DIYARBEKIR, 28/1 2008 — Operasyona li himber endamên Ergenekonê dewam dike û heroj agahiyên nû derdikevin ortê. Li gor nûçeyeka di rojnameya tirkan Hurriyetê de hatiye weþandin, Ergenekonê pêkanîna teqînekê di navbera merkeza hêzên hewayî û yên deryayî yên tirkan de û kuþtina Tayyip Erdoganî dane TAK-ê (Teyrebazên Azadiya Kurdistan). Apociyan dê ev herdu kar li ser daxaza Ergenekonê kiriban û haziriyeka temamî bo van karan hatiye kirin. Bixwîne

Nûçe 

DIYARBEKIR, 24/9 2007 — Generalê hêzên bejî yê tirkan, Ilker Baþbugî, di axaftineka di vebûna dibistana herbê ya erdî de got rewþa li baþûrê Kurdistanê qezençeka siyasî, hiqûqî eskerî û psîkolojîk gihandiye kurdan ko ticaran ne hatibû dîtin. Baþbugî got ev rewþ tesîrê li beþeke hevwelatiyên wan jî dike û dikare “modeleka aidiyetê” peyda bike. Baþbugî got gerek emerîka bizane, dem demê kirinê ye, ne yê axaftinê ye. Bixwîne

Careka din dijminên milletê kurd, dijminê aþtî û aramîyê, terorîstên tirsonek û bêbext êrîþek nemirovane birin ser devera Þingalê ko ordugahên Giruzêr û Sîba Þêx Xidirî bû. Di encama vê karesatê de sêdeyî 200 Kurdên bêguneh þehîd û birîndarbûn. Her ko referandûma Kerkûkê nêzîk dibe karesatên terorîstî jî zêde dibin. Armanca dujminan paþdaxistina referandûmê ye. Di van karesatan de jî tê dîtin ku, pirsa Kerkûkê ji bo dujminê kurdan pirsa man û nemanê ye. Bixwîne

Guhortinên 30 salên dawî, yên di meydana aborî de bûn, di meydana siyasî û eskerî de jî xwe didin pêþ. Hêjaye mirov hilbijartinên dawî yên li Tirkiyeyê, weke micadeleya hêzên etnîkî yên Tirkiyeyê bibîne. “Tirk” û belkî terefên dî yên gav bi gav nêzîkî îdareya dewletê dibin naxazin nav bikin, lê micadele; di navbera laz, gurcî, abxaz li aliyekê û mihacirên balkanî li aliyê dî de ye. Fermî yan ne, di demê pêþiya me de nakokî û tifaqên di navbera van gurubên etnîkî de, dê aþkere bibin û gurubên etnîkî di aþkeretir di siyasetê de xuya bibin. Bixwîne

DIYARBEKIR, 7/8 2007 — MIT-çiyê berê Mahir Kaynak dibêje; tirk 60 hezar eskerî amade dikin ko midaxeleyî baþûrê Kurdistanê bikin. Kaynak dibêje eskerî ji bo þerê gerîla amade dikin û perwerdeya gerîla didin eskerî. Mahir Kaynak ne terefdarê lawazkirina PKK-ye û ne teerfdare tirk midaxeleyî baþûrê Kurdistanê jî bikin. Mahir Kaynak dixaze tirk û kurd ni terzekê li hev bikin. Ihtimal heye ko egera îfþakirinê jî rêlêgirtina midaxeleyê be. Bixwîne

DIYARBEKIR, 4/8 2007 — Parlamenterên esil kurd sond xarin ko ew dê sadiqên dewleta tirk bimînin. Sonda meclisa tirkan bo herkesê wê sondê dixwe, heqareta herî mezin e. Miroveke sonda meclisa tirkan bixwe hêdî heqê wî/wê nîne behsa diristiyê bike. Tirkan ji beriya hilbijartinê propagande kirin ko Mesûd Barzanî xwe tevlî hilbijartinên Tirkiyeyê dike. Armanca wan ew bû ko endamên DTP-ê temamî di kontrola xwe de bihêlin û wisa bû. Yek kesek tenê jî derneket ko serî li ber tirkan netewîne. Têt îdia kirin ko kesên li ser navê DTP-ê ketine meclisa tirkan bi qebûlkirina dezgehên istxbarata tirkan bûne namzed. Bixwîne

