| |
| 2004-11-26 00:47 |
| Osman Aydin: Dewlet dê mecbûr bimîne ko dev ji îdeolojîya xwe ya resmî berde |
| Osman Aydin |
| osmanaydin@gmx.de |
|
HAMBURG, 26/11 2004 – Nêrînên pisporên Yêkîtîya Ewrûpayê ew e ko Yekitîya Ewrûpayê dê ji bo dewleta Tirk, di 17ê heyva pêşîya me de biryara destpêkirina danûstandinên endametiyê bide.
Ev biryar nayê wê maneyê ko Tirkîye rasterast dibe endam. Pêvajoya danûstandinê gelek dirêj û dijwar e. Dewleta Tirk di wê pêvajoyê de, dê ji bona endametîyê, dev ji gelek hêjayîyên xwe yên neteweyi berde. Di wê niqteyê de, tiştê herî giring ew e ko dewlet dê mecbûr bimîne ko dev ji îdeolojîya xwe ya resmî berde. Sedema mehkûmbûn û bindestîya kurdan ev îdeolojîya resmî bi xwe ye. Ev dê ji bo kurdan bibe qezencek.
Niqteya duyem ew e ko Yekîtîya Ewrûpayê di nav xwe de û li gel ciranên xwe rewşeke aram û biaştî dixwaze. Ev politîka û stratejîyeke bingehî ye. Ji ber wê, di daxwaza esasî de tiştek tête holê ko ihtîmala êrîşkerîya devleta Tirk ya li ser Kurdistana Başûr dê gelekî kêm bibe. Mirov dikare bibêje ko ev pêvajoya hanê ji bona Kurdistana Başûr sîgorta ye.
Niqte sêyem ew e ko beşekî kurd û Kurdistanê piştî vê pevajoyê tev dewleta Tirk, him dibe endam, him jî dibe cîranê Yêkîtiya Ewrûpayê. Eva rewş tiştekî ne resmî ye. Lê ev rewşa hanê, mimkun e ko pêşiya kurdan veke. Ev imkan jî qederekî girêdayî xwastin, zanîn, însîyatîf û hêza kurdan e.
Endametîya Tirkîye jı bona kurdan fesaleke ko kurd jî bibin parçeyekî cîhana nûjen û demokrat. Ev jî di her warî de, ji bona kurdan peşveçûn û geşbûn e.
Ji derveyî van sedemên hanê, mirov dikare ji bona kurdan hin sedemên erênî yên din jî rêz bike. Lê Kurdistan cara seyem bi hiqûqi dîsa parçe dibe. Ji bona Kurdistana bakur serxwebûn ji rojevê derdikeve. Di navbera parçeyên Kurdistanê de, di her warî de ferqên mezin çêdibin û çêbûn û temambûna netewetîyê bi paş ve dikeve. Ev rewşa neyînî gelek giring e û mirov nikare vê yekê paşçav bike.
Pêvajoya endametîyê û di dawîyê de jî endametî bi xwe ji bo Tirkiye, ne biryara me ye. Ji ber wê yêkê ye ko di vê pêvajoyê de, însîyatîfa kurdan gelekî kêm e. Lê kurd mecbûr in ko ji vê pevajoyê îstîfade bikin.
Mixabin rêxistinên kurdan ne xwedîyên plan û projeyên neteweyî ne. An jî zanîna ko ez dizanim weha ye. Ev tesbita min, ji bona rêxistinên Kurdistana Bakur e. Zanînên kurdan di derheqê Yêkîtîya Ewrûpayê de, ne pir kûr in. Di çarçoveya Yêkîtîya Ewrûpayê de, cîh, pozîsyon û rola kurdan çi ne? Divê ev babet dûr û dirêj bête zanîn. Demeke direj û giring li pêş kurdan e. Di vê dema de, divê mixalefeta kurdan komîsyonên neteweyî û ilmî yên ji pisporan pêkhatî çêbikin. Ev komîsyonên pispor û zanistî, divê di her war û mercan de gengeşîyan bikin û raporan amade bikin. Rêxıstinên kurdan jî divê li gora van raporan siyaseteke dirist ava bikin û hewl bidin ko vê siyasetê bi hevdu re bi cîh bînin. Guftûgo têri çareserîyê nake. Çareserî bi zanînê dibe. |
|
|