Destpêk
Kurdî
Türkçe
English
Info
Kontakt
Search
Nûçe
Nivîsar
Kultur
Hevpeyvîn
Belge
Foto
Kerkûk
Kurd û Europa
Haber
Makale
Kültür
Röportaj
Belge
Foto
Kerkûk
News
Articles
Culture
Interview
Documents
Photo
Kerkuk
Destpêk
»
Kurdî
»
Hevpeyvîn
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Prosesek nû
Arîkariya îstixbaratê
Rapora Gruba Krîzên (çêkirina) Navneteweyî ji
Gelo “Îrana Nukleer” mimkin e?
Çend têbinî û pêşniyar ji rêvebirên FKKS-ê re
Faris û tirk — du dijmin-dost
Kongreya Brûkselê û avakirina meclisa netewî ya
Celal Talebanî realîte anî bîra Birahîm Ceferî û
Tirk dixazin apocî tenê di kontrola wan de bimînin
Tecribeya başûrê Kurdistanê — Modeleka nû ji bo
Analîza rewşa Kurdistanê li gor Modela Kognitivê
Govend û Dîlan, sazbend û lîlan
Nasname û Serkeftin an “xwezî ez tirk bûma”
Çil salvegera Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye
Hevpeyvina Eric Edelmanî lawaz bû
Divê xem û xeyala me Dewleta Kurdistanê be û ji
Polîtîkaya tirkî(ye)tîyê hêdî hêdî zîl dide û xwe
Mesûd Barzanî hêjayî serokatiyê ye
Tirk û tehdîdên wan
Yekîtiya Ewropayê û mînorîtetiya kurdan
Kurd û Yekîtiya Ewropayê
Tu bi xêr nehatî Diyarbekirê Verheugen
Şêrê sedsala 21ê li New Yorkê dest pê kir û dê li
Rapora li ser berendamtîya Tirkîyeyê ya ji bo
Ma Anna Lindh jî bû qurbana dînekî?
Şampîyonîya Ewrûpayê li Yûnanistanê pîroz be!
Portekîz an Yûnanistan?
Dewirkirina desthilatdariyê li Îraqê – Pêwist e
Koleyên azad
Ji Xwedayê îslamê re nameyeke vekirî
Kûştina Seydoyî, kerba bavê min û pênûsa min
Ma kurd dê bihêlin bibe cara sisiyan?
Beşek mezin ji ermeniyên Kurdistanê kurd in
Garantorên me di qanûna birêvebirina Îraqê de
Di riya azadiya Kurdistanê da xelekeke mêjûyî ya
Komkujiya Hewlêra paytext di mejiyê Kurdan de
Ma ne şerm e tu nehêlî Şukur Mustefa di qebra xwe
Kurdistan ne cihê terorîstên bêdîn e û gelê me
Nabe em piştî yekê şibatê wekî berî wê bin
Kurdistan û Iraqeka federal xeyal e
Înîsiyatîfa Partiya Kurdistanê: Ji bo raya giştî
Kurdino hişyar bin
Çavnêriyek li ser Kerkûk rolê kurdan
Qebûlkirina sîstema wîlayetan, têkdan û rûxandina
Guhartina îdeolojîkî yan a statûyî
Gavên dîrokî pêdivî bi helwêstên dîrokî heye
Bi girtina Sedamî dawî li pan-arabîzma nîjadperest
Mesûd Barzanî: Yekgirtinî arezûmendane le Êraqêkî
Kurdên binxetê û guhortinên li herêmê — I
1
2
3
Ziraeta Kurdistanê ber bi reformê ve diçe
HEWLÊR, 5/3 2005 — Kurdistan welatê ziraetê ye. Lê belê selteneta dîktatoriya berê ya Sedam Hisênî wisa kir ko gundî li ser gundê xwe neman, cotyar li ser erdê xwe neman, heywan li ser cih û warên xwe neman. Welatê ziraet û çandinê bû welatê rev û sergumê, welatê enfal û kimyabaranê, welatê man û nemanê. (Wêne: Azad Izedîn Mela)
Sedam Hisên çû. Desthilata wî ya îstibdadaê nema. Ablokeya wî ya aborî li ser Kurdistanê nema û ablokeya aborî û siyasî ya Neteweyên Yekbûyî jî radibe. Ji ber hindê Azad Izedîn Mela, wezîrê ziraetê yê Kurdistanê, niho dibêje wan dest bi danîna planeka mezin kirine û ew dê ji niho û pê ve ziraeta Kurdistanê reforme bikin û dê krediyê bidin gundî û cotkaran da ew vegerin ser gundên xwe. Plana hikûmeta Kurdistanê ew e ko gundên ziraî ji sifirê ava bike û xanî û hemî îmkanatên pêwist belaş ji gundiyan re ava bike û arîkariya projeyên wan bike.
