ji ya marksîzmê, yekcar bi dûr bû. Tevî vê jî, ji ber ko çepîtîyê xwe li bîr û bawerîyên nûjen, modern û pêşverûtîyê digirt, alîgirê guhartinên şoreşgêrane û dijminê bîr û bawerîyên kevnare û paşverû bû, divîya tevgera kurdî jî cihê xwe bi otomatîkî di nav wê de bidîta.

Lê piştî demekê, ya rastî bi giştî bi xêra tevgera çekdar ya di bin serektîya rehmetî Mela Mistefa Barzanî de ko li başûrê Kurdistanê bejin dabû, kurdên Tirkîyeyê hêdî hêdî ji xeweke giran hişyar bûn. Bere bere hiş, bîr û bawerîyeke neteweyî li ba wan peyda bû. Bi sayeya wê, gotûbêjên têvel li ser pirsa rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê, rê û rêçên sîyasî yên tevgera kurdî li dar ketin. Kurdên welatperwer gihan wê bawerîyê ko divê kurd xwe di rêxistinên xwe yên xweser û serbixwe de bi rêk bixin û sîyaseteke neteweyî û bi giştî pêşverû bidin ber xwe. Lê sed mixabin ev pêşverûtîya han, gelek caran xwe ji nexweşîya çepîtîya tirkî ya ko wê jê îlham wergirtibû û di bin destê wê de hatibû perwerde kirin, bêrî nebû û xwe jê paqij nekiribû. Xurafe û çewtîyên wê bi xwe re anîbûn û berdabûn laşê tevgera kurdî ya nûbar û nûza. Loma jî gelek pirsên bi Tirkîyeyê û cîhanê ve girêdayî ji berçavika çepîtîya tirkî dihat dîtin û analîz kirin. Jê re rê û çare dihatin dîtin û pêşkêş kirin.

Tevgera çep ya Tirkîyeyê hingê bi giştî li dijî YE bû. Wê ew wek hêz û desthilateke sermayedarîyê, demûdezgeheke nû ya ji bo şikandina sîstema sosyalîst didît. Heçî tevgera kurdî bû, nedibû ko xwe ji enternasyonalîzmê dûr bixista, li dijî sîstema sosyalîst helwêst werbigirta û xiyanet lê bikira.

Bi wext re dinya hejîya, sîstema sosyalîst ji hev de ket, qiblegeha sîyasî nema. Yek ji wan hêzên mezin yê cîhanê ko Sovyet bû, ji nav çû. Parsenga sîyasî ya cîhanê ya ko bi destê herdu hêzên mezin saz dibû, ji ber valabûna tayekî mêzînê, hew li gor qaîdeya berê bû. Ji alîyekî din ve, heçî tevgera kurdî ya çekdar bû, li hemû parçeyên Kurdistanê derb û şikesteke bêeman xwar. Di nav kurdan de, li rexekî bêhêvîtî û li rexekî din jî bîr û bawerîya pûtepêdana xebata legal ya bi metodên demokratîk pêşde hat. Di konjunktûra sîyasî ya herêmê de guhartinên berbiçav bûn û wan hêvîyeke nû da tevgera kurdî.

Li milekî din, Tirkîye ko di kirên cûntaya generalan de fetisîbû, bi dirêjahîya 15 salan li Kurdistanê şerekî qirêj kiribû, rê li her cure mafên demokratîk û însanî girtibû, wisan ko êdî ew gihabû dereceya peqîneke civakî. Ji derdên bêderman re derman gerek bû, hem jî gelekî bi lez.

