|
|
| |
| 2004-12-04 00:33 |
| M. Sezgîn Tanrikulu: Pêvajoyeke dirêj û dijwar li pêşîya me ye |
| M. Sezgîn Tanrikulu |
|
|
DÎYARBEKİR, 04/12 2004 — Divê Tirkîye di zîrweya 17ê Çileya Pêşîn de tarîxa mizakereyan bistîne. Ev pêvajo dê li Tirkîyeyê mercên demokrasîyê xurt bike. Ez vê yekê ji ber van sedeman dibêjim; îroj YE bi 25 welatên endam û bi nifûsa xwe ya zêdeyî 400 milyonî, di cîhanê de rêxistina navneteweyî ya herî mezin û berfireh e. Tevî perspektîfên xwe yên heyî û pêywendîyên xwe yên berbiçav, ev rêxistin dê di hindurê 20 salên pêşîya me de, bi endametîyên dewletên ji Yûgoslavyaya kevin peyda bûne û bi endametîya Tirkîyeyê û hwd ve hemû qit´eya Ewrûpayê bide ber xwe. Ew bi rojeva xwe ya qanûna Ewrûpayê ya bingehî ve ber bi yekîtîyeke navdewletî ya herî xurt û rehberdayî ve dimeşe. Qanûna Ewrûpayê ya bingehî ko dê di sala pêşîya me de li dewletên neteweyî pêşkêşî referandûmê bibe jî nîşana vê yekê ye.
Yekîtîyeke weha li cîhanê tu alîyan li derveyî tesîra xwe nahêle. Tew, YE ji bo Tirkîyeya ko hem di qada vê yekîtîyê ya nêz de ye û hem jî berendam e û herweha bi vê minasebetê jî ji bo me, xwedîya giringiyeke taybet e. “Me”ya ko ez qesd dikim, pêywendîya wê li gel nasname û daxwazên gelê li vê coxrafyayê dijî heye ko aîdîyeta me îfade dike, ango li gel nasname û daxwazên kurdan heye. Heger em tesîra dînamîkên hindur daînin alîyekî, di pêvajoya van herdu salên dawîyê de, hin minaqeşe û verastkirinên ko di encama endametîyê de hatin rojevê, gelek pirsên ko di dîroka komarê ya 80 salî de tabû bûn xistin rojeva civakê û ji bo hin guhartinên hiqûqî û siyasî rê vekir ko ev guhartin qet nikarin piçûk bêne dîtin.
Di hindurê vê demê de, 43 madeyên qanûna 12ê Îlona berhema darbeya leşkerî hatine guhartin. Di zêdeyî 40 qanûnan de jî bi qasî 300 made ji nû ve hatine sererastkirin ko pêywendîya piranîya wan li gel mafên mirovan û demokratîzebûnê hebû. Qanûnên sereke ji nû ve hatine nivîsandin û pejirandin. Heger em salên Komara Tirkîyeyê yên destpêkê û dema darbeya 12ê Îlonê daînin alîyekî, di hindurê du salan de pêşveçûnên ko di mahneya mewzûatê de pêk hatine, di dîroka Komarê ya 80 salî de nehatine dîtin. Guhartinên ko ji sala 2002yan pê ve xurttir bûn, tevî hewildanên awiqandin, astengderxistin û xapandinê jî pêşveçûnên giring in. Ev dê ne mibalexeyek be ko mirov bibêje ev heyşt pakêtên guncandinê yên ko bûne qanûn û guhartinên ko di qanûna bingehî de hatine kirin, encamên vê pêvajoyê ne û bi zordana YEyê pêk hatine. Ji ber vê yekê, ji bo hêzên li dijî demokrasîyê li Tirkîyeyê xurt nebin jî divê Tirkîye di 17ê Çileya Pêşîn de tarîxekê bistîne.
“Biryara tewsîyeyê” ya ko weke pêveka rapora pêşketinê hat pêşkêşkirin û tiştên ko di beşê raporê yê “encam”ê de hatine zimanî, dîyar dikin ko pêvajoyeke dirêj û dijwar li pêşîya me ye û di vê pêvajoyê de divê civaka me di qonaxên giring re derbas bibe. Tesbîtên ko di rapora pêşketinê de, di beşê wê yê “biryara tewsîyeyê” de bi van îfadeyan cîh girtiye, vê lênerîna me rast derdixîne!
