Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : E. Zekî Okçuoglu: Mixalefeteke kurd ya neteweyî tune ye
 
2004-11-25 00:25
E. Zekî Okçuoglu: Mixalefeteke kurd ya neteweyî tune ye
E. Zekî Okçuoglu
ALMANYA, 25/11 2004 – Ez dixwazim bi pirsa ko ma divê ”YE tarîxa mizakereyan nede Komara Tirkîyeyê (KT) dest pê bikim. Helwêsta min a di vî warî de, ji dorhêlên kurdan yên siyasî û ji ya piranîya ronakbîrên kurd cudatir e. Wezîfeya kurdan ne ew e ko ji bo KT ji Ewrûpayê tarîxa mizakereyan daxwaz bikin an jî nekin. Lê wezîfeya wan divê ew be ko pirsa Kurdistanê têxin rojevê û daxwaza çareserkirina vê pirsê bikin. Divê krîtera kurdan ev be.

Li meydanê, ne pirsa Kurdistanê û ne jî pirsa kurd heye. Di pêvajoya Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de, di vî warî de tiştekî berbiçav nehatiye rojevê. Ji ber vê yekê jî divê helwêsta kurdan ne terefdarîya dana tarîxa mizakereyan be.

Ez ne bi wê lênerînê re me ko dibêje bila berê KT têkeve YEyê, piştî wê, ev pirs dê ji ber xwe ve bête rojevê. Di pêvajoya Lozanê de jî kurd bi eynî derewê hatibûn xapandin.


Yek ji wan tiştên ko kurd şaş dihesibîne ew e ko KT dê hema an îroj an jî sibehê bibe endama YEyê. Ewrûpayî di vî warî de, behsa 20-30 salan dikin. Ev ne karê aqilan e ko mirov xwe di sî salên dahatî de kilîd bike. Ji wan heye ko qedexeya siyasî dê ji ser wan rabe û ew dê biçin KTyê û bi hêsanî siyasetê bikin.

Di rewşeke weha de ko KT têkeve YEyê, an jî bi statuyeke taybet têkevê, divê siyaseta me çi be? Bi qasî ko tête dîtin, îhtîmala ko KT bi statuyeke taybetî têkeve YEyê, xurttir e. Hem tirk vê yekê dixwazin, hem jî dorhêlên YEyê. Ev jî tête mahneya Lozaneke duyem.

Gava behsa pirsa çareserkirina Kurdistanê tête gotin, divê em li ser bifikirn, bê divê ev bi çi awayî bête îzahkirin. Ez dibêjim qey civaka ko manîpulasyon lê herî xurt e, civaka kurd e. Mixalifên me li gora dilên xwe, bi kîjan awayî bixwazin dikarin civaka kurd bi rê ve bibin. . Yek ji wan nimûneyên wê jî têgeha ”pirsa kurd” e. Hûn pê dizanin ko yek ji wan şertên netewebûnê ziman e û yê din jî ax e. Dewleta Komara Tirkîyeyê, ji bo ko kurdan ji netewebûnê bi dûr bixîne, du tişt qedexe kirin: Zimanê kurdî û peyiva Kurdistanê... Tarîfa pirsa kurd, têgeheke ko di şûna peyiva Kurdistanê de hatiye îqamekirin. Ev ji alîyê tevahîya dorhêlên kurdan ên siyasî û ronakbîrên kurd ve hatiye pejirandin. Nasnameya tirkîyetîyê ya bilind û tiştên bi vî rengî, encama vê pejirandinê ya mentiqî ye. Sînorên Tirkîyeyê li devera ko Kurdistan dest pê dike, diqedin. Heger hûn li ser bingehê Kurdistanê vê pirsê danîne meydanê, ji xwe, ew der dê bibe Tirkîye. Heger hûn ji filîstînîyekî re bibêjin ko pirsa Filîstînê ”pirsa ereb” e, bi kêmanî ew dê êrîşî we bike. Eynî tişt ji bo tirkên Kibrisê jî derbas dibe. Dewleta KTyê Kibris dagîr kir û yûnanî qewirandin û bi navê Komara Kibrisa Bakur ya Tirk dewleteke kûkla çêkir û çûn kî derê jî li ser vî bingehî minaqeşe kir û di dawîyê de jî bi dinyayê da qebûlkirin. Lê em bi xwe, welatê xwe yê heyî înkar dikin.

Dîroka kurdan ya nêz, dîroka manîpulasyonan e. Rêya bêtesîrkirina manîpulasyonan, di qebûlkirina siyasetên neteweyî re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê em nebin kurdên tirk, kurdên ereb, kurdên faris, kurdên alman, kurdên bulxar, kurdên rûs, kurdên amerîkan, kurdên îngilîz û kurdên fransiz, lê divê em bibin kurdê Kurdistanê.