Vêca endamtîya di YE de yek ji van dermanan tê dîtin. Bi ya wan, ji xwe ji roja damezrandina komara Tirkîyeyê û bi vir de wan berê xwe ji mîrasa rojhilatî, ji mîrasa cîhana reş û tarî, veguhaztine. Berê xwe dane rojava, cîhana pêşdeçûyî, ronak û jîyana nûjen. Di gel vê jî, ji ber ko ew ”neteweyekî kevn, mezin û xwedî çendîn dewlet” in, nemaze ”nevîyên împaratorîyeke cîhanşûmûl” in, divê ew li gor mercên xwe, xwe bikin nav vê civata ewropîyan. Ne ko ewropî rûnin û li gor norm û nirxên xwe yên demokrasîyê lîsteyeke mercan amade bikin û bidin ber wan. Ji wan bixwazin ko ew rûmet û sîyanetê bi van norm û nirxan nîşan bidin û navmala xwe jî li gor wê bi rêk bixin. Ev daxwaz û kira han kûr û ji nîvê dil birîndarkirina vî neteweyî ye. Heçî ev e, ne hedê kesekî ye. Eger guhartin û ji nû ve pîl û pergal dana nava malê gerek be, hîç kesek ji wan çêtir nizane ko dê wê çawan û bi çi awayî pêk bînin. Heta çi dereceyê mafên mirovî layîqî hevwelatîyên xwe bibînin. Guhartinine nû bikin da ko demokrasîya xwe baştir û têkûztir bikin. Wê bigihînin deraxa ”muasir medenîyet”ê, medenîyeta hevdem. Ji xwe ew hê ji qal û belayê ve gihane wê bîr û bawerîyê ko hevwelatîyên xwe bikin hevparên van celeb maf, heq û hiqûqan. Ne ko ji ber daxwaza ewropîyan…

Heçî kurd in, hem kurdên li Kurdistana bakur û Anatolîyê û hem jî yên koçî deverên din yên Tirkîyeyê kirî, di vê prosesê de, ji ber tunebûna sîyaseteke neteweyî ya yekbûyî, li hember van galegotên tirkan man bê nav û deng. Hevbeşîya sereke ya di nav kurdan de ew e ko piranîyeke bêtar zêde, li gor hindek sondajan li derûdora ji % 95ên wan, terefdarê endambûna Tirkîyeyê ne. Ev meylekê gelekî eşkere destnîşan dike û bi zelalî radixe ber çavan. Beyanekê pêşkêşî mêjîyên sîyasî yên kurdan dike û helwêstekê bi wan dide zanîn.

Lê, ji vê sondajê nayête fêm kirin ko ka ji sedî çendê kurdan dixwazin Tirkîye hema wek dewletê xwastî, bê şert û merc bibe endamê YE. Ka ji sedî çendê kurdan dixwazin ko di warê pirsa neteweyî ya kurdan de hindek mercan bidin ber Tirkîyeyê û jê doz bikin ko divê ew wan bînin cîh.

Baş e, hela yên alîgirên dewletê, mirov dizane ko divê xwe bidin alîyê dewletê. Mîna dewletê gotî, hemû guhartin û tiştên pêdivî hatine kirin. Çu tiştek nehatiye paşguh kirin û hp… Lê, gelo yên ne alîgir xwedî helwêsteke çilo ne?

Mixabin ew di vî warî de wêneyeke tevlihev pêşkêşî me dikin. Hindek ji wan rizgarîyê di endamtîyê de dibînin. Dibêjin dê her tişt paşê sererast bibe, kurd ê bê teqereq mafên xwe yên çandî û neteweyî werbigirin, bibin wek ewropîyan. Hindek ji wan dibêjin çax û benga daxwaza mafê çarenûsê ye ko em wek neteweyekî doza welatê xwe bikin û hwd. Hela hindek jî tew dibêjin ne ev û ne jî ew, ya herî girîng aborîyeke baş, azadî û mafên takekesî ye…

