Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Şakir Tutal: Divê kurd alîkarîya endametîya Tirkîyeyê nekin
 
2004-11-24 00:21
Şakir Tutal: Divê kurd alîkarîya endametîya Tirkîyeyê nekin
Şakir Tutal
mendal.totalberg2@comhem.se
SWÊD, 24/11 2004 —Li gora bawerîya min, di şertên îroj de, divê ne alîkarîya endametîya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewrûpayê di rojeva kurdan de hebe û ne jî hevalbendîya di vî warî de. Ji bo ko kurd karibin di vê pêvajoyê de bibin xwedîsoz û xwedîgotin, divê li dijî van helwêstan bi tundî rawestin û xebata xwe xurttir û kûrtir bikin. Li gora min, ji bo vê yekê du sedemên esasî henin: Ya yekem ew e ko Ewrûpa û tirk hebûna neteweyê kurd qebûl nakin û li tu deverên resmî navê kurd û Kurdistanê derbas nabe. Ya duyem jî dagîrkirina Kurdistanê ya dubare ye. Yanî Kurdistan careke din tê ”dagîrkirin” û pergal li ber dagîrkirina Kurdistanê berfireh dibe û ji bilî dewleta tirk bîst û pênc dewletên din jî dê li ser qedera me kurdan bibe xwedîsoz û desthilatdar.

Herwiha Ewrûpa bi hêzên parastin û arteşa xwe ve êdî dewleteke herî xurt e. Tixûbên dewletên ko niha dibin endamên Yekîtîya Ewrûpayê jî dê di pêşerojê de bibin yên Ewrûpayê. Gelo Ewrûpa pirsa neteweyên nav xwe yên ko di rewşa me de bûn, hetanî îroj çawa çareser kiriye? Ev pir vekirî li holê ye. Loma jî em nikarin welatê xwe yekser bikin qûrbana ”azadî û demokratîkbûna” Tirkîyeyê. Ka Ewrûpa li der û dora xwe çi kiriye û çi dike? Ango li Dalmaçyayê, li Katalonyayê, li Baskistanê, li Skoçyayê, li Balkanan û li Îrlandayê çi dike û hê jî dixwazin çi bikin? Li van deveran gelo problem safî bûne an jî problem bi piranî bincil bûne û ji însafa dewletên herêmê re mane ko ji kevn de ev deverên behskirî dagîr kirine?

Pirsa endametîya Tirkîyeyê di Yekîtîya Ewrûpayê de, li pêşeroja Kurdistanê cîhekî xwe yê taybet heye û îroj di siyaseta kurdan de roleke sereke dilîze. Di rastîya xwe de, mirov dikare gelek sebeban nîşan bide û gelek sebebên giranbiha jî henin ko mirov divê li ser wan bi taybetî bisekine. Li gora min, sebebên giring ev in: a) Tirkiyeyê Kurdistan dagîr kiriye b) Bi dû endametîya tirkan de, Ewrûpa dê Kurdistanê ”dagîr bike”? Tirk heta îroj gelek caran tev li civînên navneteweyî bûne. Peyman, destûr û dokumentên gelek giring îmze kirine, sond xwariye u piştgirîya xwe ”nîşan daye”. Bo nimûne; peymana Yekîtîya Neteweyan ya mafê mirovan, şertên Parîsê, peymana Enqereyê û hwd. Lê belê, tirk li hember van soz û peymanan li gora kêfa dilê xwe helwêst girtiye. Em tev dizanin ko tirkan di demên bihuri de, xwe bi van peyman, destûr û şertan ve tu carî girê nedaye û bi zanebûn jî carînan li wan bi xwedî derneketine. Wan ew biryar bê taqet û qels hiştine. Yanî çi li hesabên wan hatiye, ew kirine û danin kirin. Ew kengî bixwazin, hingê dawîyê li wan tîne. Gelo Ewrûpa dê çi qasî karibe hikum li ser tirkan bike, da ko şertên qanûna Yekîtîya Ewrûpayê ya bingehîn li Tirkîyeyê jî derbas bibin? Heya îroj, gelo çend lib ji wan qanûnên ko li Parlamentoya Tirkîyeyê hatine qebûlkirin, bi hikmên Ewrûpayê dixwaze endametîya tirkan minaqaşe bikin?

Îroj li Kurdistanê hemû kesên ko bi serê tirkan difikirin û şûrê tirkan dikişînin hewl didin, da tirkan têxin YEyê. PKK ji bo ko tirk têkevin Yekîtîya Ewrûpayê, li Fînlandîyaye mêşîya û îroj jî ji tirkan û medya tirkan zêdetir daxwaz dike ko tirk têkevin YEyê û ew bi xwe li Ewrûpayê jî li dijî hemû dewletên Ewrûpayê şer dike. PKK bi xwe di bedena xwe de, bi kirê rûdinê û doza azadî û demokrasîya hinekî din dike. Îroj Ewrûpa bi rêya tirkan û bêyî îrada me, li ser qedera me biryaran dide.Ango bêyî ko rêza wî mafê me yê xwezayî bigire, bê ka em çi difikirin, em vê bûyerê çawa dinirxînin û piranîya xelkê me çi dibêje, dixwaze parçeyekî ji welatê me dagîr bike. Kurd di tu organan de nayên temsîlkirin. Tirkan bi derewan be jî ji sazîyên kurdan nepirsî, bê ka kurd çi dixwazin. Şarederîya Amedê û hin şexsên ko bi nav nav kurd in, lê ew bi xwe berdevkên tirkan in, nikarin sîyaseta kurdan temsîl bikin.

Berî her tiştî, kurd mecbur in ko vê yekê eşkere bikin ko PKK berdevka dewleta tirk e û xeta ko ew dimeşîne kurdan temsil nake û ne siyaseta kurd e.

Di hilbijartinan de, rayên ko hilbijêran dane PKKyê û hevalbendên wê, divê nebin pîvan. Ji ber ko ev ne pîvaneke maqûl e û divê neyê wê wateyê ko ew rast in. Ger ewrûpî wiha bifikirin, wê çaxê divê kirinên Hîtlerî jî biparêzin. Ji ber ko Hîtler jî bi hilbijartinê hatibû ser hikum.

Berî ko tirk têkevin YEyê, şertê herî pêşîn ew e ko divê qanûna tirkan ya bingehîn were guhartin û dema ko qanûna nû ya bingehîn were nivîsandin, divê hiqûqnas û ronakbirên kurd jî karibin beşdar bibin. Berî ko tirk têkevin YEyê divê tirk rê bidin kurdan, da ew karibin sazîyên xwe yên sîyasî ava bikin û karibin helwêsta xwe ya siyasî bi rêk û pêk nîşan bidin.

Berî ko YE endametîya tirkan qebûl bike, lazim e, ew li ser tirkan ferz bike ko qanûna esasî ya Tirkîyeyê bête guharandin. Saziyên kurdan û tirkan bi hev re beşdarîya amadekirina qanûneke nû bikin. Di hemû civînen li ser endametîye kurd jî werin temsîlkirin.