Mihemed Sedîq: unîversîteyên Kurdistanê pêwistî bi reformeka gewre heye
HEWLÊR, 26/2 2005 — Doktor Mihemed Sedîq ev zêdetirî salekê ye ko ji Brîtanyayê hatiye Kurdistanê û li Hewlêrê serokatiya Unîversîteya Selahedînê dike. Unîversîte cihaneka bi serê xwe ye û heger mirovî berê li unîversîteyekê kar jî nekiribe demekê dirêj lê diçe heta ko mirov dizane ka serûberê mirovî li ber çi ye û ka dinyaya wê unîversîteyê bi çi dav û xefkan dorpêçkirî ye. (Wêne: Mihemed Sedîq)
Dezgehên Kurdistanê pir konservatîv in û nemaze mirovên ko li dezgeheka wekî Unîversîteya Selahedînê kar dikin ji hemî kesî konservatîvtir û naxwazin sîstema ko heye biguhorin. Doktor Mihemed Sedîq dibêje mirovên di bin wî re lêdixebitin ko astengan ji wî re çêkin da karê wî bi ser nekeve û da ew reformên pêwist neyên kirin û sîstem sîstema berê be.
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e
SERÊ REŞ, 7/2 2005 — Iraqa yekwelat, yeknetewe û yekdesthilat 30-ê meha borî tarûmar bû û li Rojhilata-nêvê bingehê cihaneka nû hat danîn. Miletê kurd li Kurdistanê û miletê ereb li Iraqê kulmek li serûçavên welatên Yekîtiya Ewropayê û welatên dîktatoryen yên Rojhilata-nêvê da û ew di nêv rûreşiya wan de hiştin. Hilbijartinên Kurdistanê û Iraqê diyar kirin ko Rojhilata-nêvê hêdî ne cihê statûkoperestî û îstibdadê ye. (Wêne: Mesûd Barzanî)
Van hilbijartinan dergehekê nû ji kurdan re jî vekir û hêdî ti dewletên cîran nikarin ji kurdan re bibêjin kumê we xwehr e yan jî hon nikarin bibin tiştek. Kurdan ne tenê li başûrê Kurdistanê cihê lingê xwe saxlem kirin, wan îzbat kirin ko li Bexdayê jî hîç tiştek bêyî wan nikare bêt kirin û Iraq jî mecbûrî wan e.
Perwerdeya azad bi ser lingên xwe ve têt
HEWLÊR, 15/11 2004 — Perwerdeyeka plankirî û modern hîmê civata modern ya paşerojê ye û Kurdistan ji sala 1991-ê ve ta dereceyekê ji aliyê perwerdeyê ve serbixwe bû û di gelek waran de reformên baş hatin kirin. Piştî hilweşandina desthilata dîktatorê berê Sedam Hisênî li gor qanûna bingehî ya miweqet ya Iraqê Kurdistan ji aliyê perwerde û kulturê ve yekcar serbixwe ye û reformên nû di rê de ne. Lê belê heta niho jî şûnwarên sîstema perwerdeyê ya dema be‘siyan mane û ji bo reformekirin û guhortina sîstema perwerdeyê gavên radîkal û nû pêwist in. (Wêne: Ebdulezîz Teyîb)
Barê wezareta perwerdeyê ya Kurdistanê ji berê girantir bûye û niho ew arîkariya deverên nûazadbûyî yên Kurdistanê jî dike. Heta niho wezareta perwerdeyê ya Kurdistanê 375 dibistan li Xaneqîn, Kerkûk, Şingar û deverên dî çêkirine û 3000 mamosta li wan deveran tayîn kirine. Ji bo agahdariyên berfirehtir li ser sîstema perwerdeyê min digel wezîrê perwerdeyê Ebdulezîz Teyîbî hevpeyvînek kir.
