|
|
| |
| 2004-11-19 15:35 |
| Vildan Tanrikulu: Berê pîvanên Kopenhagê bi cîh bînin |
| Vîldan Tanrikulu |
| vildan@roni.se |
|
Berê pîvanên Kopenhagê bi cîh bînin û dû re werin mizakereyan!
STOCKHOLM, 18/11 2004 — Ez hêvî dikim ko Konseya Wezîran ya YEyê di 17ê meha 12an de, ji nûnerên Komara Tirkîyeyê (KT) re bibêje ko “mixabin, ji 1999an heta îroj 4 sal wexta we hebû ko hûn pîvanên destpêkirina mizakereyên ji bo endametîya YEyê pêk bînin, lê rewş ne wisa ye. We hîn jî pîvanên Kopenhangê yên herî giring bi cîh neanîne. Loma jî em biryarê didin ko heger hûn heta 2 salan pîvanên Kopenhangê bi cîh bînin, em dê hinge karibin yekser dest bi mizakereyên endametiyê bikin”. Yanî divê ew kurt û kurmancî, ji Tirkîyeyê re bibêjin ” Berê pîvanên Kopenhagê bi cîh bînin û dû re werin mizakereyan!”
Helbet, ev daxwaza min e. Lê gelek îşaret henin ko Tirkîye dê di vê civînê de tarîxa mizakereyan bistîne. Ev tarîx dê girêdayî hin şertan bin. Lê ew dê ne şertên wisa bin ko li Kurdistana Bakur di warê maf û daxwazên gelê kurd ên bingehîn de, ji bo me welatparêzên kurdan tatmînkar bin.
Sedemên min yên ji bona vê daxwazê ew in ko dema Tirkîye, bêyî ko pîvanên Kopenhagê yên sîyasî bi temamî pêk bîne dest bi mizakereyên endametiyê bike, hingê pêvajoyeke wisa dest pê dike ko hem ji alîyekî ve Tirkîye êdî “zimmen” weke dewleteke demokratîk tête qebûlkirin û hem jî ev pêvajo, pêvajoyeke bêdawî ye ko kurd êdî dê mecbûr bin ko li hember hemû YEyê têbikoşin.Ango hêzên ko dive em li dijî wan têbikoşin dê firehtir bibin. Loma jî ne di berjewendîya gelê kurd de ye ko tirk di vê rewşa sîyasî de karibin ji bo destpêkirina mizakereyên endametîyê, biryara tarîxekê ji vê civînê bi dest bixin!
KT, hîn jî 6 peymanên navneteweyî ko li gora pîvanên Kopenhagê û li gora pîvanên destpêkirina mizakereyan pêwîst in, îmze nekirine û nexistine sîstema hiqûqa xwe. Ew peymanên ko Tirkîye ji îmzekirina wan direve, an jî wê bi derengî dixîne, yekser bi maf û azadiyên kurdan ve girêdayî ne. Ev tişt bi serê xwe têr dike ko YE divê destpêkirina mizakereyan texîr bike.
Xaleke din jî ew e ko ji alîyê exlaqê sîyasî ve, ne di cîhê xwe de ye ko em çi kurd bin çi jî ne kurd bin, di her halî de divê em qebûl nekin ko li deverekê bêhiqûqî pêk bê. Ango divê em qebûl nekin ko bêyî ko Tirkîye şertên vê endametiyê bi cîh bîne, dest bi mizakereyên endametîyê bike û karibe bibe endama YEyê. Bi qeneeta min, ev yek jî gelek giring e. Heger em kurd wisa bifikirin ko “her çend Tirkîye ne layiqî endametîyê ye jî dîsan ji bo me baş e” hingê em dê xeletiyeke gelekî mezin bikin. Ji ber ko pragmatîzm, felesfeya serdestan e û bi tenê serdest dikarin ji pragmatîzmê îstîfade bikin, ne yên bidestên mîna me! Li alîyê din jî destpêkirina mizakereyan hem ji alîyê sîyasî ve û hem jî ji alîyê aborî ve dê gelek îmkanên nû bide Tirkîyeyê ko em dê nikaribin tesîreke mezin lê bikin. Ji ber ko ev pêywendî pêywendîyeke navdewletî ye û her çi qasî rêxistinên derveyî dewletê bi awa û îmkanên cuda dikarin tesîrê li vê pêvajoyê bikin jî dê îmkanên me yên kurdan ji îroj gelek kêmtir bibin.
