Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Kamûran Haco: Îroj hinek ji kurdan êdî hebûna Kurdistanê jî inkar dikin
 
2004-12-01 00:32
Kamûran Haco: Îroj hinek ji kurdan êdî hebûna Kurdistanê jî inkar dikin
Kamûran haco
0278.611215@telia.com
SWÊD, 01/12 2004 — Heger pirs bi xwastina me çareser bibe, bê goman em dixwazin ko YE ji bo destpêkirina prosesa endametîya Tirkîyeyê, çareserkirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê bike şertê yekem û bingehîn. Lê mixabin bi xwezîyan siyaset nabe. Rastiyek li meydanê ye dibêje ko YE dê di civîna xwe ya 17.12.2004an de, bersiva Tirkîyeyê bi erênî bide.

Ev biryar ji lawazî û qelsîya kurdan tê, herweha ji rewşa Tirkîyeyê ya nû tê ko terora islamî hişt ko Tirkîye li nik Ewrûpa û Rojavayê careke din rewşeke taybet bistîne. Hêjayî gotinê ye ko ev rewş dikare ji bo tirkan be jî û li dijî tirkan be jî. Lê ji alîyekî din ve gerek e ko YE biryara xwe li gora nirxên dêmokrasîyê, mafên mirovan, wekhevîyê û azadîyê bide ko bingehên wê yên siyasî û kulturî ne û divê ew qelsîya miletê kurd di vê kêlîka dîrokî de ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe neke hincet. Ev yeka han ji bo YEyê şermezarîyek e û di dîroka wê de xaleke reş e û pêwîst e ko kurd vê li himber YEyê bi kar bînin.

Herhal divê kurd xwe li gora biryara erênî saz bikin û xwe ji vê rewşa nû re amade bikin. Xwezî YE vê an ya din bike (nan nade), demeke dirêj e ko Tirkîye li ser vê rêyê ye û encam bi dest xist. Em jî di kêlîyên dawî de bi senaryoyan difikirin! Lê pêwîst e ko em zanibin ko prosesa endametîya Tirkîyeyê pir dirêj e, di bin kontrola YEyê de ye û YE her kêlî dikare vê prosesê rawestîne. Ne xwe, hîna rê heye ko em rolekê di vê prosesê de bileyizin. Xisar û qezenca me di van salên bên de xuya dikin û di vê yekê de faktorê bingehîn jî xebata me ye.

Heger Tirkîye li gora xwasin û pîvanên YEyê xwe saz bike, tê gomankirin ko dê guhertinên giring pêk bên, lê bê goman ew dê hewil bide ko vê pêvajoyê bi xapandinê derbas bike. Lê ez bawer dikim ko ne dijayetîya Tirkîye ya xurt di nav gelên ewrûpî de, dê rê bide tirkan ko bixapîne û ne jî siyasetmedarên ewrûpî dê çavên xwe ji vê yekê re bigrin! Loma ji başiyên vê prosesê tê gomankirin ko rola dezgeha leşkerî di jiyana Tirkîyeyê ya siyasî de, dê qels û lawaz bibe. Lawazbûna leşkeran lawazbûna kemalîzmê ye û di eynî wextê de xurtbûna hêzên dêmokrat e. Ev yek ji bo guhertina mêntalîteya siyasî dikare bingehekî saxlem peyda bike û rê li ber rewabûna pirsa kurdî veke. Xala din, Tirkîye neçar e ko gelek qanûnên xwe biguhere û ji ber kontrola YEyê neçar e ko ta radeyeke bilind wan di praktîkê de pêk bîne. Ev yek derfetê dide kurdan ko lingê Tirkîyeyê bike sola teng û di rêya xwastina mafên xwe yên rewa de bi kar bîne. Heçî Tirkîye ye jî du rê li ber hene; yan bi tundî bersivê dide û wê çaxê li himber YEyê gunehkar dibe û prosesa endametîyê radiweste, yan jî ji neçarî dipejirîne.

Herdû encam jî ji kurdan re baş in. Xaleke din ew e ko prosesa endametîyê û guhertina qanûnan bi dirêjîya salan dikare guhertineke giring di mêntalîteya miletê tirk de peyda bike û di warê pirsa kurdî de rê li ber têgihiştineke nû veke. Herweha pêşketina Kurdistanê ya di warê aborî de ko ji şertên YEyê ye, dê guhertinên siyasî, civakî û kulturî yên giring bi xwe re bîne. Parçeyeke ji Kurdistanê dikeve YEyê û ev yek bandora xwe li parçeyên din jî dike.
Kurd gereke çi bikin?

Mixabin tevgera kurdî ya siyasî li Bakur di rewşeke xerab de ye û alozîyên wê pir in. Lê pêwîst e ko helwêsta wan di pirsa YEyê de yek be. Ji bo vê yekê pêwîst e ko ji bo Bakurê Kurdistanê xwastina wan a siyasî xuya û zelal be, bi taybetî di warê hebûna Kurdistanê ya cografîk de. Ji ber ko îroj hinek ji kurdan êdî hebûna Kurdistanê jî inkar dikin. Ji kurdan û nûnertîya wan a siyasî tê xwastin ko li hundir û derve xebata xwe xurtir bikin, û ji hemîyan giringtir jî ew e ko divê kurd ji bo naskirina YEyê ya bi rengekî zanistî û herweha naskirina qanûn û mekanîzmaya birêvebirina wê û lipeyçûna têkilîyên Tirkîye û YEyê dezgehekê saz bikin. Pêwîst e jî ko ji bo danûstandina bi YEyê re komîsyonek ji rêxistin û kesayetîyên welatperwer ava bibe û bi tenê ew komîsyon berpirsiyara vî karî be. Ev dezgeh bi lêkolînên xwe û komîsyon jî bi karê xwe dê hevdû temam bikin û dikarin di van deh salên pêşîya me de ji pirsa kurdî re destkeftîyên binirx bi dest bixin.

Pirsa ka gelo pêwîst e ko kurd piştgîrîya endametîya Tirkîyeyê bikin an na, bi derengî ket û rola me berî vê giring bû. Me ta niha helwêsta YEyê neguhertiye, ji vir û pê ve jî ez bi goman im ko em karibin biguherin. Loma pirsa herî giring ew e, gelo em dikarin bi çi awayî vê prosesê têxin xizmeta berjewendiyên xwe? Bê goman pêwîst e ko em ji bo rawestandina vê prosesê û neendametîya Tirkîyeyê jî amade bin û hesabê reaksiyona wê bikin û careke din ji xafil de neyên girtin. Tirkîye endam be yan na, pêwîst e ko xwastinên me yên neteweyî her ew bin.