Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Evdilbaset Seyda: Kurd divê bawerîyê bi xwe bînin
 
2004-12-05 00:53
Evdilbaset Seyda: Kurd divê bawerîyê bi xwe bînin
Evdilbaset Seyda
abdulbasets@hotmail.com
UPPSALA, 05/12 2004 — Weha xuya ye ko kurd bi xwe li ser pirsa Tirkîye û Yekîtîya Ewrûpayê, ne xwedîyên nerîneke hevbeş in. Hin ji me dibêjin ko endametîya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewrûpayê ji kurdan re baş e. Sedem jî ev tête nîşandan; ji bo ko tirk bêtir dibin kontrolê de bin û ji bo ko di heqê kurdan de tiştên ko ne li rê bêtir nebin.

Hin din dibêjin, gava kurd bi xwe, berî ko çarçoveya pirsa kurd li bakurê Kurdistanê bi awayekî rast bête dîyarkirin û li gora wê çareserîyeke rewa bête peydakirin, ji Yekîtîya Ewrûpayê daxwaza endametîya Tirkîyeyê bikin, hingê ev dê şaşîyeke pir mezin be.

Lê hinin din jî vê gavê dixwazin ko berî gotina ”ERÊ”ya ji bona destpêkirina danûstandinên endametîyê, kurd bi xwe diyalogê bi Ewrûpya re bikin, da ko hinek şert bi tirkan bidin qebûlkirin ko paşê mirov bikaribe li ser tiştên din ava bike.

Ger mirov li rewşa îroj baş binere, mirov dê bikaribe bigîhêje netîceyekê ko heger em nebêjin mecbûrî hev in, em ê bibêjin ko tirk û ewrûpayî îroj ji hemû rojên din nêzîkî hev in.

Ewrûpa ji alîyê xwe de dinere, bê amerîkî çawa xwe têkilî pirsên dinyayê yên giring dikin, bo nimûne, li Efganistanê, li Koreyê, li Iraqê û li Rojhilata navîn. Bi vî awayî meydan roj bi roj li pêşîya Ewrûpayê teng û asêtir dibe. Ji alîyekî din ve jî em dibînin ko tirk, yanî yên ko xwe yek ji wan dostên Amerîkayê yên sereke didît, têdighêjin ko amerîkî li gora berjewendiyê xwe, çawa dostin din ji xwe re peyda dikin û ji ber vê yekê kurd li Îraqê dibin xwedîyên roleke balkêş. Û herweha li gora ko tête fêmkirin jî ev rol dê bi despêkirna guhertinan li Îranê an jî li Sûrîyeyê hîn mezintir bibe.

Tirk ji hemû kesan baştir dizanin ko parîyê zilmê yê herî mezin di devê wan de ye, loma ew dê bixawzin ko bi riya Yekîtîya Ewrûpayê meşrûîyetekê bidin kirinên xwe yên ne meşrû li dijî miletê kurd li bakurî welêt.

Kurd li hundirê dewlata ko îroj bi navê Tirkîye tête naskirin, ne kem netewe ne. Kurd li deverê, miletê herî kevnar in. Kurd li ser axa xwe dijîn. Kurd li gora gotinên yên ko dewleta Tirkiyeyê ya îronî ava kir, weke Mustafa Kemal an Ismet înonu û yên din şirîkên dewletê ne. Kurd ne komeke ji belengazan in ko dixwazin nanê xwe bi dest bixin û zimanê xwe biparêzin.
Ji bo van sedeman û hinên din, divê ewrûpayî berî standina biryara li ser danûstandinên endametîya Tirkîyeyê, di vê pirsa mafê miletê kurd de, zorê bide Tirkîyeyê û bi kêmanî, divê hebûna miletê kurd bi shêweyekî destûrî bi wan bide qebûlkirin.

Heçî pirsa kurd li Tirkîyeyê ye, heger mirov bikaribe vê têgeha siyasî bi kar bîne, ez dixwazim bibêjim ko ev pirseke mezin û tevlihev e. Ger ewrûpayî baş guh nedinê, bi bawerîya min, di rojên pêş de dê sergêjîyeke mezin ji wan re peyda bibe. Rast e, pirsên weha li Ewrûpayê jî peyda dibin, lê ew tu carî naghên giringîya pirsa kurd û zehmetîyên wê.

Heger ez werim ser pirsa ko ewrûpayî ji Tirkiyeyê re bibêjin, ”erê, em ê bi were dest bi danûstandinên ji bona endametîyê bikin”, hingê divê kurd di vê çi bikin, ez dixwazim berî her tiştî dîyar bikim ko divê kurd hêza xwe bidin ser hev û lê bigerin, da ji bo dîyaloga li gel Yekîtîya Ewrûpayê, şertên zemîneke hevbeş û perspektîveke neteweyî ya hevbeş peyda bikin. Ev tişt çi li derve an li hundir, bêtir ji wan hêz, rewşenbîr û dezgehên demokratîk yên li bakurê welêt tête xwastin. Lê divê kurdên din jî ji wan re pişt û qewet bin. Ji ber ko ev pirs pirseke neteweyî ya giştî ye û pirseke di ser hemû rengên sînoran re ye.

Kurd divê bawerîyê bi xwe bînin û pirsa xwe weke pirseke serekî ya herî giring li Tirkîyeyê bidin nîşandan. Tirkîye îroj dixazwe xwe ji kirîzên aborî siyasî yên hundir bi riya serketineke siyasî li derve xwe xelaske. Ev siyaseteke kevn e ko rehên wê vedigerin ta wexta Osmanîyan ko gelek caran di vî warî de bi ser ketin. Divê em kurd jî hinek şareza bibin û nehêlin ko careke din dek û dolab, fen û xap li serê me bigerin an li me bibin.

Pirsa me pirsa mileteki xwedîmafekî rewa ye. Em xwedîyên dîrok û cografyake dûr û dirêj in. Em miletekî ji tirkan cuda ne. Hemû ruknên ko miletan dikin milet li ba me hene. Divê em pirsa xwe piçûk nekin, bi kêmanî divê em bibin şirîkê dewletê.

Divê em di nerînên xwe de zelal bin, çi bi hevdu re û çi jî bi Yekîtîya Ewrûpya re. Karekî hevbeş, berdewam û organîzekirî tête xwastin. Îroj hemû şer ji bona me baş diçin; rewşa dinyayê, guhartinên deverê û têgîhîştina kurdan ya neteweyî. Bi tenê ji bo pêywendîyên li gel dinyayê û bi Yekîtîya Ewrûpayê, karekî birêkûpêk ji me tête xwastin. Lê karê herî pêwîst divê li welêt bibe, bi taybetî di nav nifşê ciwan de, di nav qîz û xortên kurd de. Ev dînamîkên pêşeroja miletê me ne û di vê pirês de jî divê em giranîyê bêtir bidin wan û rê li ber wan xweştir bikin.