Îro endamên meclisan tirkan dê sond bixwin. Dê diyar bikin ko ew sadiqên dewleta tirk in. Dewleta tirk dewleteka dagirker e. Bi tu rengî ne meþru û ne qanûnî ye. Meclis, qanûnên wê, îdare û mehkemeyên wê ne meþru û ne qanûnî ne. Meclisa tirkan meclisa dagirkeran e. Kurdistan bi hêzeka çekdar ya ji milyonekê zêdetir hatiye dagirkirin û dibin dagirkirinê de ye. Ne tenê Kurdistan tevaya Tirkiyeyê dagirkirî ye. Sondxarina sedaqetê bo dewleta dagirker dereceya herî jêr ya miroveke ji welateke dagirkirî ye. Xelkê dengên xwe dan we hon hilbijartin. Ne pêwiste hon sond bixwin ko hon dê sadiqê dewleta dagirker bin. Bixwîne

Tirkan ji destpêkê ve qerara xwe daye û dijberiya pêþketina demokrasî refahê li Rojhelata nêvê dikin. Naxazin kurd bi tu rengan bibin xwedî heq û naxazin kurd li ser rûyê erdê serbikevin. Lê ji ber sebebên taybetî, wek cihê coxrafî, peymanên bi xerbê re, dikarin bêyî zerereka mezin ji helwesta xwe bibînin dewam bikin. Heta niho jî xerb û þerq, temamî nizane ka tirk dê di niqteya dawî de helwesteka çawa bigirin. Ev hem zererê dide kurdan û hem jî zererê dide emerîkî û hevelbendên wan. Gerek ne bi gotin, lê bi kiryar tirk mecbûr bibin ko qerara xwe bidin û dinya alem bizane ew li kû derê ne û kî ne. Bixwîne

DIYARBEKIR, 15/6 2007 — Serokomarê tirkan cara didoyê jî teklîfa qanûênn meclisê paþ ve rêkir û rê li ber hilbijartina serokokmarî bi carekê girt. Hêdî kes nizane dê çi bibe û dê tirk xwe çawa ji vê kaosê rizgar bikin bi carekê ne diyar e. Ji aliyekê ve hindek general, berpirsyar û pisporên tirkan li Washingtonê kom dibin û planên dagirkirina baþûrê Kurdistanê amade dikin, planên ruxana hikûmeta AKP-ê dikin, çete bimbeyan diteqînin, serokomar qanûnan îptal dike û mehkemyên bilind li gor daxaza hindek hêzan qerara digire. Bixwîne

DIYARBEKIR, 6/6 2007 — Li gor nûçeyeka di World Tribune de hatiye weþandin, herêma Kurdistanê peymaneka eskerî bi hêza hevpeyman re îmze kiriye û peyman ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û qomandarên emerîkî yên li Hewlêrê ve hatiye îmze kirin. Li gor nûçeya World Tribune, salekê li ser peymanê kar hatiye kirin û dokumenteke 30 rûperî hatiye amadekirin ko xetên esasî yên peymanê tê de hatiye diyarkirin. Hêza hevpeyman dê merkezeka hevkariyê ya emniyetê li Hewlêrê veke. Bixwîne

Belkî gelek kes amade ne qebûl bikin ko terora li Hewlêrê bûyî bersiva axaftina Mesûd Barzanî ya li parlementoya Yekîtiya Ewropayê, yan axaftinên Mesûd Barzanî yên berê bû. Lê mimkin e ziyareteka dî ko berpirsyareke kurd hema hema di eynî wextî kirî, ji hindek hêzên herêmê re, ji axaftina Mesûd Barzanî ya li parlamenentoya Yekîtiya Ewropayê giringtir be. Berî vê bûyerê, bi kêmayî bûyereka dî ya balkêþ qewimî, lê wê bûyerê zêde bal nekiþand. Bixwîne

