Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Şermîn Bozarslan: Divê kurd weke teref bêne qebûlkirin
 
2004-12-06 18:22
Şermîn Bozarslan: Divê kurd weke teref bêne qebûlkirin
Şermîn Bozarslan
aycanbozarslan@hotmail.com
SWÊD, 06/12 2004 — Ji niha ve xûya ye, bê YE dê di civîna xwe ya 17ê heyva 12an de biryareke çawa bide. Li gora bîr û bawerîya min, ji bona detspêkirina danûstendinên endametîyê, bê ji welatên din çi tên xwestin, dive ji Tirkiyeyê jî ew bête xwestin. Divê Tirkîye berî hertiştî krîterên Kopenhagê yên ko YEyê bi xwe ew tesbît kirine, bi rastî bi cîh bîne û piştî wê biryara tarîxa destpêkirina danûstendinan dikare bête dayîn.

Pirsa mezin ev e ko heta niha, di pêvajoya berendametîyê de YEyê kurd weke terafekî qebûl nekiriye. Ev tê vê mahneyê ko ew ji bo xatirê tirkan û cîranên wan, li hember hebûna netewa kurd, maf û azadîyên gelê kurd yên bingehî û daxwazên wan xwe li korîtîyê datîne.

Di Rapora Komisyona YEyê de bi xwe de, nifusa kurdan bi qasî 15-20 milyonan hatiye nivîsandin. Biryara YEyê çi bibe bila bibe, ji bo me ya herî giring ev e ko em bi yekdengî bibêjin, binivîsin ko nebeşdarîya nûnerên 20 mîlyon kurdan di vê pêvajoyê de li diî hemû prensîpên demokrasî û mafên mirovan û gelan e. Ev li dijî krîterên YEyê bi xwe ye jî.

Tête gotin ko hûn bela wela ne û îradeya we ya bi giştî û bi yekdengî tune ye. Ev tişt heta dereceyekê rast e. Li Ewrûpayê, Platforma Kurdên li Ewrûpayê (PKE) heye ko ji rêxistinên siyasî, demokratîk û kesên serbixwe pêk hatiye. Heger ev Platforma hanê, temsîla kurdan û ya helwêsta wan bi tevayî neke jî li Ewrûpayê îradeyeke giring e. Komîteya Hevkarî jî herweha îradeyek e. Ji ber çi daxwazên wan li ber çavan nayên girtin?

Berîya ko Tirkîye bibe endam, di pêvajoya mizakereyan de divê kurd daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk him ji bo Tirkîyeyê re û him jî ji bo YEyê bidin dîyarkirin. Di qanûn û praktikê de divê kurd bibin xwedîyên hemû maf û azadiyên xwe yên neteweyî û demokratîk. Divê qanûna Tirkîyeyê ya esasî li gora rastiya du gelên sereke û kêmneteweyên ko hene ji nû ve bête tanzîmkirin.

Hemû kurd, çi kes, çi rêxistin, divê bi yekdengî li gora berjewendîyên giştî yên neteweyî û demokratîk hereket bikin. Ne ko mîna hinekan bibin berdevkên dewletê û ”cumhûrîyeta demokratîk” biparêzin. Dîsa çiroka “biratîya gelan” û “unsure eslî” ji me re bixwînin û bibin aletê wê ko Lozana duyêm dubare bibe.