Destpêk
Kurdî
Türkçe
English
Info
Kontakt
Search
Nûçe
Nivîsar
Kultur
Hevpeyvîn
Belge
Foto
Kerkûk
Kurd û Europa
Haber
Makale
Kültür
Röportaj
Belge
Foto
Kerkûk
News
Articles
Culture
Interview
Documents
Photo
Kerkuk
Destpêk
»
Kurdî
»
Kultur
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Prosesek nû
Arîkariya îstixbaratê
Rapora Gruba Krîzên (çêkirina) Navneteweyî ji
Gelo “Îrana Nukleer” mimkin e?
Çend têbinî û pêşniyar ji rêvebirên FKKS-ê re
Faris û tirk — du dijmin-dost
Kongreya Brûkselê û avakirina meclisa netewî ya
Celal Talebanî realîte anî bîra Birahîm Ceferî û
Tirk dixazin apocî tenê di kontrola wan de bimînin
Tecribeya başûrê Kurdistanê — Modeleka nû ji bo
Analîza rewşa Kurdistanê li gor Modela Kognitivê
Govend û Dîlan, sazbend û lîlan
Nasname û Serkeftin an “xwezî ez tirk bûma”
Çil salvegera Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye
Hevpeyvina Eric Edelmanî lawaz bû
Divê xem û xeyala me Dewleta Kurdistanê be û ji
Polîtîkaya tirkî(ye)tîyê hêdî hêdî zîl dide û xwe
Mesûd Barzanî hêjayî serokatiyê ye
Tirk û tehdîdên wan
Yekîtiya Ewropayê û mînorîtetiya kurdan
Kurd û Yekîtiya Ewropayê
Tu bi xêr nehatî Diyarbekirê Verheugen
Şêrê sedsala 21ê li New Yorkê dest pê kir û dê li
Rapora li ser berendamtîya Tirkîyeyê ya ji bo
Ma Anna Lindh jî bû qurbana dînekî?
Şampîyonîya Ewrûpayê li Yûnanistanê pîroz be!
Portekîz an Yûnanistan?
Dewirkirina desthilatdariyê li Îraqê – Pêwist e
Koleyên azad
Ji Xwedayê îslamê re nameyeke vekirî
Kûştina Seydoyî, kerba bavê min û pênûsa min
Ma kurd dê bihêlin bibe cara sisiyan?
Beşek mezin ji ermeniyên Kurdistanê kurd in
Garantorên me di qanûna birêvebirina Îraqê de
Di riya azadiya Kurdistanê da xelekeke mêjûyî ya
Komkujiya Hewlêra paytext di mejiyê Kurdan de
Ma ne şerm e tu nehêlî Şukur Mustefa di qebra xwe
Kurdistan ne cihê terorîstên bêdîn e û gelê me
Nabe em piştî yekê şibatê wekî berî wê bin
Kurdistan û Iraqeka federal xeyal e
Înîsiyatîfa Partiya Kurdistanê: Ji bo raya giştî
Kurdino hişyar bin
Çavnêriyek li ser Kerkûk rolê kurdan
Qebûlkirina sîstema wîlayetan, têkdan û rûxandina
Guhartina îdeolojîkî yan a statûyî
Gavên dîrokî pêdivî bi helwêstên dîrokî heye
Bi girtina Sedamî dawî li pan-arabîzma nîjadperest
Mesûd Barzanî: Yekgirtinî arezûmendane le Êraqêkî
Kurdên binxetê û guhortinên li herêmê — I
1
2
3
Gotin nîne
gotin nîne
ne ziman e
henek e
derew e
de here
pa çiye li nav me
Kovara Bîr di 21-ê adarê de tevlî rêza karwanê kovargerî û çapemeniya kurdî bû
DIYARBEKIR, 14/5 2005 — Wek usûleke adetî em jî dixwazin bi bersivdayîna pirsa "Çima kovarek nû û çima BÎR?" dest pê bikin û sedemê derçûn, armanc û rêbaza xebata xwe dîyar bikin. Bêguman wek hebûneke civakî û dîrokî, li hember komelga û mirovatiyê berpirsyarî û wezîfeya me heye. Îro berpirsyarî û wezîfeya me çi ye? Dema em her yek armanc û daxwazên dilê xwe bi rewş û şertên heyî ra raberî hev bikin, wezîfeya me jî dîyar dibe. Ji destpêka dîroka mirovatiyê vir ve, armanca guhartina rewş û şertên heyî, yan jî çalekîya biarmanc bûye bingeh û dînamîka guhartinê. Ciyê ko guherîn hebe, bêşik statuko jî heye. Em çi qas bixwazin guhartinê pêk bînin, yên din jî ew qas dixwazin rewşa heyî biparêzin û bidomînin. Di encamê de li navbera me û yên din de têkoşîn û dînamîzmeke berdewam peyda dibe.