· DTP — Zewac nabe ”kapatma”
· Guruba Xebatê: Ji bo kesên ne tirk “xwezî bi wî yê dibêje ez
· Kerkûk, Amed, Mahabad, Qamiþlo; Dilê Kurdîstanê
· Sipas, Sipas Yûnanistan
· Niqteya balkêþ di beyana civîna MGK-ya tirkan de behsa Hizbu
· Abdullah Ocalan: Li piþt îdiaya jehrdayinê CIA heye
· Ibrahim Guçlu: Referandûma Kerkûkê ne di cih de ye
· DTP-ê kongreya xwe kir, lê lîsteya meclisa partiyê ne hatiye
· Ziyareta Yaþar Buyukanitî û xircira tirkan
· Henri Berkay: Operasyoneka ne bi eskerê peyade mimkin e
· Orhan Pamuk ji ber tirkan revî
· Daxuyana piþtgiriya Þêx Alî
· Rapora Gruba Derskirina Iraqê li gor dîtina tirkan û erebên
· Tayyip Erdogan: Bila eskerê emerîkî neyê bakurê Iraqê
· Zeyno Baran: Di sala 2007-ê de îhtimala înqilabeka eskerî, l
· Tirkan ji Emerîkayê xwestiye ko eskerên xwe nekiþînin baþurê
· KNC-Bakurê Emerîka: General Ralston ne bêteref e
· Gazî ji bo civîna Yekîtiya Netewî û Demokratîk ya Kurd li Me
· Yaþar Buykanit di çiriya pêþî de diçe Yûnanistanê
Nivîsar 

Piþtî xircireka mezin tirk hatin li niqteyekê sekinîn. Hêdî li Tirkiyeyê jî behsa lihevhatinê têt kirin. Her çenda lihevhatina têt behskirin ne diyar be jî, gutûbêjeka li ser rewþa kurdan û tirkan têt kirin. Ev gotûbêj dê rê li peymanan veke yan ne ne diyar e. Lê çend niqteyên ko ji axaftinên berpirsyarên emerîkî, tirk û kurd aþkere bûyî hene. Mirov dikare behsa lawaziyên rewþê bike û ji niqteyên aþkere, helwesta terefan û bûyerên mihtemel texmîn bike ka çi dikare bibe. Bixwîne

SWÊD, 21/7 2006 — Gruba Krîzên Navnetweyî di 18-ê vê mehê (temûz 2006) de raporek li ser Kerkûkê weþand. Medyaya tirkan herwekî rapor tiþteka gelek giring be derxist pêþ. Çendîn nivîskarên tirkan rapor kirin bingehê nivîsarên xwe, yan behsa wê kirin. Rapor di demê tirk dibêjin ew di midaxeleyî baþûrê Kurdistanê bikin de hat weþandin û ev jî bû egera ko rapor balkêþtir dibe. Rapora Gruba Krîzan bi carekê nêzîkî standardên navnetewî û ewropî nabe. Temamî li gor helwest û daxazên tirkan yên li ser Kerkûkê hatiye amade kirin. Heger mirov bibêje armanca vê raporê kûrkirina krîzê ye dê xelet nebe. Rapor daxazên tirkan teklîf dike. Bixwîne

SWÊD, 9/6 2006 — Helwesta Emerîkayê ya fermî ew e ko nabe Îranê çekên nukleer û teknîka çêkirina çekên nukleer hebe. Hindek dewletên Yekîtiya Ewropayê dixazin Îranê qane bikin ko çekên nukleer çêneke û lê negere teknîka çêkirina çekên nukleer peyda bike. Emerîkî jî dibêjin wan îmkanên dîplomasiyê hêj xelas nekirine. Lê omêda pispor û siyasetmedarên xerbî ji qanekirina Îranê ko dest ji programa zengînkirina uranyumê berde diþkê. Hingî diçe xerb nêzîkî demê qerarê dibe. Yanî heger Îran teklîf û tehdîdên xerbê qebûl neke, dê xerbî mecbûr bibin qerarekê bidin. Gelo îhtimala ko Îran bibe xwediyê çekên nukleer û teknîka çêkirina çekên nukleer bêyî þerê wê bêt kirin heye? Bixwîne

