Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Kurdo Baksî: Tirkîye ne layiqî Yekîtîya Ewrûpayê ye
 
2004-11-27 02:24
Kurdo Baksî: Tirkîye ne layiqî Yekîtîya Ewrûpayê ye
Kurdo Baksî
info@svartvitt.se
STOCKHOLM, 27/11 2004 —Di van demên dawîyê de, li ser Yekîtîya Ewrûpayê û Tirkîye minaqeşeyên cur bi cur çêdibin. Gelek kurd bi awayekî pir saf, piştgirîya dewleta Tirkîyeyê dikin ko têkeve YEyê. Bi dîtina min, ev helwêsteke pir şaş e û ne di berjewendîya kurdan de ye.

Helbet ji bo vê yekê, sedemên min hene. Berî hertiştî ez dixwazim bibêjim ko ev pir eşkere ye û dinya û alem hemû dizane ko dewleta Tirkîye ji alîyên leşkereran ve tête îdarekirin. Li tu welateki Yekîtîya Ewrûpayê tiştekî mina ”MGK”yê tune ye. Ev niqte bi tenê jî dîyar dike, bê li Tirkîye desthilatdarî di destê kê de ye û bê ”demokrasî”yeke çawa heye! Ne hew ev bi tenê, li gora gelek kriterên din jî dîyar e ko dewleta tirk ji demokrasîyê pir dûr e.

Mafen u azadîyê bi gelek awayan li Tirkîyeyê tête qedexekirin. Herwiha zimanew girti azadiye wernegirtiye. Qanûn û dezgehên medyaya tirk zimane kurdî weki zaravayekî mehelî dibînin. Ji alîyên din ve jî pir balkêş e ko hin hêlên kurdên xwefiroştî vî tiştî nabînin, an jî naxwazin bibînin û çavên xwe ji dewleta tirk re digirin.

Dewleta tirk DGM rakir le eynî wezife dadgehên nû. Yanî ew weke her warî, di vî warî de jî guhartinên şiklî dike û dixwaze bi vî awayî xelkê bixapîne.

Rexistinên ko di navên wan da gotina "kurd" an jî "Kurdistan" heye têne qedexekirin.

Yê ko tiştekî weha dixwaze, dikare bi cezayê heta 15 salan bête cezakirin (Qanûna Tirkîyeyê ya Cezayê, made: 168 û 169).

Şikence û tecawiz di girtîgehên tirkan de berdewam in.

Piştî 7 reformen "demokratik" jî li Tirkîyeyê dîsa jî zimanê kurdî tête qedexekirin. Pirtûk an jî filîmen kartonîk ji bo zarokan têne qedexekirin. Welatê ko zimanekî qedexe dike, nikare di naw Ewrûpayê de cîhê xwe bibîne.

Ji sala 1974an vir de ye ko deweleta tirk parçeyekîKibrisê yê mezin dagîr kiriye. Îsal di yekê Gulanê de, Kibris bû endama Yekîtîya Ewrûpayê. Dewleteke Yekîtîya Ewrûpayê çawa dikare erdê welateki Yekîtîyê dagîr bike? Ev ne şuxlê aqilan e.

Ango, dewleta tirk dê ji bo endemetîya Yekîtîya Ewrûpayê hê pir bisekine.

Heger tevî hertiştî jî weha bû ko YEyê biryara danûstendinên endametîyê da, hingê divê kurd hewl bidin ko ne bi nasnameya tirkbûnê, lê bi nasnameya kurdî bikevinê. Li gora min, xeta kurdan piştî biryareke weha, divê yek be û ev yek jî divê tu caran ji kurdayetîyê tawizê nede.