Dapîra Bob Dylanî ji cihûyên Kurdistanê bû
STOCKHOLM, 7/4 2005 — Dengbêj, artîst, şaîr û hunermendê bi nav û deng Bob Dylan di bîranînên xwe de dinivîse ko ji aliyê dayika xwe ve koka wan ji bajarê Kaxizmanê tê [1]. Kaxizman li Kurdistanê di nav sînorê Qersê de cih digire. Kaxizman bi bax û baxçên xwe ve, bi nar, hingiv, zerdelî û sêven xwe yên dirêj ve hatiye nasîn. Çemê Eresê li ber re derbas dibe û nêzîkî sînorê Ermenistanê ye. (Wêne: Bob Dylan)
Elbet nûçeyeke xweş û balkêş e ko Bob Dylan radigihîne ko kal û bavên wî berî sed salan ji Kaxizmanê hatine. Ji bo Kaxizmanê serbilindîke mezin e ko yekî wek Bob Dylan li cîhanê bûye efsaneyeke mezin, xwe dirêjî Kaxizmanê dike, Kaxizmanê bi bîr tîne û dixe rojevê. Piştî vê nûçeyê mirov dikare bibêje ko Kaxizman kete nav “defter” û “kaxizan” (bû bajarekî medyatîk). Ev nûçe him ji kurdan, him ji bo tirkan û ji bo hemû ehlê Kaxizmanê wek serbilindîke mezin dikare bê hesibîn.
Li ser dîroka Diyarbekirê
[14/3 2005] — Di malpera Kerkûk-Kurdistan e de, rastî nivîsekê bi navê “Diyarbekir û navên wê” ya Silêman Demir hatim. Ez ne dîrokzan im, lê di nivîsê de min gelek kêmanî dîtin, ji ber vê yekê ez dixwazim him nivîsê hinek şîrove bikim, him jî hinek tiştan le zêde bikim.
Diyarbekir û navên wê
SILÊMAN DEMIR
SWÊD, 13/11 2004 — Diyarbekir bajarekî him gelekî kevn e û him jî di jiyana Kurdan de xwediyê roleke mezin e. Lê mixabin ko dîsa jî hindik tiştên dîroka bajêr a kevn tên zanin. Çend agahdariyên ko di vê derheqê de ketin destê min hene.
Di xelata Nobelî ya edebîyatê de jina 10em
STOCKHOLM, 8/10 2004 — Xwedîya xelata Nobelî ya edebîyatê hat îlankirin. Weke tê zanîn, biryara di warê vê xelatê de her sal ji alîyê Akademîya Swêdê ya 218 salî ve tê dayin. Akademîya Swêdê xwedîya xelata îsal ji bo çapemenîyê duhî dîyar kir û got ko biryara Akademîyê ew e ko xelata edebîyatê ya 2004an bide romannivîskar, şanonivîskar û helbestvan Elfriede Jelinekê. Akademî di wê bawerîyê de ye ko di romanên Jelinekê de ahenga dengan ya muzîkal pir baş dîyar dibe û hostetîya wê ya herî mezin jî di warê bikaranîna zimanekî bêhempa û dilcoş de xuya dibe ko ew bi vî awayî pelepûçbûna klîşeyên civakê radixîne ber çavan. Hat dîyarkirin ko loma jî Akademîya Swêdê yeka weha layiqî xelata îsal dîtiye. Li gora ragîhandina Akademîyê, Jelinek dê 1.1 milyon dolarî jî bistîne.