Divê em ji bîr nekin ko bi endambûna Tirkîyeyê re, dê rewşa sîyasî û coxrafî ya Kurdistanê bête guhartin. Guhartineke mezin di dîroka me de biqewime. Perçeyê herî mezin yê welatê me dê ji destekî têkeve bin destên du serwerîyan, Tirkîye û YE. Tixûbên YE dê ji du hêlan ve bibe cînarên kurdên neewropî, ango kurdên rojhilat (Îran) û başûr (Îraq û Sûrîye). Ji nîvî bêtirê kurdan bibin hevwelatîyên YE. Berê xwe ji civateke çandinî, piranî misilman, rojhilatî û asyayî bidine civateke ewropî, civateke bi teknolojî û endustrîya bilind, piranî xiristîyan, xwedî norm û nirxên ji piranîya piranî re dereke. Gelo em kurd ji vê guhartinê re çendî hazir in? Û gelek pirsên din…

Bi ya min, berjewendîya me kurdan di endamtîya Tirkîyê ya YE de gelek e. Ji xwe, em bixwazin nexwazin, zû yan jî dereng, dê Tirkîye rojekê bibe endamê YE. Em kurd nikarin vê prosesê bidin rawestandin. Hêz û hawîrên ji me gelekî xurttir û jîrektir hene ko pal û pişt didine Tirkîyeyê da ko bibe endamê vê yekîtîyê. Li hember vê rastîyê divê hîngê em wek kurd bi hin mercan bibin terefdarê endamtîya Tirkîyeyê ya YE.

Mercê sereke ew e ko divê em Tirkîyeyê wek tirk dixwazin, qebûl nekin ko têkeve YE. Ji YE û Tirkîyeyê doza guhartinên radîkal yên sîyasî, civakî û aborî bikin. Razî nebin ko YE ji norm, nirx û krîterên xwe bêne xwarê. Tirkîye jî her li bilûra xwe ya şovenîzma mezin bixe.

Berî her tiştî divê li Tirkîyê serwerîya eşkere û veşartî ya leşkerî nemîne. Leşker divê vekişe qişlexaneyên xwe, wek leşkerên hemû welatên demokratîk, bi hejmareke pir hindik bi erka parastina welêt ve bilî bibe. Çu îmtîyaz û nehênîtî di kar û barê wê de nebe, her tiştên wê eşkere be. Bi awayekî misoger têkeve bin destê desthilata sivîl û organên wê yên kontrolê.

Divê Tirkîye li rabihurtîya xwe binihêre û ji bo pakkirina wijdana xwe ji gunehkarîyên li hember qirkirina kurdan û gelên din yên bira, yên wek êrmenî, asûrî, kildanî, suryanî, nastorî û hwd, bi dîroka xwe re têkeve muhakemeyekê. Xwe ji ber tawanên kirî bide ber efû û lêborîna wijdana giştî.

Divê Tirkîye bê fen û fût, bê liv û çiv dev ji şovenîzma kor berde û bi camêrane îhtirafê bi mafê gelê kurd yê neteweyî û çandî bike, li gor norm û nimûneyên li welatên din yên YE, di çarçoveya tixûbên Tirkîyeyê de, mafê xwe bi xwe birêvebirina kurdan bipejirîne. Vê di destûra bingehîn ya nû û bi rastî jî demokratîk de bide xuya kirin.

Ji xwe YE yekîtîyek e, yekîyeke federal û li ser hîmên wekhevîyê hatiye damezrandin. Tirkîye ko bixwaze têkeve nav vê yekîtîyê, divê qenc bizane ko hew dikare bervedêrîya wê `unîterî` (yekpareyî)tîya xwe ya vik û vala bike. Her gava ber bi yekîtîyê, gavek e ji bo dûrketina ji wê `unîterî`yê. YE dibe welatek û Tirkîyeya hîngê jî dibe herêmek, parwelatek ji wê.

Di rewşeke holê de divê kurd jî hîngê razîbûna xwe ya ji bo jîyaneke weha ya wekhev di gel gelên din yên bi taybetî li Tirkîyeyê û bi giştî jî li YE bidin xuya kirin. Rûmet û sîyanetê bi tixûbên nû yên welatê bira (Tirkîyeya hîngê) û birayê mezin (YE) nîşan bidin. Bizanibin ko bi rewşeke nû ya ji rewşa berê cudatir, xwedî statuyeke nû, dikevin nav yekîtîyeke nû ya federal.