Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Xusrow Abdullah: Divê kurdên parçeyên din alîkarîya birayên xwe yên bakur bikin
 
2004-12-11 00:55
Xusrow Abdullah: Divê kurdên parçeyên din alîkarîya birayên xwe yên bakur bikin
Xusrow Abdullah
SWÊD, 11/12 2004 — Bi dîtina min, ya baştir ew e ko Yekîtîya Ewrûpayê di civîna xwe ya 17ê heyva 12an de, ji bo destpêkirina danûstendinên endametîyê, bersiveke erênî bide Tirkîyeyê. Lê ev bersiva han pêwîst e ko bi hin şert û şirût û pîvanan ve bête girêdan ko ew jî divê ji pirsa demokrasîyeke rasteqîne û berfireh bêrîtî bin û divê mafên gelê kurd ên bingehî jî di çarçoveya demokrasîyê de bêne nasîn û bicîhkirin.

Bi bawerîya min, pêvajoya danûstendinên ji bo endametîya Tirkîyeyê dê bi kêmanî 10-15 salan bikişîne. Di vê navberê de, Tirkîye li gora wan şertû şirût û pîvanên li jorê binavkirî, dê mecbûr bimîne ko di warên dîyarkirî de hin gavan biavêje. Ev yeka ha, him bi giştî dê di qezenca Tirkîyeyê de be û him jî bi taybetî dê di qezenca parçeyê gelê me yê bakur de be.

Herweha jî dê ne bi tenê bibe sedema kêmbûnba dijberîtîyê, belkî bibe sedema nêzîhevbûna demokratên kurd û tirk û bi taybetî jî sedema qelsbûna hêzên ekstremîst û tûj. Dîyar e ko pêkhatina rewşeke weha di navçeya Rojhilata Navîn de dê bêşik xwedî tesîreke berbiçav be û ji bo gelên herêmê bi giştî jî di warê xebat û têkoşîna wan ya ji bo demokrasî û azadîyê de (heger ne rasterast be jî) dê bi awayekî endîrekt xwedî roleke erênî be.

Lê kurd bi taybetî jî kurdên bakurê welatê me divê zanibin ko di rewşeke weha de, xwedîyên roleke mezin bin. Divê ew zanibin, yên ko bi taybetî dikarin li qedera xwe bi xwedî derkevin, ew bi xwe ne. Belê, di rewşeke weha de rola wan dê roleke dîrokî be. Ev yeka han jî dê bi tenê demekê mumkun be ko ew karibin bi berpirsîyarî tev bigerin û ji bo berjewendîyên neteweyî hemû dubereyî û dilmayînan bidin alîyekî û li ser esasên mafên neteweyî yên gelê kurd li bakurê welatî li hevdu bikin û mîna daxwazên gelê kurd yên bingehî pêşkêşî hêz û dezgehên ewrûpayî bikin û ji wan bixwazin ko ew piştgirîya wan daxwazên rewa bikin.

Ev ne tiştekî veşartî ye ko ji bo rewşeke weha, di nav hemû demokrat û welatparêzên kurdên bakurê Kurdistanê de pêwîstî dê bi taybetî bi behs, minaqeşe, şêwr û şêwirdarîyeke berfireh hebe. Bi kurtî, ew divê zanibin ko îroj berpirsîyarî û wezîfeyeke neteweyî ya mezin li ser milên wan bi xwe ne. Ez bawer dikim ko ew dê karibin bi başî û serbilindî vê yekê bi cîh bînin û hemû astengên li serê rêya hevgirtin û hevkarîya xwe hilînin.

Dîyar e ko kurdên parçeyên din jî divê bêyî ko dexaletî wan bikin, di vî karî de alîkarîya birayên xwe yên bakur bikin û xwe ji tu cureyê piştgirîyê nedin alî.