| |
| 2002-10-27 01:45 |
| Armanca me |
| Desteya birêvebiran |
| info@kerkuk-kurdistan.com |
|
»Kerkûk Kurdistan e« portaleka serbixwe ya nûçe û enformasyonê ye û armanca wê ew e ko bûyer û qewimînên li Kurdistanê û cihanê rûdidin bi perspektîveka xweser û kurdî rave bike.
Ji navê portalê jî diyar e ko em giringiyeka xweser didin nasnameya kurdî ya bajarê Kerkûkê û hertim nûçeyên ko behsa bajarê Kerkûkê û problema Kerkûkê dikin dê cihekê xweser di vê portalê de bigirin.
Ev portal bi insiyatîfa hinek kesên serbixwe ava bûye û em hêvî dikin ko her kurdekê/a li her devereka cihanê li gor karîn û imkanên xwe agahdarî, nûçe û nivîsaran ji me re rêke da em vê portalê bikin bingehê enformasyonê bo hemî kurdan li hemî deran.
Portal bi çar zimanan (kurdî, tirkî, erebî û ingilîzî) weşanê dike û di bin her zimanekî de nûçe, nivîsar, kultur, hevpeyvîn û belge hene. Bi kurdî beşa »Edîtor« jî heye ko tê de polîtîkaya sereke ya portalê têt diyar kirin.
Peyamnêrên me ji hemî beşên Kurdistanê nûçeyan ji me re verêdikin û di vê dema nêzîk de em dê lêbixebitin ko gelekê li ser başûrê Kurdistanê rawestin ji ber qedera miletê kurd, man û nemana miletê kurd niho bi wê derê ve hatiye girêdan.
Her nivîskar ji nêveroka nivîsara xwe berpirs e û bêguman edîtorê portalê ji qewareyê hemî nêverokê û birêvebirina portalê berpirs e.
Em dixwazin ko kurdên bakur aktîv beşdariyê di vê portalê de bikin û armanceka me jî ew e ko em agahdariyên berfireh yekser ji başûrê Kurdistanê bigihînin wan, ji ber ko kurdên bakur niho di bin bombardimana medyaya Tirkiyeyê de mane û nizanin ka li başûrê Kurdistanê çi dibe.
»Kerkûk Kurdistan e« û em dê hertim alaya kurdistaniyeta Kerkûkê hildin ber perên asimanan.
Desteya birêvebiran |
|
|