| |
| 2004-11-21 00:35 |
| Evdirehmanê Gundikî: Divê kurd doza mafên xwe li YEyê bikin |
| Evdirehmanê Gundikî |
|
|
STOCKHOLM, 21/11 2004 — Ez dixwazim ko Yekîtîya Ewrûpayê di 17ê heyva 12an de, biryareke weha bide û herweha bi biryara xwe nîşan bide ko tirk nikarin wê bixapînin. Rêya vê yekê jî ew e Yekîtîya Ewrûpayê di civîna xwe de, ji tirkan re bibêje ko hûn niha nikarin bi me re dest bi mizakereyên endametîyê bikin. Ji ber ko ji bo Tirkîye karibe bibe endama YEyê, divê ew xwe bi temamî li gora prensîp û hêjayîyên YEyê biguharîne. Divê Tirkîye bizane û herweha YE vê yekê jê re eşkere bibêje ko Tirkîye dê bibe endama YEyê, ne ko YE dê bibe endama Tirkîyeyê.
Heger YE bêyî ko Tirkîye xwe li gora prensîp û hêjayîyên YEyê biguharîne, biryareke erênî ji bo tarîxa destpêkirina mizakereyan bide, hingê dê bête wê wateyê ko ew Tirkîye di înkarkirina gelê kurd û xapandina Ewrûpayê de teşwîq dike. Ez vê yekê ji bo me kurdan weke xetereke pir mezin dibînim. Loma jî divê mirov lê miqate be ko tiştekî weha pêk neyê.
Ji ber ko Cumhûrîyeta Tirkîyeyê îroj jî lê dixebite ko Lozanê nû bike. Ji ber vê yekê, qîma xwe bi guhartinên şiklî tîne û dixwaze bi vî awayî îdîa bike ko wê prensîpên YEyê pêk anîne. Lê ev ne rast e û loma jî ez dixwazim ko YE di 17ê heyva 12an de biryareke neyînî bide.
Divê em kurd dozê li yêkîtîya Ewrûpayê bikin û ji wan re bibêjin ko heta tirk mafên kurdan yên neteweyî qebûl nekin û di piratîkê de jî li gora prensîpên Yêkîtîya Ewrûpayê hiqûqa xwe neguharîne, divê rê ji endamatîyê wê ya Yêkîtîya Ewrûpayê re neyê vekirin.
Heke YE biryara mizakereyan bide, hingê ez di xwazim ko Yêkîtîya Ewrûpayê kurdan jî wekî neteweyekî heqaretlêbûyî qebûl bikin û kurdan jî li gel tirkan mixatabê danûstandinên dewra têkilîyan bihesibînin û kurd jî bi tirkan re bikevin civinên Yekitîya Ewrûpayê. Tu mafê tirkan tune ye ko li ser navê kurdan temsîla kurdan bikin. Herwiha mafê Yêkitîya Ewrûpayê jî tune ye ko ew jî li gora dilê xwe hin şexsan bibijêrin û bibêjin ko ew temsîla kurdan dikin. Divê bi şêweyekî berfireh dezgehên kurdan yên demokratîk û siyasî tev de temsîlekê ji nav xwe bibijêrin û rê bikin civînên Yêkîtîya Ewrûpayê. Herweha divê Yekîtîya Ewrûpayê rêyekê peyda bike ko kurd karibin xwe bi awayê ko min li jorê behs kir, temsîl bikin. Ji ber ko heta ko kurd xwe bi xwe temsîla xwe nekin, ev mesele çareser nabe û problem dê berdewam bin. Li gora bawerîya min, mafê kurdan e jî ko wekî miletekî ji tirkan cida û wekî hemî miletên Yekîtîya Ewrûpayê jî li gel çand, ziman û hebûna xwe ya milî, li gel YEyê bijîn û ji bo pêkanîna prensîpên Yêkîtîya Ewrûpayê bibin pişt û pal.
Heke hat û Yekîtîya Ewrûpayê bêyî ko kurdan bihesibînin û bes bi tirkan tinê re rûne û tirkan di nava xwe de qebûl bike û guh nede kurdan, wekî xuya ye, dê welê jî bike. Bawerîya min ew e ko ev cîhana em îroj tê de dijîn, ne cîhana duhî ye û sistema birêvebirina cîhanê tête guhartin. Li gel van guhartinan, divê em kurd jî bi yêkdengî, dengê van neheqiyên li me têne kirin, li ser bingehê dozdarîya neteweyê kurd bigihînîn sîstema cîhana îroj.
Bi vê yekê ve girêdayî, heke tirk bikevin nava kêşeya danûstandinên li gel Yêkîtîya Ewrûpayê, divê em kurd bêyî ko ji tu mafên xwe yên neteweyî tenezilan bikin, doza mafên xwe li Yekîtîya Ewrûpayê bikin û divê ev bi şêweyekî rêxistinî be. Divê em kurd êdî mixatabê xwe Yekîtîya Ewrûpayê bibînîn, ne tirkan. Li gora bawerîya min, divê em kurd rêxistinên xwe yên siyasî û hemû dezgehên xwe yên demokratîk di bin sîwana berjewendîyên kurd û Kurdistanê de bicivînîn û bi şêweyên nûjen dengê xwe bigihînîn cîhanê û YEyê. |
|
|