STOCKHOLM, 18/5 2006 — Di 25 saliya avakirina Federasyona Komelên Kurdistanê a li Swêdê, hemû karmend û rêvebirên wê pîroz dikim û jibo berdewamiya xebata wan serkeftinê dixwazim.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê wek ko bi armancên danîne ber xwe û bi kar û çalakiyên heta nuha pêkaniye, saziyek demokratîk û netewî ye. Di 25 salên xebata xwe de taybetmendiya xwe a wek saziyek kurdî netewî û demokratik parastiye. Jibo civaka kurdî a li Swêdê hewil daye xebatek hêja bike û gelek karê erînî kirine. Bixwîne

SWÊD, 16/5 2006 — Ziyareta serokê Komisyona Emniyeta Îranê Elî Larîjanî û civînên di navbera Mehmut Ehmedînejat û Tayyip Erdoganî de helwesta tirkan zelaltir nekir. Tirk naxazin Îran bibe armanca xerbê lê naxazin Îran bê bela ji vê krîzê bifelite jî. Îran û tirk du dost-dijmin in. Ji aliyekê ve bo hev xweþ dikin û ji aliyê dî ve qebra hev dikulin. Îran dixaze bi çend saroxên avêtin Qendîlî tirkan qane bike. Herçenda medyaya tirkan bi mebesta xurtkirina dijberiya Emerîkayê propagandeya Îranê kiribe jî berpirsyarên tirk giringiyeka mezin di topên Îranê avêtin Qendîlî de nabînin. PKK wek berê ji bo herdu aliyan jokêr e û herdu jî li gor lehîstokê wê bikar tînin. Bixwîne

· Kongreya Brûkselê û avakirina meclisa netewî ya kurd bo roja
· Celal Talebanî realîte anî bîra Birahîm Ceferî û tirkan
· Tirk dixazin apocî tenê di kontrola wan de bimînin
· Tecribeya baþûrê Kurdistanê — Modeleka nû ji bo rizgariya mi
· Analîza rewþa Kurdistanê li gor Modela Kognitivê
· Govend û Dîlan, sazbend û lîlan
· Nasname û Serkeftin an “xwezî ez tirk bûma”
· Çil salvegera Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye
· Hevpeyvina Eric Edelmanî lawaz bû
· Divê xem û xeyala me Dewleta Kurdistanê be û ji bo vê em xwe
· Polîtîkaya tirkî(ye)tîyê hêdî hêdî zîl dide û xwe aþkere dik
· Mesûd Barzanî hêjayî serokatiyê ye
· Tirk û tehdîdên wan
· Yekîtiya Ewropayê û mînorîtetiya kurdan
· Kurd û Yekîtiya Ewropayê
· Tu bi xêr nehatî Diyarbekirê Verheugen
· Þêrê sedsala 21ê li New Yorkê dest pê kir û dê li Kerkûkê bi
· Rapora li ser berendamtîya Tirkîyeyê ya ji bo Yekîtîya Ewrûp
· Ma Anna Lindh jî bû qurbana dînekî?
· Þampîyonîya Ewrûpayê li Yûnanistanê pîroz be!
Kultur 

gotin nîne
ne ziman e
henek e
derew e
de here
pa çiye li nav me 
Bixwîne

DIYARBEKIR, 14/5 2005 — Wek usûleke adetî em jî dixwazin bi bersivdayîna pirsa "Çima kovarek nû û çima BÎR?" dest pê bikin û sedemê derçûn, armanc û rêbaza xebata xwe dîyar bikin. Bêguman wek hebûneke civakî û dîrokî, li hember komelga û mirovatiyê berpirsyarî û wezîfeya me heye. Îro berpirsyarî û wezîfeya me çi ye? Dema em her yek armanc û daxwazên dilê xwe bi rewþ û þertên heyî ra raberî hev bikin, wezîfeya me jî dîyar dibe. Ji destpêka dîroka mirovatiyê vir ve, armanca guhartina rewþ û þertên heyî, yan jî çalekîya biarmanc bûye bingeh û dînamîka guhartinê. Ciyê ko guherîn hebe, bêþik statuko jî heye. Em çi qas bixwazin guhartinê pêk bînin, yên din jî ew qas dixwazin rewþa heyî biparêzin û bidomînin. Di encamê de li navbera me û yên din de têkoþîn û dînamîzmeke berdewam peyda dibe. Bixwîne

