I ka 'olelo no ka 'ola, i ka 'olelo ke make
Di ziman de jîyan heye, di ziman de mirin heye
Gotina ewilan ya Hawaîîyan
Pirsek ji te re: destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û bersîvê bide: eger tirkîya te ji kurdîya te çêtir be û eger tu di nivis, xwendin û axaftinê de tirkî hêsantir bikaribî bi kar bînî; û du nivis werin ber te, yek bi tirkî yê dî bi kurdî, tuyê kîjan bixweynî? Her wisa, eger hewce bike ko tu tiştek binivsînî, tuyê bi kîjan zimanê binivsînî?