“Lihevguncandin û berfirehkirina pêvajoya reformên siyasî di heman demê de, bi pêşveçûn û normalîzebûna rewşa Başûrê Rojhilat ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, divê ev pêvajo vana bide ber xwe; divê hin tedbîrên bi mebesta çakkirina rewşa aborîya civakî bêne wergirtin; divê gav bêne avêtin, da vegera kesên ko ji cîh û warên xwe hatine derxistin hêsan bibe û kurd ji maf û azadîyên xwe yên bingehî bi awayekî tam îstîfade bikin. .... Komîsyona YEyê dê li gora encamên Rapora Pêşveçûnê, di bihara 2005an de pêşnîyaz bike ko belgeya Beşdarîya Hevparîyê di ber çavan re bête derbaskirin. Bi vê yekê ve girêdayî, ji dawîya 2005an û pê ve, ji bo bê bi kîjan awayî tête xurtkirin û berfirehklirin, dê salane di ber çavan re bête derbaskirin. Komîsyon dê bi vê mebestê, di Çileya Pêşîna 2005an de, rapora xwe ya yekem pêşkêşî Konseya Ewrûpayê bike. Bilezbûna reforman dê tesîrê li rewşa danûstendinan bike.
Ji bo pêşveçûna aborîya Başûrê Rojhilat ya civakî, divê bi seferberkirina beşekî mezin ji alîkarîya Yekîtîyê ya ji bo Tirkîyeyê, gavên berbiçav bêne avêtin. ... Divê platformên weha bêne avakirin ko mirovên welatên endam û yên Tirkîyeyê bîne ba hevdu û hin endîşe û têgîhiştin bi awayekî dirist û eşkere bêne minaqeşekirin. Ev, dîyaloga navbera çandên cuda, dîn, pirsên bi koçkirinê ve girêdayî, endîşeyên di warê mafên hindikayîyan de û terorîzmê jî dide ber xwe. Divê civaka sîvîl di vê dîyaloga hanê de ko dê ji alîyê YEyê ve bête hêsankirin, rola herî giring bilîze. Komîsyon dê pêşnîyazên xwe dîyar bike, bê di pêşerojê de piştgirîya vê dîyalogê dê çawa bête kirin.”
Ev tesbîtên ko min bi kurtayî rêz kirin, bi her awayî ronahîya xwe didin mijarê. Di vê pêvajoyê de, bi qasî ko zemîna çalaktirbûna me xurt dibe, berpirsîyarên me jî ew qasî jî girantir dibe. Rewşa gelê kurd ya li Tirkîyeyê û tahde û sînorkirinên li ser maf û azadîyên kurdan, ji bo tu kesî ne nihênîyek an jî sirek e. Ev pirs di hemû pêvajo û dîmensîyonên pêywendîyan de tête rojevê û Tirkîye nemaze jî bi “paranoyaya parçebûnê” di vê pirsê de ji avêtina gavên wêrek direve. Lê di vê asta ko pêşveçûn û pêywendî gîhiştinê de, êdî tu tişt nema dikarin bêne bincilkirin. Îzahatên ko berpirsîyarên dewletê di şexsîyeta têgeha “hindikayî”yê de kirin, vê rastîyê şilfîtazî datîne meydanê!
Eşkere ye ko heta ko maf û azadîyên kurdan ên bingehî, li gel nasnameya wan a kolektîv a bi awayê ko dikare bête qebûlkirin û bi halê ko di belgeyên navneteweyî de hatine tarîfkirin nekevin pratîkê, hingê mirov dê nikaribe behsa wê jî bike ko demokrasîyeke rasteqîn dikare di civaka me de pêk bê.
Di vê rewşê de, hem ji bo tarîfkirina van maf û azadîyan û hem jî ji bo teqîbkarî û çavdêrîya encamên hin gavên têne avêtin, berpirsîyarîyên me hene. Di vê pêvajoyê de, rakirina astengên ko li pêşîya kurdan in ko ew bi nasnameya xwe xwe bi rêxistin bikin û îradeya xwe ya siyasî derxîne ortê, hem ji bo ko cîvak bibe xwedîya struktureke demokratîk ya rasteqîn û hem jî di pirsa ko bi navê pirsa kurd tête binavkirin de ji bo çareserkirineke aştîyane ya berdewam, qebûlbar û ji şîdetê safîkirî, şertên bingehî yên pêşî pêk tîne.
Tesbîta vekiribûna pêvajoya mizakereyan jî ji bo vê pêvajoyê sîgorteyek e. Em mîna alî û çavdêrê vê pêvajoyê, mecbûr in ko berpirsîyarîyên xwe pêk bînin. ------------------------------------------------- Ev nivîs ji alîyê Mustafa Aydoganî ve ji tirkî hatiye wergerandin |
|
|
|
|
|
|