| |
| 2004-11-28 01:00 |
| Şahînê Bekirê Soreklî: Ya ko pişta kurdan şkandiye, berî hertiştî neyekgirtina wan e |
| Şahînê Bekirê Soreklî |
| shahinsorekliname@yahoo.com.au |
|
SIDNEY, 28/11 2004 —Bi dîtina min, heger bersiva Yekîtîya Ewrûpayê (YE) ya di derbareyê destpêkirina guftûgoya li ser endamtîya Tirkîyeyê de “erê” be, ew ê li berjewendîya kurdan be. Heger li Tirkîyeyê hêvîya ko ev welatê ha, dê rojekê bibe endama YEyê ji holê rabe, hingê siberoja rewşa siyasî ya vî welatî dê têkeve nav mijê. Heta, heger bersiv “erê” be jî ta ko Tirkîye karibe şûna xwe di nav YEyê de bigire, hîn demeke bi qasî 10 salan divê. Di vê demê de, Enqere dê neçar bibe ko siyaseta xwe ya di derbareyê kurdan de nermtir bike û bêhtir mafan bide wan. Bêguman, radeya nermbûna Enqereyê û dayîna mafan di heman demê de bi kurdan ve jî girêdayî ye. Bi gotineke din, heger kurd ji hev belav bin û nizanibin li gora şert û mercên pêwîst kar bikin, dewlet jî dê miqris bimîne û gavên mezin ranene. Tirkîye, weke endameke YEyê, dê nikaribe stemkarîya ko Komara Tirkîyeyê di nav 80 salên derbasbûyî de li kurdan kiriye, bi heman şêweyê bidomîne. Li milê din, mirov hêvî dike ko gelê kurd jî di qonaxa nû de û di nav Tirkîyeya nû de karibe bi gavên bezatir ber bi pêş ve biçe. Heger Tirkîye ji Ewrûpayê dûr bimîne, ne dû re ko ew di siberojê de ber bi tundrêbûna îslamî yan jî ber bi neteweperestîyê û milîtarîzmê ve biçe. Herdu îmkan jî dê li dijî berjewendîya kurdan bin.
Kurd bêyî ko xwe di derbareyê vê pirsê de bi kêmasî di nav enîyekê de bikin yek, dê nikaribin sûdeke berfireh bi dest bixin. Ya ko pişta kurdan şkandiye, berî hertiştî neyekgirtina wan e. Dema rêxistin û alîyên ji hev cuda, yan tew li dijî hev, daxwaza nûnertîya gelekî bikin, kesek bi şêweyeke rêk û pêk guh nade wan. Dema rêxistinên kurdên bakur bi kêmasî xwe ji bo pirsa endamtîya Tirkîyeyê û daxwazên kurdan bikin yek, wê demê ew ê ne bi tenê li nik seroktîya YEyê, lê herweha li Tirkîyeyê bi xwe, bibin xwedanhêzeke girantir. Nimûneya li başûrê Kurdistanê li pêş çavan e. Heger PDK û YNK ji 1991ê û vir de bi dengekî û ji bo amancekê biaxiftana û têbikoşiyana, bêguman destkeftîyên gelê kurd di rewşa îroj de dê gelekî bêhtir bûna.
Lê yekgirtin bi serê xwe jî têrê nake. Ji kurdan dihêt hêvîkirin ko xwe ji alîyê ramyarî û siyasî ve ber bi pêş ve bibin û dest pê bikin xwe fêrî rê û qanûnên ewrûpayî bikin. Ew kesên ko nûnertîya kurdan dikin, pêwîst e ko ji alîyê axiftinê ve, ji alîyê qanûnên navneteweyî ve û ji alîyê mentalîteya rojavayî ve têgihîştî bin. Bi kurtî, heger rêxistinên kurdên bakur bi rastî dixwazin Ewrûpa giranîyê bide wan û daxwazên wan, pêwîst e: A) xwe bi şêweyekê ji şêweyan, qet nebe, li ser pirsa endamtîya Tirkîyeyê di YEyê de bikin yek û 2) pêwîst e ko yên nûnertîya kurdan dikin, ne bi tenê xwedanxibret û zanistî bin, lê herweha di derbareyê ziman û qanûnên ewrûpayî de xwedanzanyarî bin jî. Heger kurd bi şêweyeke qenc xwe fêrî qanûnên ewrûpayî û navneteweyî bikin, şarezayên têgihîştî têxin kar û zanibin çawa di rewşa îroj de û li gora çaverêkirina cîhana bi şaristanî, ji bo mafên xwe têbikoşin, ew ê karibin di siberojê de daxwazeke weke federalîzmê jî bi saya endametîya Tirkîyeyê di YEyê de bi dest bixin. |
|
|