Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Xelîl Duhokî: Endametîya Tirkîyeyê di xizmeta doza gelê kurd de ye
 
2004-11-29 00:35
Xelîl Duhokî: Endametîya Tirkîyeyê di xizmeta doza gelê kurd de ye
Xelîl Duhokî
duhoki@chello.se
DUHOK, 29/11 2004 — Ji xwe komîsyona Ewrûpayê, Tirkîye hêjayî hindê dîtiye ko gotûbêj li ser endametîya wê bike. Bi baweriya min baş e. Lewre serokê YEyê yê berê Romano Prodî dibêje: ”Her paşvemanek, têkdana qanûnê yan jî rêgirtina li ber pêşveçûna demokrasîyê û misogerkirina mafên mirovan, dikare bibe sedem ko gotûbêj otomatîk rawestin.”

Di qanûna Tirkîyeyê ya bingehî de hatiye nivîsîn ko hemî hevwelatîyên Tirkiyeyê, tirk in û divê perwerdekirina fermî, bi tenê bi zimanê tirkî be! Lewre divê kurd û ewrûpî jî hewil bidin ko qanûna bingehîn bête guherîn û mafên gelê kurd yên siyasî, kulturî û civakî bêne pejirandin. Hîngê Tirkîye dikare bibe endama YEyê. Lê dîsan jî bi çi şêweyî be jî endametîya Tirkîyeyê, di xizmeta doza gelê kurd de ye.