Kitêbên soranî bi alfabeya latînî
STOCKHOLM, 2/10 2004 — Weşanxaneya Nefelê dest bi weşandina kitêbên soranî bi alfabeya latînî kir. Nefelê sê kitêbên helbestan yên soranî ji alfabeya erebî transkrîbe kirine bo alfabeya latînî û ew wekî ePirtûk amade kirine û di sîteya xwe de (www.nefel.com/epirtuk) belav kirine. Nefel dê paşê hinek kitêbên dî jî bi heman metodê bike latînî û belav bike. Kitêbên ko niho hatine transkrîbe kirin ev in: 1) Dîwana Hacî Qadirê Koyî, 2) Dîwana Şêx Rezay Talebanî û 3) dîwaneka Şêrko Bêkesî bi navê “Xom… ew wextey ballindem!”.
Torinên kurd bûn babeta lêkolînekê
STOCKHOLM, 1/10 2004 — Pirtûka Rohat Alakomî ya bi navê “Arîstokratên kurd: Torin” di nav weşanên APECê de hat weşandin. Di bergê pirtûkê de sûretekî yek ji mezinên torinan, general Gulî Cewar Axa cîh girtiye. Nivîskar nîşan dide ko koka peyva “torin” ji peyva “tov” û “rind” pêk hatiye. Paşê ev herdu pey di nav hev de keliyane, di dawiyê de peyva “torin” çêbûye ko tê maneya kesên bijarte, mumtaz û arîstokrat. Vê carê jî arîstokratên kurd bûne babeta lêkolîneke Rohat Alakomî. Pirtûk ji pênc beşan pêk hatiye: Çend rûpel ji dîroka Serhedê, Torin kî ne?, Komên torinan, Mezinên torinan, Coxrafya torinan.
Selahedîn*
neviyê necmedîn
lawê eyûb
biraziyê şêrko me
ji mîrektiya şedadiyan
kurdekî çiyayî
eslen serhedî me
kekê adil
xalê teqyedin
bavê ezîz
ji malbata eyûbî me
ji bo sedsaliya General Mistefa Barzanî
Gava …
gava berê xwe didin bêriyê berîvanên sêrtê
gava dengê çirçira şîr ji koda şîr dertê
gava karik guhanên bizinan, berx yên mêşinan dimêjin
gava kulîlkên deşt û newalan, quntar û beyaran pêl bi pêl dihejin
gava mîrê rojhilatê bilind dibe
gava dar û ber pê re şad dibe
gava li berbangê meşk têne kulandin
gava di hênikahiya sibehê de bav û bira giyê didirûn
gava ava kanî û rûbaran bi xuşîn dibihure
gava ji zozanên berz bîhna kulîlkan difûre
wê gavê bîhna azadiyê xweş e.
OLIMPIYA 2004, KA KURDISTANA MIN?
ALMANYA, 14/8 2004 —Li Athena paytextê Yewnaniyan,
Dest pê kir Olimpiya werzişyarî ya 28an.
Werzyarên du sed û du milet û gel û dewletan,
Li hev civiyan.
Li Atheneya Ellas, paytextê medeniyeta sê hezar salan.
Welatê Kral Îskender, nivîskar Ksenofon û serbaz Kîrîsofos.
Wargehê Aristo Teles, Eflatûn û Homeros.
Don Quijoteî, Oblomovtî û Libendemayîna Godot
STOCKHOLM, 10/7 2004 — Hin term û gotin hene ko gerdûnî bûne, di piraniya zimanan de bi cih bûne û ji aliyê piraniya mirovên xwende ve têne bikaranîn. Carina xelkên normal jî van celeb term û gotinan bi kar tînin. Gotinên wilo, bêtir bi riya zanist û kitêban belav dibin, bi riya edebiyat û wergerê dibin malên zimanên dinyayê.
Ez ê di vê kurtenivîsê de zêde nimûneyan nedim, lê bi tenê çend nimûneyên ko tavilê têne bîra mirov careke din di bîra we de bînim. Yek ji van gotinan “Don Quijote” (Don Kîşot) û “Don Quijoteî” ye.
Heger ez bihatima
Enwer Karahan
STOCKHOLM, 23/7 2004 — Heger ez di dawiya vê biharê de bihatima ... Heger ez bihatima, ez ê di serê êvareke şemiyê de -bi azana meleyî re- bi dizîka bihatimaya. Min ê xwe ji Zinara Siorê li dara tûya Bilxêrê bigirtaya. Ez ê muxdarekî li bin darê rûniştimaya û min ê cixareyek li wira pêxistaya. Min ê bi dengê şalûr û mêkewan re li şînberîyê temaşe bikiraya. Min ê xwe bi marîna berxên hilî û virnî re bera ser Kulêbeyê bidaya. Ez ê qet li Kevirê Kerrî varneqiliyama; min ê bi dengê şireşira ava Kidabê re, nihurandina Qedrî Canê rehmetî his bikiraya:
Firat Cewerî: Antolojî bîra windabûyî bi dest dixe
— Birêz Cewerî, emê bi pirsiyareke ji adetê ne der dest pê bikim, we çima, kengê dest bi karekî bi vî rengî kir û di nava çend salan de bir serî?
