| |
| 2004-12-10 00:24 |
| Taha Berwarî: Divê kurd xwe amade bikin ko YE dê jivana danûstandinên endametîyê bide Tirkîyeyê |
| Taha Berwarî |
|
|
STOCKHOLM, 09/12 2004 — Ez dixwazim berî hertiştî ji bo karekî weha giring we pîroz bikim û bibêjim ko ”destê we xweş” be. Bi hatina AKPyê re guhartinên ko di warê qanûnan de bi vê hêzê rûdan, gelek balkêş û maratonî bûn. Gelek ji tiştên ko rûdan li gel rakeşîya hindek ji wan guhartinan, nemaze yên di derbareyê kurdan û zimanê kurdî de pêngavên nû bûn.
Axaftina Kurd, zimanê kurdî êdî mirov dikarit vekirî di rojnameyan de behs biket. Êdî hebûna zimanekî din ya ji bilî zimanê tirkî, ne qedexe ye. Prosesa Tirkîyeyê ya çûna ber bi Ewrûpayê ko di sala 1957an de dest pê kiribû, êdï kete qonaxeke taze bi taybetî piştî berendamîya Tirkîyeyê ya sala 1999an. Ji ber hindê jî rapora Yekîtîya Ewrûpayê (YE) ya 6.10.2004an ji bo me kurdan jî xwedîya giringîyeke taybetî ye. Hemî amaje ber bi vê pêngav dihavêjin ko serokên welatên endamên YEyê dê di civîna xwe ya 17.12.2004an de ji bo destpêkirna guftûgoyên endametîya Tirkîyeyê tarîxekê diyar bikin. Ev prosesa hanê dê wext kêşît û texmînên heyî ew in ko ev proses dê heta sala 2014an bidome.
Ev tête wê mahneyê ko ev pirossesa hanê, ji bo ko kurd baştir xebatê bikin û karibin mafên zêdetir bi dest bixin, dê derfeteke baştir peyda bike. Ev îmtihana kurdan heta niha di vî warî da îmtihaneke serkeftî nebûye.
Çima serkeftî nebûye?
Bi dîtina min, ev egerên li xwarê hindek ji wan egeran in ko mirov dikare weke eger bibînit:
1- Dengekî kurd yê yekgirtî nebûye.
2- Li Kurdistana bakur ji alîyê tevgera kurd ve programeke siyasî û qanûnî ya hevbeş nehatiye pêşkêşkirin kirin.
3- Em wek kurd, bi qasî ko pêwîst e, ne şarezayên mekînazmaya biryara din nav YEyê de ne.
4- Em mesajên cuda cuda didin YEyê û dostên xwe.
5- Me nekariye li ser ewrûpayîyên ko mixalifên endambûna Tirkîyeyê ne, tesîreke mezin bikin û ji bo berjewendîyên kurdan wek fişarekê (pestoyekê) bi kar bînin.
6- Em pêngavan dereng dihavêjin, em piştî ko biryar hatin kelandin, hazirkirin û danandin, dest bi pêngavan dikin.
7- Em faktayên li ser reformên Tirkîyeyê yên di warê qanûnî, siyasî, aborî, civakî, kulturî, mafên mirovan, zimanî û mînorîteyan ko Tirkîye bi raporan pêkêşî YEyê dike an jî raporên ko YE bi xwe jî amade dike, bi riya pisporên kurdî -bi têgîhiştineke ewrûpayî, ne bi ya tirkî- nanirxînîn û ev jî dibe egera hindê ko rojev ne di dest me de be, belkî di destê Tirkîyeyê û YEyê de be.
8- Em guhartinên ko Tirkîye nîşanî YEyê dide, imtîhan nakin.
9- Peyamên me kurdan hêşta ji bo bazara navxwe û tirkan in, lê ne ji bo Ewrûpayê ne.
10- Zanyarîyên me yên li ser YEyê pir kêm in. Ev jî dibe egera hindê ko mirov nikare bi qasî tête xwastin, pêngavan bihavêje û tesîrê biket.
11- Digel van guhartinên li Tirkîyeyê çêbûne jî hêşta em Tirkîyeyê weke Tirkîyeya berî çend salan dibînîn!
Hemî nîşan wisa diyar in ko serokên YEyê dê li ser prosêsa danûstandinên endametîyê biryarê li gel Tirkîyeyê bide.
Pirsa giring wek we jî diyar kiriye, ew e ko em wek kurd dê di pêşerojê de çi bikin? Ji bo bersiva gelek ji wan xalên ko min li jorê destnîşan kirin, bi bawerya min, ji bo nehêlana wan xalên lawaz yên behskirî, pêwîstya me kurdan bi hindek tiştan heye.
Mirov dikare ji wan pêşniyaran, ji bo destpêkê behsa van xalan bike.
Divê buroyeke YEyê bête vekirin ko bingehê wê li Dîyarbekirê û tayekê wê jî li Ewrûpayê be û armancên wê jî ev bin:
- Ji budçeya YEyê ko ji bo Tirkîyeyê tête danîn, divê beşeke berbiçav ji bo deverên Kurdistana Tirkîyeyê bête daxwazkirin. - Divê bi dîtineke kurdî fakta bêne amadekirin û bi hemû zimanên YEyê yên sereke bêne wergerandin. - Divê faktayên li ser YEyê bi kurdî bêne wergerandin. - Divê li ser pirsên cuda lêkolînên di jîngeha wan a xwezayî de bêne kirin. - Divê ji bo di warê YEyê de agahdarkirina dezgehên kurdan, pisporên ji YEyê bêne vexwendin. - Divê ji bo kadroyên îdarî yên deverên Kurdistana bakur kurs bêne amadekirin. - Divê şandeyên ji dezgehên cuda yên Kurdistana bakur ji bo serdanên fêrbûnê bêne rêkirin. |
|
|