| |
| 2004-11-22 01:11 |
| Seîd Aydogmuş: Ev pêvajo dê têkoşîna me xurttir bike |
| Seîd Aydogmuş |
| bazbend@hotmail.com |
|
STOCKHOLM, 22/11 2004 —Ez jî yek ji wan kesan im ko vê pirsê weke pirseke demokrasîyê dibînim. Ez weha bawer dikim ko ev pêvajo, yanî di 17ê Çileya Pêşîn de dana biryara destpêkirina mizakereyên li gel Tirkîyeyê, dê li Tirkîyeyê bi kêrî pêşdebirin û geşkirina pêvajoya demokrasîyê bê.
Tevî ko ev yek dê têkoşîna rizgarîya me kurdan otomatîk pêk neîne jî lê dîsan dê tesîreke erênî li têkoşînê bike û şertên wê bistewîne.
Bi qasî ko ez dizanim, di mewzûata Yekîtîya Ewrûpayê û Krîterên Kopenhagê de û di qaîdeyên hiqûqa navneteweyî yên ko hê jî derbas dibin de jî tu maf û daxwaz tune ye ko ji mafên mînorîtetan wêdetir be û herweha nikare hebe jî. Loma jî gava em, yanî mixalefeta kurdan di pirsa minaqeşeya endametîya Tirkîyeyê de, ji vê daxwazê wêdetir tiştekî taleb bikin dê ji derveyî xwezayîya pirsê be jî. Ji xwe, ev pêvajo dê ji bo têkoşîna tevgera kurd ya neteweyî û demokratîk, yanî ji bo têkoşîna tayinkirina çarenûsa xwe jî nebe asteng, lê dê wê xurttir bike û divê jî bike. |
|
|