Xalid Salih: Divêt kurd bi xwe biryarê bidin ka ew çi ne
STOCKHOLM, 30/10 2003 — Piştî rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li ser endametiya Tirkiyeyê minaqeşeyeka berfireh li ser rola kurdan û nav û nasnameya kurdan têt kirin. Her li ser vê mijarê min digel doktor Xalid Salih, mamostayê zankoya ”University of Southern Denmark” li Odenseyê, hevpeyvînek kir. Xalid Salih bi xwe lêkolînekê li ser endmetiya Tirkiyeyê dike û lêkolîna xwe wekî kitêbekê amade dike. (Wêne: Xalid Salih)
Xalid Salih dibêje li Tirkiyeyê guhortinên herî esasî piştî destpêkirina danûstandinên endametiyê dê bêne kirin û Yekîtiya Ewropayê wekî taktîk niho zêde bi ser Tirkiyeyê de naçe da wê bîne û bêxe nêv prosesa endametiyê û guhortinê.
Ingmar Karlsson: Kurd dê bibêjin ew kurd in û ewropî ne
STOCKHOLM, 18/10 2004 — Konsolosê Swêdê yê Stenbolê Ingmar Karlsson dîplomatekê xudantecribe ye û berê li Şamê ambasadorî kiriye û gelek kitêbên wî li ser îslamê û têkiliyên şerq û xerbê hene. Ingmar Karlsson baweriya xwe bi endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê tîne û bi germî piştgiriya endametiya Tirkiyeyê dike û li wîlayetên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê digere û semîneran li ser endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê dide. (Wêne: Ingmar Karlsson)
Bêguman Ingmar Karlsson kurdan jî ji nêzîk ve nas dike û ew bawer dike ko Tirkiye dê xwe reforme bike û kurd dê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikarin hem siyasetê bikin û hem jî bigihîn mafên xwe yên kulturî. Min li ser endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê û rola kurdan di vê prosesê de digel wî hevpeyvîneka dirêj kir û ez bawer dikim nêrînên wî temsîla nêrînên giştî yên Yekîtiya Ewropayê dike û ji ber hindê ev hevpeyvîn dikare wekî mirêkeka biçûk ya nêrînên dîplomatên Yekîtiya Ewropayê be.
[I] – Osman Ocalan: Welatparêzî ti caran ji bo PKK-ê nebû bingeh
» Osman Ocalan, Faysal Dunlayici û Nizamettin Taş
KURDISTAN–STOCKHOLM, 19/9 2004 — Abdullah Ocalanî di salên 70-yê de Partiya Karkerên Kurdistanê wekî şebekeyeka terorê ya kontrakurd ava kir û ev 30 sal e ko Adullah Ocalan û partiya wî rê li ber siyaseta gelê kurd digire. Partiya Abdullah Ocalanî îro ji nêva dilê xwe parçe bûye û hêdî rêya têkçûnê bûye rêya venegerê. Osman Ocalan (Ferhad), Faysal Dunlayici (Kanî Yilmaz) û Nizamettin Taş (Botan) 30 salan xizmeta PKK-ê kirin û îro gihane qenaetekê ko Partiya Karkerên Kurdistanê hêdî ne partiyeka welatparêz e. Gotinek heye, dibêje ”dereng jî be veger ji venegerê çêtir e”.
Xusro Goran: Pirsa Mûsilê pirsa Kurdistanê ye
STOCKHOLM, 11/9 2004 — Di sala 1960î de li Berdereşê* çêbû. Di 16 salîya xwe de, bi endametîya PDKyê ve beşdarî xebata sîyasî û rêxistinî bû. Di 18 salîya xwe de, gava li Mûsilê dixwend, ji alîyê hêzên ewleyîyê ve hat keşifkirin û êdî di bajarê wî de star jê re nema. Hingê di Zivistana 1978an de, berîya ko roj li bajarê ber dilê wî hilê, mecbûr ma ko derkeve. Xortekî 18 salî kolanên xwe, heval û hogirên xwe û nas û dostên xwe li dû xwe hiştin û carekê bi tenê li ser stuyê xwe zîvirî û çavên xwe bi xemgînî li hemû deverên cîh û warê xwe gerandin. Xortekî di çax û benga xwe de, xwe ji ber xezeba tarîtîyê da alî û xwe avêt bextê çîyayên welatê xwe. Ji gava ko çîyayên bilind jê re bûn star, wî ne Garê hişt, ne Metînan, ne Xêrê û ne jî Komateyê. Gav bi gav, şiverê bi şiverê, gelî bi gelî, newal bi newal û gund bi gund gerîya û stewîya. Piştî 1980yî, berê xwe da bakurê Ewrûpayê û di şeva Newrozê de, li paytextê Swêdê li Stockholmê bêhna xwe veda.