STOCKHOLM, 7/4 2005 — Dengbêj, artîst, þaîr û hunermendê bi nav û deng Bob Dylan di bîranînên xwe de dinivîse ko ji aliyê dayika xwe ve koka wan ji bajarê Kaxizmanê tê [1]. Kaxizman li Kurdistanê di nav sînorê Qersê de cih digire. Kaxizman bi bax û baxçên xwe ve, bi nar, hingiv, zerdelî û sêven xwe yên dirêj ve hatiye nasîn. Çemê Eresê li ber re derbas dibe û nêzîkî sînorê Ermenistanê ye. (Wêne: Bob Dylan)

Elbet nûçeyeke xweþ û balkêþ e ko Bob Dylan radigihîne ko kal û bavên wî berî sed salan ji Kaxizmanê hatine. Ji bo Kaxizmanê serbilindîke mezin e ko yekî wek Bob Dylan li cîhanê bûye efsaneyeke mezin, xwe dirêjî Kaxizmanê dike, Kaxizmanê bi bîr tîne û dixe rojevê. Piþtî vê nûçeyê mirov dikare bibêje ko Kaxizman kete nav “defter” û “kaxizan” (bû bajarekî medyatîk). Ev nûçe him ji kurdan, him ji bo tirkan û ji bo hemû ehlê Kaxizmanê wek serbilindîke mezin dikare bê hesibîn. Bixwîne

[14/3 2005] — Di malpera Kerkûk-Kurdistan e de, rastî nivîsekê bi navê “Diyarbekir û navên wê” ya Silêman Demir hatim. Ez ne dîrokzan im, lê di nivîsê de min gelek kêmanî dîtin, ji ber vê yekê ez dixwazim him nivîsê hinek þîrove bikim, him jî hinek tiþtan le zêde bikim. Bixwîne

SILÊMAN DEMIR
SWÊD, 13/11 2004 — Diyarbekir bajarekî him gelekî kevn e û him jî di jiyana Kurdan de xwediyê roleke mezin e. Lê mixabin ko dîsa jî hindik tiþtên dîroka bajêr a kevn tên zanin. Çend agahdariyên ko di vê derheqê de ketin destê min hene. 
Bixwîne

· Di xelata Nobelî ya edebîyatê de jina 10em
· Kitêbên soranî bi alfabeya latînî
· Torinên kurd bûn babeta lêkolînekê
· Selahedîn*
· ji bo sedsaliya General Mistefa Barzanî
· OLIMPIYA 2004, KA KURDISTANA MIN?
· Don Quijoteî, Oblomovtî û Libendemayîna Godot
· Heger ez bihatima
· Firat Cewerî: Antolojî bîra windabûyî bi dest dixe
· Xwedîyê merameke nîvcomayî: Êlas Efendî
· Dîwana Melayê Cizîrî wekî cd-rom derket
· Qamiþlo
· Dengê defê ji Qamiþloyê tê
· Deng û jixwejibîrkirina xezebê
· Keder
· Kurd ji hovtiya wan mezintir e
· Ji bo Samî Ebdilrehman û rêhevalên wî
· Zarokeka kurd li Stockholmê bû ya yekemîn
· Romana Evînê: “Leyla Fîgaro”
· Daxuyaniyeke biçûk ji Firat Cewerî
Hevpeyvîn 

HEWLÊR, 5/3 2005 — Kurdistan welatê ziraetê ye. Lê belê selteneta dîktatoriya berê ya Sedam Hisênî wisa kir ko gundî li ser gundê xwe neman, cotyar li ser erdê xwe neman, heywan li ser cih û warên xwe neman. Welatê ziraet û çandinê bû welatê rev û sergumê, welatê enfal û kimyabaranê, welatê man û nemanê. (Wêne: Azad Izedîn Mela)