Divê em li ser baş bihizirin, bê di pêvajoya YEyê de, ji bo Kurdistanê çareserîyeke çawa lazim e. Min di nivîsa xwe ya ko dê di Serbestîyê de bête weşandin de jî gotibû ko kurd neteweyek in û (heger niha tecawizî mafên wan ên milkîyetê hatibe kirin jî) mîna her neteweyî, welatekî wan heye ko ew lê dijîn: Kurdistan. Netewe teqabilî dewletê dike. Neteweyê ko dewleta wî tune be, nikare jîyana xwe bidomîne. Wekî din jî neteweyê ko daxwaza dewletê neke, ne netewe ye. Divê ev rastîya hanê di serê her kurdî de baş bi cîh bibe. Divê kurd di şkencexaneyê de, di girtîgehê de, di dadgehê de, li her deverê vê yekê biparêzin. Heger rpojekê pirsa Filîstînê çareser bibe, ew dê bi saya biryardarîya filîstînîyan ya di warê daxwaza dewletbûnê de çareser bibe. Her ko kurd ”çita”yê dadixîne, KT ji wan dixwaze ko ew bêtir daxîne. Heger bi vî awayî biçe, ew ê di dawîyê de bi kurdan vê jî biudin gotin: ”xwezî bi dilê wî kesî ko dibêje ez tirk im”. Evdila Ocalan di hevdudîtina xwe ya dawîyê de vê yekê dibêje. Yên din jî dê di demeke nêz de, vê bibêjin.

Heger em werin ser pirsa, ”gava YE ji bo Tirkîyeyê biryareke erênî bide, divê mixalefeta kurd ya neteweyî û demokratîk siyaseteke çawa bide ber xwe?” Li gora min dana tarîxa mizakereyan ji bo herdu alîyan jî tiştekî giring e. Di vê qonaxê de, gelek tişt hebûn ko divê kurdan ew bikirana, lê nekirin. Gava li ber qewimandinê bû, du-sê belavok belav kirin, ew qas. Nehatiye dîtin ko tu milet bi derxistina belavokan ve gîhiştine mafên xwe. Bi ser de jî belavokên vikîvala.

Ez ji bo pêşerojê jî pir ne bi hêvî me. Hewldana piranîya dorhêlên ko li ser navê kurdan siyasetê dikin ew e ko vî karî hewaleyî YEyê bikin. Zemanekî, wan hewaleyî Evdila Ocalanî kiribû. Sedema ko ew jê hêrsbûnê ew e ko wî ev kar ji wan re hiştiye.

Li gora min, ne mixalefeteke kurd ya neteweyî heye, ne demokratîk û ne jî neteweyî-demokratîk. Ne neteweyî ne, ji ber ko siyaseteke neteweyî bi rê ve nabin. Ne demokratîk in, hemû rêxistinên bermayîyên stalînîzmê ne. Ji ber van sedeman jî qet ne neteweyî-demokratîk in jî.

Divê kurd bi rastî jî rojekê berî rojekê, mixalefeteke neteweyî-demokratîk biafirîne. Dewleta KTyê dikare ji vê valabûnê îstîfade bike û li ser navê kurdan, Evdila Ocalanê peyayê xwe pêş de biajo. Ji ber vê sedemê ye ko KT Leyla Zanaya ko êdî wezîfedareke dewletê ye, dişîne Parlamentoya Ewrûpayê û li ser navê kurdan dide peyivandin.

Yên li ser navê kurdan siyasetê dikin, ji qewla kurdan “kewaşe” ne. Bi vî taximî mirov nikare maçê qezenc bike, mirov ancax wenda dike. Heger kurd dixwazin maçê qezenc bikin, divê taximekî nipînû çêbikin.

Ez ez im, kurd di vî warî de têra xwe dereng mane. Ez bawer nakim ko hewldanên dixwazin bi rêya yekkirina bermayîyên stalînîzmê mixalefeteke neteweyî-demokratîk ava bikin dê encameke erênî bidin.

Wekî din jî bêyî ko hay ji pêşveçûnên başûrê Kurdistanê hebe, ez rast nabînim ko kurdên bakur tiştekî bikin. Dewleteke Kurdistanê bi tenê dê ava bibe, ne ko çend dewlet... Heger dê ava bibe, ew jî dê li başûrê Kurdistanê ava bibe. Ji ber vê yekê, divê berî hertiştî, em li dora wê bicivin. Piştî wê jî du îhtîmal hene: Ya ev dewlet dê weke heye bimîne, ya jî dê bigîhêje sînorên xwe yên xwezayî. Heger em berpirsîyarîyên xwe pêk bînin, dewleta Kurdistanê dê bigîhêje sînorên xwe yên xwezayî.

Cîhana rojava niha bûye du beş: DAY û Ewrûpa. DAY ji bo berjewendîyên xwe, niha xwe nêzî kurdan kiriye û pêywendîyên wan ên nêz hene. Bi vî awayî biçe, xuya ye ko li vê herêmê, heta demeke dirêj jî pêwîstîya wan dê bi piştgirîya kurdan hebe. Ewrûpa ji têkilîyên kurd û amerîkîyan eciz e. Ji ber vê yekê hema mirov dikare bibêje ko kurd ji rojeva YEyê derxistine.

Divê kurd terefan negirin. Divê di pêywendîyên xwe û DAYê de, tiştê miqabilî alîkarîya xwe bixwazin. Miqabilekî vê alîkarîyê bi tenê heye ew jî damezrandina Kurdistanê ye. Di warê YEyê de, tiştên ko divên bêne kirin ew qas pir in ko birêzkirinê naqedin.
-----------------------------------
Ev nivîs ji alîyê Mustafa Aydoganî ve ji tirkî hatiye wergerandin