Derwêşê Sedo: Kemal Ataturk paşvero ye, hidûdên Tirkiyeyê sunî ne û me îtiraf bi wan hidûdan nekiriye
HEWLÊR, 23/8 2004 — Piştî teslîmiyeta Abdullah Ocalanî û hevkariya wî digel eskerên Tirkiyeyê, PKK-Kongra-Gel her roja ko diçe di nêv kurdên bakurê Kurdistanê de bêqîmet dibe. Apocî bi xwe li hev ketine û ji hev parçe dibin û li bakurê Kurdistanê jî tirsa xelkê wekî berê ji apociyan nemaye. Hêdî kurd bi rehetî li qehwexaneyên Diyarbekirê dikarin Abdullah Ocalanî wekî xayînekê kurd bi nav bikin û bibêjin ew xizmetkarê dewleta Tirkiyeyê ye. Apocî û eskerên tirk bi terora xwe niho lêdixebitin çerxa feleka têkçûnê vegerînîn lê belê konjunktura Kurdistanê û Rojhilata-nêvê nefes li wan çikandiye û rê nade wan ko bi ser kevin. (Wêne: Derwêşê Sedo)
Aboriya Kurdistanê moralê kultura kurdî xweş dike
HEWLÊR, 19/8 2004 — Kurdistan hêdî-hêdî ji qewareyê xwe yê dorsênckirî û aboriya xwe ya lawaz derdikeve û dibe cihê ticaret û bazareka xurt. Heroj şirketên kurdan yên nû ava dibin û heroj şirketên nû yên biyanî berê xwe didin bazara Kurdistanê dixwazin ji xwe re cihekê peyda bikin.
Moralê civata kurd xweş bûye û halê aborî jî her roja ko diçe baştir dibe. Ev xweşbîniya ko îro di nêv civatê de rayên xwe vedide bivênevê tesîrê li jiyana kulturî jî dike û îmkanên kurdan yên mesrefa li kulturê û îmkanên hikûmeta Kurdistanê jî ji bo kar û projeyên kulturî zêdetir dibe. (Wêne: Samî Şoriş)
Berhem Salih: Kerkûk beşeka ji Kurdistanê parçenebar e
STOCKHOLM, 16/6 2004 — Paşeroja bajarê Kerkûkê û problema duhikûmetiya Kurdistanê du mesele ne ko kurd pê ve mijûl dibin û dixwazin rojekê ji rojekê zûtir hem Kerkûk û deverên rizgarnekirî vegerin ser Kurdistanê û hem jî herdu hikûmet bibin yek. Tu ji kê bipirsî dê bibêje çima kurd herdu hikûmetên xwe nakin yek. Min jî pirsa Kerkûkê û pirsa neyekkirina herdu hikûmetan ji serokwezîrê hikûmeteka Kurdistanê, ji Berhem Slihî kir. Ev hevpeyvîn berî du mehan li Silêmaniyeyê hatiye kirin. (wêne: Berhem Salih)
Ebdurehman Mistefa: Xelkê Kerkûkê çi bixwaze ez jî wê dixwazim
KERKÛK, 7/6 2004 — Bajarê Kerkûkê potansiyel belaya serê kurdan û ereban e û niho Kerkûk di pratîkê de di bin kontrola eskerê emerîkî de ye. Gava ko mirov diçe Kerkûkê jî eskerên emerîkî di cih de li ber çavên mirovî dikeve ji ber ko ew bîrên petrolê, balafirxaneyê û seytereyên bajarî kontrol dikin. (wêne: Ebdurehman Mistefa)
Ji aliyê îdarî ve waliyê Kerkûkê Ebdurehman Mistefa kurd e û kurd hem di asayîşa bajarî de û hem jî di îdareya bajarî de xudandesthilateka berbiçav in. Lê belê ereb û tirkmen jî ji vê rewşê nerazî ne û dixwazin desthilata kurdan kêm bikin. Kurd jî ji hebûna erebên nûhatî û erebkirina Kerkûkê nerazî ne û dixwazin Kerkûkê rojekê ji rojekê zûtir vegerînin ser Kurdistanê.