(wêne: Firat Cewerî)
— Hê dema ko min kovara Nûdemê derdixist, bi wê re dest bi weşandina kitêbên bi kurdî kiribû, min dixwest ez ji her zimanekî, an jî qet nebe ji zimanên ko em dikarin jê wergerînin, antolojiya edebiyata wan zimanan derxin. Ev jî wê ne bi tenê zimanek an du ziman bûna.
Xwedîyê merameke nîvcomayî: Êlas Efendî
Mistefa Aydogan
STOCKHOLM, 3/6 2004 — "Di sisiyê hezîranê de, li ezmanê kurdan, tofanek eceb qewimî; histêrkek pir bi şewq û pir bi nûr ji nişka ve rijiya, xeyidî, xwe da riya dinyake din û nehat!" Qedrî Can
Dîwana Melayê Cizîrî wekî cd-rom derket
HEWLÊR, 20/4 2004 – Dîwana Melayê Cizîrî bi teknîkeka modern wekî cd-rom derket. Di vê cd-romê de teksta Dîwanê bi alfabeya latînî, erebî û alfabeya transkrîpsiyonê hatiye nivîsandin û dengê qesîdebêjan û tekstên qesîdeyan bi hev re senkronîzekirî ne, yanî qesîdebêj kîjan rêzê bixwîne program jî wê rêzê nîşan dide.
Qamişlo
[18/3 2004]
Kevirên kînê derengmayîna te hişyar kir
Li xaka evînê sor sor belav bû.
Soregulên hêsirên dayîkan, lîlandina felekê guhên ezmên qulquland.
De lêxe berxê bavê mino lêxe
Dê lêxe siwarê min lêxe.
Ji çavên xezebê reşbaran dibare
Û ji çavên te şevnem dibare, welatê min avdide,
Darên azadiyê bel dibin, disitrênin
Dengê defê ji Qamişloyê tê
STOCKHOLM, 17/3 2004 — Heke yek kevirekî ji Nisêbînê bavêje wê ew kevir li Qamîşlo li serê yekî din bikeve. Ne ji têl û mayin û ne ji leşkeran be, herdu bajar yek in. Ew ji malbat û merivên perçebûyî pêk hatine. Bi gotineke din Nisêbîn û Qamîşlo ne mîna du bajaran, lê mîna bajarekî ye, ne mîna du xwişkên cihê, lê mîna du xwişkên cêwî û ji yek hêkê ne.
Deng û jixwejibîrkirina xezebê
TENGEZARÊ MARÎNÎ
[15/2 2004] ”Ji wan re, yê ji qurbanên kelehê têr nebûn, û bûn qurbana welatê kelehê himbêz dike, bo wan yên di yekê Sibatê de, welat bi ciwaniya xemgîniyê vekêşan û rondikên me dilorênin.”
Keder
STENBOL, 13/2 2004 — "Gelek babelîskên zer, li çiyayên qet biharnedîtî" dan... Devbixwînê hov, rêbirê keştiya hêviyê, nebêje qey ez çiyayî me û melevaniyê nizanim, baş bawer be ko vebêjerê Odysseia serhatiyên min digotin û pesnê xwe dida; ez li ber şîp, şelîpeyên xwînê wekî kulîlkek polayî mezin bûme.. Dostê min ê qedîm, agirkujê girsiya agirê dojehî, marmarok, şahidê min e! Ew dizane min keştiya xwe, bi çend firtoneyên deryayên agirîn û xwînê re derbas kiriye, ew dizane li ber wan şîp û şelîpeyên xwînê ez çend melavan bûm... Tu çend xwînxwar û xezebmirov î! Kerba didanên te yên xwînî çav li te tarî kirine. Tu bi wê devxwînî û çavkoriya xwe çend di halekê çepal û edawî de yî.