Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Bayram Ayaz: Divê em hesabê vîzyoneke siyasî ya pêncî salan bikin
 
2004-11-23 00:32
Bayram Ayaz: Divê em hesabê vîzyoneke siyasî ya pêncî salan bikin
Bayram Ayaz
brayaz@t-online.de
ALMANYA, 23/11 2004 — Berî bersivan, ez dixwazim balê bikşînim ser du-sê niqteyên giring. Di pirsa peywendiyên Tirkîyeyê û Yekîtiya Ewrûpayê de, di nav kurdan de nezelalîyek heye. Nerîn û argument gelek caran tevlihev dibin. Vêca mirov şaş dibe, carinan mirov nizane, bê em kurd çi dixwazin. Dostên kurdan jî gelek caran ecêbmayî dimînin.

Weke xeteke stratejîk, gelo kurd li gel entegrasyoneke polîtîk ya Tirkîyeyê bi Yekîtîya Ewrûpayê re ne, an na? Ez gotina entegrasyona polîtîk bi zanatî bi kar tînim. Ev entegrasyon prosesek e, çil sal in ko berdewam e û dê hêj bi salan jî biajo. Endametî, an berendametî qonaxeke vê stratejiyê ye.

Pêwist e ko kurd berî hertiştî, di vê mijarê de xwedîyên helwêsteke dîyarkirî bin. Mixabin, di polîtîkaya neteweyî de xetên me yên sereke -xetên neteweyî yên sor- yên ko li gora kesan û rêxistinan neyên guherîn, tune ne. Em ji vî alî de piştkul in. Digel vê rewşa me jî helbet em dikarin konsesusekê (hevahengî û yekdengiyekê) peyda bikin. Ji bo vê yekê, hewce ye ko tevgera kurd û kesayetên di nav civata kurd de xwedîrûmet in, di vê stratejiyê de helwêsteke hevbeş dîyar bikin.

Pêwist e ko em berî her tiştî,
- Mekanîzmên YEyê yên birêveberiyê û sîstema xebata wan binasin,
- Yasa û peymanên YEyê hîn bibin,
- Stratejîya YEyê ya ji bo peywendiyên li gel Tirkîyeyê baş bizanin.

Polîtîkayên YEyê di demeke dirêj de tên dîyarkirin. Biryarên tên dayin jî wisan in. Vêca em kurd di rojên dawîyê de, bi meseleyan dihesin û eger mecal bi me hinekan re hebe, em dibezin diçin ber deriyê wan û ji wan dixwazin ko bi ya me bikin. Bê guman, tu tesîreke me nabe. Bi rêzdarî guhdariya me dikin. Lê dema em bi wan re diaxivin, ji xwe di komîsyonên wan ên şêwrê de çarçoveya biryarên ko dê bêne dayin diyar bûne. Em divê vê yekê biguherînin. Hay ji teqwîma YEyê hebin û bi taybetî yekdeng bin. Bi kêmasî, kurdên ji derveyî apoyîyan divê siyaseteke hevbeş tayin bikin, sê serî û çar serî nabe. Ev niqte pirseke sereke ye. Rewşa tevgera bakurê Kurdistanê, rewşeke jihevketî ye, em wisa nikarin dîplomasiyeke berhemdar û rêzgirtî bimeşînin.

Em werin ser bersivan.
Ez ji mêj ve bi nêrîna entegrasyona polîtîk re me. Nêzîkbûna Tirkîyeyê bi YEê re, heta radeya endametiyê, stratejiyeke rast e û bi dûrbînî di berjewendiya kurdan de ye. Stratejîya ewrûpîyan ya beramberî Tirkîyeyê di dema „Şerê Sar“ de û niha cuda ye. Berê, rojavayîyan Tirkîye li Rojhilata navîn weke „qereqoleke dijî komunîzmê“ didît û wisa alîkarî dikir, peywendîyên xwe didomandin. Îroj, ji bo peywendiyên Asya navîn û Rojhilata naverast ji bo wan pireyek e û „li dijî terorîzma navneteweyî qereqolek e“, ew terorîzma ko fanatîzma dînî û nîjadperestî ji xwe re kirine bingeh û dînê Îslamê jî kiriye perde. Di demokratîzekirina dewlet û rejîmên Rojhilata navîn de, peywendiyên amerîkîyan û YEyê bi Tirkiyeyê re giring in. Belê, di Tirkiyeyê de olîgarşiyeke nasyonalîst-şovenîst û milîter heye. Lê divê mirov bizane ko amerîkî nikarin bi operasyonên leşkerî midaxeleyî her deverê bikin. Ev dibe ko ne rast be jî. Di vê çarçoveyê de, peywendiyên Tirkîyeyê û YEyê giring in. Divê ev proses, ev entegrasyon neyê birîn û pêş bikeve. Kurd divê piştgirîya vê stratejiyê bikin.