Leşkerê Taybet yê Zawîte amade ye ko Kurdistanê biparêze
ZAWÎTE, 9/1 2004 — Nahiya Zawîte dikevîte nîveka devera Behdînan û 12 km li rojhelatê Duhokê ye . Ev cîhe li her çar werzên salê bi ciwani ya xwe û daristan û şînkatî û bêhin vedanê tête nîyasîn û devereka geşt û gûzarî ye li Başurê Kurdistanê. Di gel ciwanîya siruşt û cografya wxe , vê deverê rolêkê mezin li şoreşa Eylûla mezin da jî hebûye (ko ev şoreşe şoreşên mezin yên gelê Kurde). Bi destana gelîyê Zawîte û gelîyê Qentara, li dîroka berxwedana netewayetîya Kurda jî cîhên xwe yê rumet wergirtîye. (Wêne: Ezîz Weysî)
Kendal Nezan: Kurdistaneka serbixwe mimkin e û Tirkiye nikare rê jî li ber bigire
SELAHEDÎN, 15/8 2003 — Tirkiye bi xirûcira rêkirin û rênekirina eskerên xwe bo Iraqê ve mijûl e û li başûrê Kurdistanê jî kurd bi xirûcira serxwebûn û federalîzmê ve mijûl in. Serokên kurdan maqûliyê dikin û behsa federalîzma dilxwaz dikin lê belê raya giştî ya kurdan federalîzmê ji xwe re wekî asteng û tixûbekê dihesibînin û vekirî behsa alternatîva serxwebûnê dikin. Gelo Kurdistaneka serbixwe mimkin e yan ne û heger mimkin be ew dê bikare bijît yan ne. Min ev pirs û hinek pirsên dî ji Kendal Nezanî, serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, kirin û wê wekî hevpeyvîneka kurt belav dikim. (Wêne: Kendal Nezan)
Paşeroja selteneta mîlîtarîst ya Tirkiyeyê nîne
STOCKHOLM, 27/6 2003 — Gava ko behsa navê Kemal Burkayî dibe yekser du tişt tên bîra min: siyaset û edebiyat. Kemal Burkay berî ko bibe serokê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê edîb bû. Her ji wê demê ve siyaset û edebiyatê terka Kemal Burkayî nekirine û ew herdu hineran bi hev re distirhe û hêmanên yekê di ya dî de bi kar tîne û di edebiyatê de bi ser jî ketiye. Ew li Kurdistanê û herwiha li Tirkiyeyê jî wekî edîbekê naskirî têt qebûl kirin. (Wêne: Kemal Burkay)
Swêd dixwaze lê newêre xwe bavêje bazarê
STOCKHOLM, 18/6 2003 — Desthilata Sedam Hisênî hilweşiya. Guhortina li Iraqê û başûrê Kurdistanê ne tenê tesîrê li jiyan û rewşa xelkê wî welatî dike. Dewlet û şirketên dinyayê jî hêdî bi çavê berê li Iraqê nanêrin û her welatek lêdixebite ko stratejiyeka nû bo siyaseta xwe ya Iraqê tesbît bike. Heta niho gelek welatan bi rêya rêxistinên sivîl arîkariya insanî bo Iraqê û başûrê Kurdistanê dikirin lê belê ew niho kar dikin ko şûna arîkariya insanî ticaretê bi Iraqê re bikin û her dewletek dixwaze hemî îmkanên xwe bi kar bîne da bi awayekê herî efektîv qezenceka herî baş ji Iraqê bike. (Wêne: Jan O. Karlsson)
Jan O. Karlsson: — Çi gava ko hêzên dagirker rewşa asayîşê serast bikin û hikûmeteka miweqet ya îraqî ava bibe û mirov bikare biryara nû ya Konseya Ewlekariyê bîne cih hingê karê jinûveavakirinê dê dest pê bike.
