Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Mewla Benavî: Heta hidûdên dewleta kurd diyar nebin nabe kurd xwe girê bidin
 
2004-12-12 00:25
Mewla Benavî: Heta hidûdên dewleta kurd diyar nebin nabe kurd xwe girê bidin
Mewla Benavî
benavime@hotmail.com
SWÊD, 12/12 2004 – Kurd di danûstandinên Yekîtiya Ewropayê yên bi tirkan re ne faktorek in. Yekîtiya Ewropayê bi tirkan re mizakereyan dike, kurdan mixateb qebûl nake. Gelek xirab e mirov terefdariya siyaseteka ko mirov tê de ne faktor e bike. Çaxê xirab bikeve mirov şirîkê xirabiyê ye lê mirov ti caran ne şirîkê başî û serketinê ye.

Yekîtiya Ewropayê berjewendiyên xwe esas digire. Argûmentên Yekîtiya Ewropayê yên qebûlkirina endametiya tirkan gelek lawaz in. Bawer nakim giringiyeka tirkan ya stratejîk bo Yekîtiya Ewropayê hebe. Lê belkî Elmanya û Frensa bixwazin bi Emerîkayê re bazarê bikin û endametiya tirkan jî mîna niqteyeka gelek bêqîmet, di wextek miweqet de, bêxin bazarê.

Yekîtiya Ewropayê bi terzek ne dîrek be jî goya li ser navê kurdan bi apociyan re danûstandinê dike. Jixwe mîhenga dostaniya kurdan helwesta li himber apociyan e. Çi hêz û dewletên rastî arîkariya kurdan dikin û dixwazin kurd rizgar bibin xwe ji apociyan dûr digirin. Yên dixwazin kurdan ji bo armancên xwe yên ko ti faydeyê kurdan tê de nîne bikarbînin apociyan mîna berpirsyarê kurdan didin nîşandan. Heta Yekîtiya Ewropayê li ser navê kurdan bi apociyan re danûstandinê bike mana xwe mesele vala ye, doza miletê kurd tê de nîne û mesele lehîstoka tirkan e.

Yekîtiya Ewropayê dibêje destpêkirina mizakereyan nabe garantiya endametiya tirkan û Tirkiyeyê. Dê gelek zehmet be Yekîtiya Ewropayê bikare kurdan mîna endam qebûl bike. Bi gotineka dî Tirkiyeya îro nikare bibe endama Yekîtiya Ewropayê. Lê belkî rojavayê Tirkiyeya îro bikare bibe endam. Helbet wisa be jî gerek kurd mîna faktor bên qebûl kirin. Jiber; jimareka mezin ji nişteciyên rojavayê Tirkiyeya îro kurd in.

Wisa diyar e ko Yekîtiya Ewropa û Emerîka li ser destpêkirina mizakereyan mîna hev dihizirin. Lê ev nayêt wateya ko Emerîka destekê dide endametiya Tirkiyeyê. Helwesta Emerîkayê giring e. Emerîka qebûl neke Tirkiye nikare bibe endama Yekîtiya Ewropayê.

Heger Yekîtiya Ewropayê bi tirkan re dest bi mizakereyan bike; belkî kurd bikarin faydeyek aborî ji Yekîtiya Ewropayê bibînin. Belkî bikarin rêxistinên xwe ava bikin, daxwazên xwe bidin pêş, tehekima tirkan û apociyan ya fikrî û fiilî lawaz bikin û nehêlin. Helbet berevajiyê wê jî mimkin e. Her çenda gelekî zehmet û ne realîst e ko tirk û Yekîtiya Ewropayê mîna heta niho li ser jiortêrakirina kurdan li hev bikin, yanî destekê bidin apociyan.

Lê çawa be jî ya giring armanca miletê kurd e. Pêwist e hemî rêxistin û partiyên kurd avakirina dewleta kurd bikin armanca esasî. Micadele û kar bikeve xizmeta avakirina dewleta kurd. Pêwendî û danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê re jî bi heman armancê bên kirin.

Pêwist e kurd hesabê miletê kurd bikin, ne tenê piştî destpêkirina mizarekeyan, lê herdem hesabê xwe bikin. Piştî destpêkirina mizakereyan jî gerek kurd hesabê tevaya Kurdistanê bikin û ne hesabê beşa tirkan dagirkirî tenê bikin.

Dewleteka serbixwe ya kurd dê ava bibe. Hidûdên wê dê di kûderê re derbaz bibe ne diyar e. Lê diyar e ko ne başûrê Kurdistanê tenê ye. Heta hidûdên dewleta kurd temamî diyar nebin û heta rewşa herêmê li cihê xwe ne rûne dê xelet be kurd xwe bi cihekê tenê ve girêbidin.

Projeya Rojhelata Navîn bo kurdan giring e. Ji Yekîtiya Ewropayê giringtir e. Ji niho ve kurd di wê projeyê de faktorek in. Başûrê Kurdistanê di projeyê de faktorekî giring e û kurdên dî jî dê bi terzekê beşdariyê tê de bikin.

Vêca heger kurd bikarin di demê derbazbûnê de xwe bi cihekê tenê ve girê nedin dê baştir be. Bi gotineka dî armancake zelal, helwesteka bi şertan ve girêdayî û ”ne diyar” dikare faydeyek baştir bide kurdan.