Sedam Hisên çû. Desthilata wî ya îstibdadaê nema. Ablokeya wî ya aborî li ser Kurdistanê nema û ablokeya aborî û siyasî ya Neteweyên Yekbûyî jî radibe. Ji ber hindê Azad Izedîn Mela, wezîrê ziraetê yê Kurdistanê, niho dibêje wan dest bi danîna planeka mezin kirine û ew dê ji niho û pê ve ziraeta Kurdistanê reforme bikin û dê krediyê bidin gundî û cotkaran da ew vegerin ser gundên xwe. Plana hikûmeta Kurdistanê ew e ko gundên ziraî ji sifirê ava bike û xanî û hemî îmkanatên pêwist belaþ ji gundiyan re ava bike û arîkariya projeyên wan bike. Bixwîne

HEWLÊR, 26/2 2005 — Doktor Mihemed Sedîq ev zêdetirî salekê ye ko ji Brîtanyayê hatiye Kurdistanê û li Hewlêrê serokatiya Unîversîteya Selahedînê dike. Unîversîte cihaneka bi serê xwe ye û heger mirovî berê li unîversîteyekê kar jî nekiribe demekê dirêj lê diçe heta ko mirov dizane ka serûberê mirovî li ber çi ye û ka dinyaya wê unîversîteyê bi çi dav û xefkan dorpêçkirî ye. (Wêne: Mihemed Sedîq)

Dezgehên Kurdistanê pir konservatîv in û nemaze mirovên ko li dezgeheka wekî Unîversîteya Selahedînê kar dikin ji hemî kesî konservatîvtir û naxwazin sîstema ko heye biguhorin. Doktor Mihemed Sedîq dibêje mirovên di bin wî re lêdixebitin ko astengan ji wî re çêkin da karê wî bi ser nekeve û da ew reformên pêwist neyên kirin û sîstem sîstema berê be. Bixwîne

SERÊ REÞ, 7/2 2005 — Iraqa yekwelat, yeknetewe û yekdesthilat 30-ê meha borî tarûmar bû û li Rojhilata-nêvê bingehê cihaneka nû hat danîn. Miletê kurd li Kurdistanê û miletê ereb li Iraqê kulmek li serûçavên welatên Yekîtiya Ewropayê û welatên dîktatoryen yên Rojhilata-nêvê da û ew di nêv rûreþiya wan de hiþtin. Hilbijartinên Kurdistanê û Iraqê diyar kirin ko Rojhilata-nêvê hêdî ne cihê statûkoperestî û îstibdadê ye. (Wêne: Mesûd Barzanî)

Van hilbijartinan dergehekê nû ji kurdan re jî vekir û hêdî ti dewletên cîran nikarin ji kurdan re bibêjin kumê we xwehr e yan jî hon nikarin bibin tiþtek. Kurdan ne tenê li baþûrê Kurdistanê cihê lingê xwe saxlem kirin, wan îzbat kirin ko li Bexdayê jî hîç tiþtek bêyî wan nikare bêt kirin û Iraq jî mecbûrî wan e. Bixwîne

HEWLÊR, 15/11 2004 — Perwerdeyeka plankirî û modern hîmê civata modern ya paþerojê ye û Kurdistan ji sala 1991-ê ve ta dereceyekê ji aliyê perwerdeyê ve serbixwe bû û di gelek waran de reformên baþ hatin kirin. Piþtî hilweþandina desthilata dîktatorê berê Sedam Hisênî li gor qanûna bingehî ya miweqet ya Iraqê Kurdistan ji aliyê perwerde û kulturê ve yekcar serbixwe ye û reformên nû di rê de ne. Lê belê heta niho jî þûnwarên sîstema perwerdeyê ya dema be‘siyan mane û ji bo reformekirin û guhortina sîstema perwerdeyê gavên radîkal û nû pêwist in. (Wêne: Ebdulezîz Teyîb)