Mesûd Barzanî: Heger desttêwerdaneka herêmî çêbe dê bibe şer
» 22/01 2003 Hevpeyvîn bi birêz Mesûd Barzanî re
SERÊ REŞ / SELAHEDÎN – KURDISTAN, 22/1 2003 — Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî 14-ê vê mehê ji gereka demdirêj ya bo Ewropayê û dewletên cîran vegeriya û hat Kurdistanê. Rojekê piştî wî, 15-ê vê mehê, ez jî hatim Kurdistanê.
Ez gelekê spasiya cenabê Mesûd Barzanî dikim ji ber ko wî di vê bêwextî û pirkariya xwe de wexta xwe da min. Piştî vegera xwe ya bo Kurdistanê wexta wî çênebûye ko bi ti rojnamevanên Kurdistanê re hevpeyvînan çêke û ez hêvî dikim ko bersiva pirsên gelek xwendevanan û kesan di vê hevpeyvînê de hatibe dayin.
Mesûd Barzanî:
— Neteweyê kurd, bêguman, heqê wî ye ko dewleta xwe hebe. Lê belê şertên îro û îmkanên ko di destên me de ne, rê didin me ko em problema kurdî di çarçeweya Îraqê de hel bikin. Bêşik rojek dê bêt ko miletê kurd dê bigihî heqê xwe.
Kurdan karê xwe kirine, dora emerîkiyan e ko ew jî guhê xwe bidin kurdan û karê xwe bikin
STOCKHOLM, 29/11 2002 — Sibe û dusibe, du rojan pispor û siyasetmedarên ji cihên cida yên dinyayê dê li Odenseyê, li Danîmarkayê (University of Southern Danmark) kom bibin û di konferanseka nêvneteweyî de pirsa Kurdistanê û paşeroja wê minaqeşe bikin.
Organîzatorê sereke yê konferansa li Danîmarkayê doktor Xalid Salih e û min rojekê berî ko konferans dest pê bike digel wî ev hevpeyvîn kir. Ezê ji Danîmarkayê, ji cihê konferansê yekser hertim nûçeyan binivîsînim û we xwendevanên Kerkûk Kurdistan e jê agahdar bikim.
Mesûd Barzanî. »Le rêkkewtinnamey 11-î adarî 1970 Sedam Husên rollêkî gewrey hebû« (3)
Kerkûk Kurdistan e bi hevkariya rojnameya »Brayetî« îro beşa sêyê ya hevpeyvîna serokê PDK-ê Mesûd Barzanî ya digel rojnameya erebî El-Heyatê bi kurdî diweşîne û sibe em dê beşa mayî jî biweşînin.
Mesûd Barzanî: — Zor in ewaney xedriyan lêy [le Mele Mistefa Barzanî] kird, kurdîş le nêwaniyan da hebûn, zor cêgay dax e ke firrtufêl le naw mallî kurdewe bot bêt, hendêk kat firtufêll karîgerî xoy hebuwe, belam fêllî gewre ewe bû ke Henry Kissinger (wezîrî derewey pêşûtirî Emrîka) lêy kird, fêllî gewre û karîger ewe bû ke Kissinger kirdî.
Mesûd Barzanî: »Kerkûk sazişî le ser nakirêt û werîşî degirînewe« (2)
Kerkûk Kurdistan e bi hevkariya rojnameya »Brayetî« îro beşa didoyê ya hevpeyvîna serokê PDK-ê Mesûd Barzanî ya digel rojnameya erebî El-Heyatê bi kurdî diweşîne û sibe û dusibe em dê herdu beşên mayî jî biweşînin.
Mesûd Barzanî: — Kes natwanê saziş le ser nasnamey kurdistaniyetî Kerkûk bikat, belam weku her şarêkî dîke, Kerkûk şarêkî Êraqî ye û dekirê bibête hêmay birayetî neteweyî le Êraq da, mehall e birryar bideyn ke Kerkûk şarêkî kurdistanî nîye, herweha mehall e be weş qayil bîn ke legell kesêk da giftugoş le ser em meseleye bikeyn.