Heger hat û Konseya Wezîran ya YEyê di 17.12.2004an de tarîxek ji bo destpêkirina mizakereyên endametiyê bêyî şertên ko em kurd jê razî bin bide Tirkîyeyê ko ev îhtîmalek mezin e, bê guman ev gaveke giring e ko “Lozan” dê bête nûkirin. Lê ne dawîya Dinyayê ye! Ji xwe, heger Tirkîye heta niha bi ser ketibe, baş tête zanîn ko sedema bingehîn ew e ko em kurd DI SEWÎYEYA NETEWEYÎ de ne xwediyên ÎRADEYEKE SÎYASÎ YA MIŞTEREK in. Ango gelo YE dê li Kurdîstana Bakur, kîjan hêz yan jî kîjan dîtinan mîna daxwazên kurdan yên bingehîn ji xwe re esas bigire û biryarê bide? Heger em karibin bersiva vê pirsê bidin, yan jî di rewşa me ya sîyasî ya li Kurdîstana bakur de, xwe têxin şûna desthilatdarên YEyê, bi baweriya min tiştên ko divê di pêvajoya mizakereyan de em pêk bînin derdikeve holê! Ez vê yekê bi kurtî bi van xalên jêrîn de tînim zimên:
a) Berîya hertiştî, divê welatparêzên Kurdistana Bakûr (hêzên sîyasî, demokratîk, civakî û şexs bi tevahî), li ser guherandinên ko divê KT li gora hiqûqa navneteweyî û hiqûqa şertên endametîya YEyê, di pêvajoya mizakereyan de (ku bi kêmanî dê 10 salan dom bike) pêk bîne, gelek zelal û bi bingeh tesbît bikin û li ser vê yekê li hev bikin. Nabe ko em hem ji alîyekî ve ji YEyê “federasyonê” taleb bikin û ji alîyekî din ve jî em li ser gotina “kêmneteweyan, mafê kêmneteweyan” qiyametê rakin! Ji xwe, tu desthilata YEyê tune ye ko ji xelqên din re “statuyên sîyasî” bide tesbîtkirin. Di hiqûqa YEyê û ya navneteweyî de bi tenê “mafê bikaranîna tayinkirina qedera xwe” cîh digire. Ango, divê em kurd li ser siyaseta pêywendîyên endametîyê ya di navbera KT û YEyê de ji xwe re “PEYMANEKE NETEWEYΔ îmze bikin û dev ji minaqeşeyên “kêmnetewe, pîvanên Kopenhangê û hwd” berdin. Talebên wisa hem civata kurd û tevgera kurd parçe dike (tê zanîn ko hêzên ji dewleteke serbixwe diparêzin, heta ko hêz û komên ko “hevwelatîya azad” diparêzin hene) û rewşek wisa dengê kurdan û hêza kurdan qels dike! YE dê ji bo kurdan li gora kîjan “statuya sîyasî” hereket bike? Bi qenaeta min, ev “PEYMANA/BEYANNAMEYA NETEWEYΔ bi tenê divê ji van herdu xalan pêk bê:
1- Divê xala destpêkê û xalên 1, 2 û 3 ya Qanûna Esasî ya KT bêne guherandin, bi vê guherandinê re nasnameya kurdan bi hemû maf û azadîyên li gora peymanên navneteweyî bêne qebûlkirin. Divê mirov ji bîr neke ko li gora Qanûna ko îroj derbas dibe, teklîfkirina guherandina van xalan jî qedexe ye!
2- Ji bo kurdan serbestîya xebata sîyasî ya bi nasnameya neteweyî, divê bi qanûnê ve bête misogerkirin, da ko kurd karibin hedefa dewleta serbixwe jî tê de, xwe bi rêxistin bikin û îradeya xwe ya sîyasî ya li ser pêşeroja welatê xwe derxîne holê! Wê demê em dê bibînin yên “Tirkîyeyî” û “Kurdîstanî” kî ne û yê “Tirkîyeyî” çi qasî dikarin li Kurdistanê bi cîh bibin! Bi qenaeta min, gelek daxwazên din yên ko bi gelek minasebetên cuda ji alîyê gelek hêz û rêxistinên cuda yên kurdan ko hem li ewrûpayê hem jî li Kurdistanê tên pêşkêşkirin, di eslê xwe de netîceyên xwezayî yên van herdu guherandinan in.
b) Divê gelê kurd li Kurdistana Bakur di van 10 salên pêş de, xwe ji îroj deh qatan zêdetir bi rêxistin bike û tesîra rêxistinên Kemalîst yên di nav civata kurd de bîne sewîyeya herî qels. Heger “ÎRADEYEKE SÎYASÎ YA MIŞTEREK DI SEWÎYEYA NETEWEYΔ de li pişt “PEYMANEKE NETEWEYΔ nesekine, eşkere ye ko dê tu kes guhdarîya me nekin û ew ê li gora dilê xwe hereket bikin. Ev pirs jî ne ya YEyê ye. Ev pirs pirsa me bi xwe ye û divê em bi xwe çareser bikin! “Kurê xelqê” nayê me bi rêxistin nake!
Kurd dive vê yekê pir eşkere bibêjin; heta ko gelê me bi rêya rêxistinên xwe, îradeya xwe ya sîyasî bi awayekî azad dernexîne holê, tu “statuyeke sîyasî” ya ko di pêvajoya endametî û mizakereyan de bête tesbîtkirin, nikare bibe çareserîyeke domdar, qebûlbar, demokratîk û adil.
Ez dixwazim di dawîyê de bibêjim ko heta 17-12-2004an, heta ko ji me tê, divê her kurdek li welatê ko lê dijî tesîrê li ser civat û hikumetên wan welatan bike.
Ya ji her tiştî girîngtir jî ew e ko divê em hêvîyên xwe wenda nekin. Lozana yekem çawa bi dirêjahîya 80 salan bi ser neketibe û doza kurd nehatibe tefandin, heger Lozana dûyem pêk bê jî ew dê weke ya berê bi ser nekeve. |
|
|
|
|
|
|