Skip Navigation Links
Kurdî » Kurd û Europa : Kemal Burkay: Rizgarîya me jî, bindestîya me jî di dest me da ye
 
2004-11-20 00:47
Kemal Burkay: Rizgarîya me jî, bindestîya me jî di dest me da ye
Kemal Burkay
STOCKHOLM, 20/11 2004 — Malûm e, em dixwazin Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa (YE), lê bi şertê ko pîvanên endametîyê bi cî bîne. Bi taybetî jî Şertên Kopenhagê. Ango sîstema xwe bike demokratîk û di vê çarçuvê da ji bo çareserîya pirsa Kurd jî gavan bavêje. Lê Tirkîyê bi salan ling da erdê û ev tişt ne kir. Ne di ware demokrasîyê da gavên mezin hatine avêtin ne jî ji bo naskirina heq û azadîyên Kurdan tiştekî berbiçav hate kirin. Guhartinên ko di qanûnan da hatine kirin jî berê tiştekî nagrin û di pratîkê da jî bi cî nayên, ango li ser kaxizê dimînin.

Herçiqas rapora Komîsyona YE dibêje Tirkîyê Şertên Kopenhagê bi cî anîne, ev ne rast e. Tirkîyê heqê perwerdeyî ne da 20 mîlyon Kurd. Çend qursên zman wek tiştekî sosret e, xapandin e û bo me şerm e. Heqê perwerdeyî divê ji dibistana pêşîn heya zanîngehê bi zmanê dayikê be û divê dewlet vê xizmetê bi xwe pêk bîne.

Tirkîyê heqê weşanê ne da Kurdan, ko ew heq di Peymana Lozanê da jî heye û heya îro, 80 sal e hatîye paymalkirin. Di heftê da nîv saet weşan wek henek e, xapandin e û şerm e bo me. Heqê weşanê divê bê sînor be û digel sazîyên taybetî, dewlet jî vê xizmetê pêk bîne.

Her usa, Tirkîyê ji bo avakirina partî û komeleyên Kurd hîn rê venekirîye.

Bona vê yekê, Tirkîyê girtina tarîxê ji bo dan û standinê heq ne kirîye û ez naxwazim YE tarîxa destpêkirina dan û stendinê bidîyê.

Di nav me Kurdan da jî hin kes dibêjin, ger tarîxê bidin Tirkîye ber bi demokratîyê her biçe û ji bo Kurdan jî wê baş be. Ger nedin Tirkîye zêdetir bibe mîlîtarîst û li ser Kurdan jî bişidîne.

Lê Tirkîye, ger tarîx bigre, gelo êdî hevce dibîne ko gavên teze bavêje? Ji nuha va dibêjin ku, çi hewce ye me kirîye û bila tiştekî teze ji me nexwezin...“ Her usa jî, bê YE jî Tirkîye tenê dimîne û bedêla xwe di warê aborî û sîyasî da mezin e.

Helbet YE, ne gor maf û daxwaza me Kurdan, lê gor mafên xwe biryarekî wê bide, usa xuya ye ko tarîxekê wê bide Tirkîyê.

Lê bi tarîx girtinê ne ji bo Tirkîyê ne jî ji bo me Kurdan hertişt xilas nabe. Tirkîye di nav salekî-du salan da nabe endam, ewê bi kêmayî 10 salan bikişîne. Tirkîye divê di van deh salan da him di warê Aborî, him jî di warê demokratî da xwe nêzikî standardên Ewrûpê bike.

Ev guhartin, her usa jî girêdayî hêzên demokratîk e, girêdayî xebat û çalakîyên wan e li Tirkîyê. Destxistina maf û azadîyên Kurdan jî bi xebata Kurdan girêdayî ye.

Di nav Kurdan da gelek kesan hêvîya xwe bi Yekitîya Ewrûpê ra girêdane. Wekî ew ji me ra bavitîyê bike û zorê bide ser Tirkîyê, me „xilas ke“... Ev helwest gelek şaş e. Divê Kurd berî her tiştî bawerîya xwe bi xwe bînin, çalak bin, li meydana kar û xebatê bin. Rizgarîya me jî, bindestîya me jî di dest me da ye.

Em li Kurdistana Bakûr û li Tirkîyê (herêmên rojava) ji 20 mîlyonî zêdetir in. Dema em xweş rêz bin, çalak bin em dikarin him li welat, him li der welat, ango di warê navnetewî da dengê xwe bidin bihîstin û him Tirkîye, him jî Ewrûpa û dinya hisêbê me bike. Ger em sist bin, bela wela bin, li meydana kar û xebatê ne bin, kes jî guh nade me.