Barê wezareta perwerdeyê ya Kurdistanê ji berê girantir bûye û niho ew arîkariya deverên nûazadbûyî yên Kurdistanê jî dike. Heta niho wezareta perwerdeyê ya Kurdistanê 375 dibistan li Xaneqîn, Kerkûk, Þingar û deverên dî çêkirine û 3000 mamosta li wan deveran tayîn kirine. Ji bo agahdariyên berfirehtir li ser sîstema perwerdeyê min digel wezîrê perwerdeyê Ebdulezîz Teyîbî hevpeyvînek kir. Bixwîne

STOCKHOLM, 30/10 2003 — Piþtî rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li ser endametiya Tirkiyeyê minaqeþeyeka berfireh li ser rola kurdan û nav û nasnameya kurdan têt kirin. Her li ser vê mijarê min digel doktor Xalid Salih, mamostayê zankoya ”University of Southern Denmark” li Odenseyê, hevpeyvînek kir. Xalid Salih bi xwe lêkolînekê li ser endmetiya Tirkiyeyê dike û lêkolîna xwe wekî kitêbekê amade dike. (Wêne: Xalid Salih)

Xalid Salih dibêje li Tirkiyeyê guhortinên herî esasî piþtî destpêkirina danûstandinên endametiyê dê bêne kirin û Yekîtiya Ewropayê wekî taktîk niho zêde bi ser Tirkiyeyê de naçe da wê bîne û bêxe nêv prosesa endametiyê û guhortinê. Bixwîne

· Ingmar Karlsson: Kurd dê bibêjin ew kurd in û ewropî ne
· [I] – Osman Ocalan: Welatparêzî ti caran ji bo PKK-ê nebû bi
· Xusro Goran: Pirsa Mûsilê pirsa Kurdistanê ye
· Derwêþê Sedo: Kemal Ataturk paþvero ye, hidûdên Tirkiyeyê su
· Aboriya Kurdistanê moralê kultura kurdî xweþ dike
· Berhem Salih: Kerkûk beþeka ji Kurdistanê parçenebar e
· Ebdurehman Mistefa: Xelkê Kerkûkê çi bixwaze ez jî wê dixwaz
· Leþkerê Taybet yê Zawîte amade ye ko Kurdistanê biparêze
· Kendal Nezan: Kurdistaneka serbixwe mimkin e û Tirkiye nikar
· Paþeroja selteneta mîlîtarîst ya Tirkiyeyê nîne
· Swêd dixwaze lê newêre xwe bavêje bazarê
· Mesûd Barzanî: Heger desttêwerdaneka herêmî çêbe dê bibe þer
· Kurdan karê xwe kirine, dora emerîkiyan e ko ew jî guhê xwe
· Mesûd Barzanî. »Le rêkkewtinnamey 11-î adarî 1970 Sedam Husê
· Mesûd Barzanî: »Kerkûk saziþî le ser nakirêt û werîþî degirî
· Mesûd Barzanî: »Be Sedamim gut be nêw deryayek le xwên da ha
· Mesûd Barzanî: Em ji Tirkiyeyê natirsin û fêm nakim çi girêd
· Hevpeyvîna Mesûd Barzanî digel televizyona El-Cezîre, 14/10
· Preskonferansa Barzanî û Talebanî, 4/10 2002
Belge 

STOCKHOLM, 16/4 2003 — Duhî berpirsên opozîsyona Iraqê li bajarê Urê, nêzîkî Nasiriyeyê, kom bûn da minaqeþeyê li ser desthilateka nû û avakirina dewleteka nû li Iraqê û baþûrê Kurdistanê bikin. Piþtî civînê bi rêya komandariya merkezî ya emerîkî ya li Qetarê daxuyaniyek hat belav kirin ko ji 13 madeyan pêk têt. Me teksta wê daxuyaniyê ji CNN-ê girt û wergerand bo zimanê kurdî. Bixwîne

Be nawî Xway gewre û mîhreban
Beyanî siyasî Kongrey opozîsyonî Êraqî
14–16 kanunî-yekemî 2002

Be hoy deselatî dasepawî rijêmî dîktatorî regezperistî tayfî û reftare serkutkar û îrhabîyekanî û serkêþî û þerre nawxoyî û derekîyekanî ew rijêmewe, Êraq ziyatir le sî sallî mêjûy siyasî hawçerxî xoy be xiraptirîn þêwe be ser bird. Bixwîne