Bi vê nirxandinê ve girêdayî, ez li gel im ko YE roja 17ê Çileyê Paşîn biryareke pozîtîf bide. Û biryar jî dê pozîtîf be.

Bi baweriya min, mesele ne biryareke „erê, an na“ ye. Biryar erê ye. Pirsa giring, dê bi vê biryarê re qonaxeke çawa û kengî dest pê bike, çend salan bidome û dê çarçoveya şertan çi be. Pirsên ji bo kurdan giring ev in.

Em divê polîtîkaya xwe li gora van rûdanan û hewceyîyên nu dîyar bikin.

Çarçoveya siyaseta me kurdan divê çi be?

Bi raya min, em divê di siyaseta xwe de du kategorîyan tesbît bikin. Yek, çarçoveya neteweyî ya ko filan partî, bêvan grûp, dezgeh an kesayetî nikaribe pê bilîze, li gora daxwaz û nêrînên xwe nikare biguherîne. Em bibêjin; Charta Neteweyî (sond û peymana kurdên bakurê welatî ya neteweyî û navxweyî).

Kategorîya duyemîn, daxwazên ko di rewşa îroj de di nav sînorên dewleta Tirkîyeyê de karibin bi cîh werin. Daxwazên kategorîya duyemîn divê mîsaqa kurdan qels neke, pûç neke, berevajî bi hêz bike. Lê, Charta Neteweyî jî divê di rewşa îroj de nebe sedem ko em di siyasetê de bikevin helwêsteke maksîmalîst û bi vî halî tevgera xwe qels bike û ji dinya demokrat tecrît bibe. Divê ev xeter hertim li pêş çavên me be.

Em xelkekî xwedîyê nasnameyeke dîrokî ne (gelê kurd), welatekî me heye (Kurdistan), çandeke me ya geş heye, zimanekî me yê dewlemend (kurdî, yek ji sed zimanên nivîsarî ko herî zêde tên axaftin) heye û ji mafê me ye ko em li ser axa bavê û kalên xwe, da û dapîrên xwe bi azadî bijîn û xwe bi xwe îdare bikin. Ev stûnên Charta me ya neteweyî ne.

Niqteya duyem, Dewleta Tirkîyeyê li ser du perçeyên coxrafîk hatiye avakirin. Anatolîya û Mezopotamyaya jorîn. Mezopotamyaya jorîn bakurê Kurdistanê ye, welatê me ye. Em li ser axa xwe dîl in. Dewleta Tirk, di asta siyasî de, dewleta miletê tirk e û ne ya kurdan e. Kurd miletekî din in. Vê dewletê dest daye ser me. Dinya jî û YE jî divê vê rastiyê bibîne û qebûl bike. Em kurd divê bi wan bidin qebûl kirin. Stûna siyaseta me ya ji bo kategorîya yekem divê ev be.

Çarçoveya daxwazên me yên kategorîya duyem dikare dem dem biguherin.

Bi bawerîya min, îroj divê daxwaza me ya herî mînîmal, daxwaza statuya Flemanan û Katelanan be. Di pêvejoya danûstandinan de, divê em li ser vê çarçoveyê kar bikin û ewrûpîyan îqna bikin.

Ev proses dê bi kêmasî deh salan bidome. Struktura Iraqê ya siyasî her ko diçe zelal dibe. Bi bawerîya min, dinyaya demokrat dê rê bide Dewleta Kurdistanê. Rûdanên siyasî ber bi vê derê ve ne.

Em kurdên bakurê welatî, divê di siyaseta xwe de xeteke duserî bimeşînin. Ji alîyekî ve, entegrasyona navxweyî bi başurê welatê xwe re xurt bikî, ji alîyê din ve bi nasnameya xwe ya kurd û Kurdistanîtîyê ve di ser rêya Enqereyê re xwe bigîhînin Brûkselê.

Divê em hesabê vîzyoneke siyasî ya pêncî salan bikin. Piştî panzdeh-bîst salan, dibe ko tu qîmet û giranîya sînorên navbera deverên bakurê Kurdistanê, yanî sînorê Yekîtîya Ewrûpayê û Dewleta Kurdistanê nemînin. Em jî divê karên xwe wisa bikin, da ko bê şer û xwîn ev sînor hîç û pûç bibin.

Kurdistaneke wekî Katalanyayê di nav sînorên Tirkîyeyê de ko dê endama Yekîtîya Ewrûpayê be, dê entegrasyona navxweyî ya kurdan hêsantir bike.

Bi raya min, divê em plan û programên xwe li gora vê vîzyonê amade bikin û ji bo pêkanîna wê çalak bin.