| |
| 2002-11-04 12:37 |
| ::: Daxuyanî, 4/11 2002 ::: |
| KK-Edîtor |
|
|
Portaleka nû ya nûçe û enformasyonê: »Kerkûk Kurdistan e« www.kerkuk-kurdistan.com
Sibe, 5-ê çiriya-paşiyê sala 2002-yê, portala kurdî ya nûçe û enformasyonê »Kerkûk Kurdistan e« dest bi weşana xwe dike.
»Kerkûk Kurdistan e« portaleka serbixwe ya nûçe û enformasyonê ye û armanca wê ew e ko bûyer û qewimînên li Kurdistanê û cihanê rûdidin bi perspektîveka xweser û kurdî rave bike.
Ev portal bi insiyatîfa hinek kesên serbixwe ava bûye û em hêvî dikin ko her kurdekê/a li her devereka cihanê li gor karîn û imkanên xwe agahdarî, nûçe û nivîsaran ji me re rêke da em vê portalê bikin bingeha enformasyonê bo hemî kurdan li hemî deran.
Portal bi çar zimanan (kurdî, tirkî, erebî û ingilîzî) weşanê dike û di bin her zimanekî de nûçe, nivîsar, kultur, hevpeyvîn û belge hene. Bi kurdî beşa »Edîtor« jî heye ko tê de polîtîkaya sereke ya portalê têt diyar kirin.
Peyamnêrên me ji hemî beşên Kurdistanê nûçeyan ji me re verêdikin û di vê dema nêzîk de em dê lêbixebitin ko gelekê li ser başûrê Kurdistanê rawestin ji ber qedera miletê kurd, man û nemana miletê kurd niho bi wê derê ve hatiye girêdan.
Ji îro û pê ve em dê deriyekê nû li ber rojnamevaniya kurdî vekin û heta ko ji me bêt em dê imkan û teknîka nû bi kar bînin da bi xurtî û berfirehî bikarin xwe bigihînin hemî kurdan li hemî deran. Em bi vê portalê astengên di nêvbera kurdên parçeyên cida de kêm dikin û bi herdu alfabeyan û bi du zaravayên kurdî (kirmancî û soranî) weşanê dikin.
Ji termînolojî, ziman, helwêst û siyaseta sereke ya portalê jî diyar e ko em ti tixûban nas nakin û ji me re Kurdistan her Kurdistan e û tenê ji bo diyarkirina aliyên cografîk yên Kurdistanê hinek caran em dibêjin "bakurê Kurdistanê", "başûrê Kurdistanê" û hwd. Yan ne bo nimûne em dê bibêjin "Parlamentoya Kurdistanê" û hew.
Me bi zanebûn navê portalê kiriye »Kerkûk Kurdistan e« da em ji bo dewletên cîran diyar bikin ko kurd ji kurdistaniyeta Kerkûkê xwe paşgav nakin û li ser me bi çi bibe mal bila bibe, em dê her Kerkûkê biparêzin.
---------------------------------------
E-poste: info@kerkuk-kurdistan.com URL-adres: www.kerkuk-kurdistan.com |
|
|