Kongrey opozîsyonî Êraq le Lenden
14–16 kanunî-yekemî 2002

1. Qonaxî întîqalî
Qonaxî întîqalî ew maweye ye ke dekewête nêwan damezirandinî deselatî îtlafî le serînî rûxanî rijêm û nêwan encamdanî hellbijardinî damezirandinî damezrawe dîmukratîyekanî dewllet bo damezirandinî ew destûre hemîþeyey gel birryarî lêdedat û nabêt le berwarî damezirandinî deselatî îtlafî, le dû sallîþ têperrêt. Bixwîne

Ev kitêb li ser erebkirina Kurdistanê ye û tê de gelek wêne û belgeyên ko izbat dikin ka çawa rejima Bexdayê demografiya bajarên Kurdistanê diguhore. [Nivîskar: Xefûr Mexmûrî, rûper: 234, format: pdf, mezinahî: 6 MB]

Beerebkirdinî Kurdistan Bixwîne

PDK û YNK-ê bi hev re ev destûra (qanûna bingehî, anayasa)Kurdistana Federal û Iraqa Federal amade kirine. Berî vê destûrê PDK-ê versiyonekê xweser amade kiribû û belav kiribû. Ev versiyona nû 11/10 2002-ê di Xebatê de bi zimanê erebî derket.
[format: Pdf, ziman: Erebî]

Destûra Kurdistana Federal û Iraqa Federal Bixwîne

· PDK: Destûra Kurdistana Federal û Iraqa Federal
· Barzanî: Heger yekî biryar dabe ko ji bo kêþeya rewa ya gelê
· Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov
Kerkûk 

KERKÛK, 22/5 2004 — 12-î em mange tîmêk le þiwênewarnasanî kurd le Kerkûk bedem bangewazî kolonêl Markos Bayirîl le hêzî hawpeymananewe hatin bo tawtwêkirdinî ew rûbere þiwênewarey ke le binkey asmanî Kerkûk dozirabuwewe. Paþ ewey kolonêl Bayirîl be wirdî serincî ew cêyey dabû ke hendêk qap û defir û dolkey serdeme konekanî tê da buwe û le encamî hellkendinewe derkewtbûn. Bixwîne

LOKMAN POLAT
STOCKHOLM, 18/12 2002 — Ez, berpirsiyar û hemû kedkarên birêvebir ên malpera "Kerkûk Kurdistan e" pîroz dikim ko malperek weha amade kirin, vekirin û xistin xizmeta gelê kurd û doza kurd û Kurdistanê. 
Bixwîne

GOTEBORG, 20/11 2002 — Berî çend rojan pertûkek bi navê "Kerkûk, rihle fî-zakîre el-tarîx", "Kerkûk, rêwîtiyek di bîra dîrokê de" derket. Ev pertûke ya hatiye vegerandin ji zimane kurdî bo zimane erebî. Wergêr û amadekar berêz Awnî Dawidî ye û Nûrî Talabanî pêdaçûnek hêja jê re nivîsiye. Pertûk li Swêdê, çapxana Nina, bajarê Uppsalayê hatiye weþandin. Ev pertûke ya pêkhatî ji cendîn babetên dîrokî ko wek hevpeyvîn hatîne nivîsandin. Bixwîne

Beþa Kerkûkê niho amade dibe!!!

Under Construction!!! Bixwîne

Edîtor 

LONDON, 3/12 2002 — Piþtî deh rojan, 13-ê vê mehê li Londonê civîna opozîsyona Iraqê dê çêbe û heta niho jî ne diyar e ka çi encam dê jê derkeve. Dor 320 kesên ji hêz û rêxistinên cida û serbixwe dê beþdariyê di civîna sêrojî de bikin û dibe ko biryarek li ser qedera Iraqa paþerojê û Kurdistanê bête dayin. Lê belê dibe ko ti encamên berbiçav ji civînê dernekevin û civîn bibe xwenîþandaneka medyal bo dinya û alemê. Bixwîne