Skip Navigation LinksDestpêk » Kurdî » Nûçe
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Prosesek nû
Arîkariya îstixbaratê
Rapora Gruba Krîzên (çêkirina) Navneteweyî ji
Gelo “Îrana Nukleer” mimkin e?
Çend têbinî û pêşniyar ji rêvebirên FKKS-ê re
Faris û tirk — du dijmin-dost
Kongreya Brûkselê û avakirina meclisa netewî ya
Celal Talebanî realîte anî bîra Birahîm Ceferî û
Tirk dixazin apocî tenê di kontrola wan de bimînin
Tecribeya başûrê Kurdistanê — Modeleka nû ji bo
Analîza rewşa Kurdistanê li gor Modela Kognitivê
Govend û Dîlan, sazbend û lîlan
Nasname û Serkeftin an “xwezî ez tirk bûma”
Çil salvegera Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye
Hevpeyvina Eric Edelmanî lawaz bû
Divê xem û xeyala me Dewleta Kurdistanê be û ji
Polîtîkaya tirkî(ye)tîyê hêdî hêdî zîl dide û xwe
Mesûd Barzanî hêjayî serokatiyê ye
Tirk û tehdîdên wan
Yekîtiya Ewropayê û mînorîtetiya kurdan
Kurd û Yekîtiya Ewropayê
Tu bi xêr nehatî Diyarbekirê Verheugen
Şêrê sedsala 21ê li New Yorkê dest pê kir û dê li
Rapora li ser berendamtîya Tirkîyeyê ya ji bo
Ma Anna Lindh jî bû qurbana dînekî?
Şampîyonîya Ewrûpayê li Yûnanistanê pîroz be!
Portekîz an Yûnanistan?
Dewirkirina desthilatdariyê li Îraqê – Pêwist e
Koleyên azad
Ji Xwedayê îslamê re nameyeke vekirî
Kûştina Seydoyî, kerba bavê min û pênûsa min
Ma kurd dê bihêlin bibe cara sisiyan?
Beşek mezin ji ermeniyên Kurdistanê kurd in
Garantorên me di qanûna birêvebirina Îraqê de
Di riya azadiya Kurdistanê da xelekeke mêjûyî ya
Komkujiya Hewlêra paytext di mejiyê Kurdan de
Ma ne şerm e tu nehêlî Şukur Mustefa di qebra xwe
Kurdistan ne cihê terorîstên bêdîn e û gelê me
Nabe em piştî yekê şibatê wekî berî wê bin
Kurdistan û Iraqeka federal xeyal e
Înîsiyatîfa Partiya Kurdistanê: Ji bo raya giştî
Kurdino hişyar bin
Çavnêriyek li ser Kerkûk rolê kurdan
Qebûlkirina sîstema wîlayetan, têkdan û rûxandina
Guhartina îdeolojîkî yan a statûyî
Gavên dîrokî pêdivî bi helwêstên dîrokî heye
Bi girtina Sedamî dawî li pan-arabîzma nîjadperest
Mesûd Barzanî: Yekgirtinî arezûmendane le Êraqêkî
Kurdên binxetê û guhortinên li herêmê — I
123
Kafes: 210 000 nûçeyên ”propagandeya reş”

DIYARBEKIR, 21/11 2009 — Li gor agahiyên nû hatine aşkerekirin, di navbera 2007-2008-ê de ordiya tirk 210 000 nûçeyên ”reş” daye weşandin. Di CD-yekê de agahiyên operasyona Kafes hatibûn veşartin. Ew CD ji zû ve ketibû destê mehkemeya Ergenekonê. Lê agahî şifrekirî bûn û wan nedikarî vekin. Agahî hatin deşifrekirin û operasyona Kafes hat aşkerekirin.
Ergun Babahan: Nabêjim kor bibe, kor nebe da bibînî

DIYARBEKIR, 12/11 2009 — Nivîskarê rojnameya Star-ê Ergun Babahanî nivîsa xwe ya îro li ser minaqeşeyên pêr li meclisa Tirkiyeyê nivîsiye û dibêje maneya helwesta CHP-ê û axaftina berpirsyarên wê ew e ko dibêjin Sedamî çi aniye serê kurdan em jî wisa bikin. Babahan dibêje axaftina cihgirê serokê CHP-ê Onur Oymenî rûreşî ye.
Li bakurê Kurdistanê bûyera herî giring ya salên dawî


HAK-PAR-ê Newroz li Agrî yê pîroz kir û bi hezaran kesan beşdarî di newrozê de kir. Ev bûyera herî giringa ya salên dawî li bakurê Kurdistanê ye. Ji ber cara ewil ji bilî apociyan rêxistineka kurd bi qelabalixeka hinde mezin Newrozê pîroz dike. Newroza Agrî di babetê xwe de ya ewil û destpêkê ye. Ew îfadeya şkestina tehekima apociyan ya li ser miletê kurd e.
Berpirsyarê Ergenekonê yê ko general tekmîlê didinê apocî ye

DIYARBEKIR, 21/3 2009 — Cihgirê serokê komeleya Kuvay-i Milliye Durmuş Ali Ozuglu di 16-yê temûza 1991 li meydana Beyazit-ê li Stenbolê di pêşandaneka PKK-ê de hatiye girtin. Di wê nimayişê de nimayişkeran bombayên molotofî avêtibûn û 34 kes hatibûn girtin. Di nav girtiyan de Durmuş Ali Ozuglu jî hebû, lê ew paşê hat berdan. Sala borî jî wêneyeke generalê tirk yê Alaya Şirnexê ko selama eskerî dide Durmuş Ali Ozoglu hat weşandin.
Operasyonên Ergenekon-ê pêla 11-yê
DIYARBEKIR, 23/1 2009 — Duhî li Tirkiye û Kurditsanê nêzîkî 40 kesan bi şika endametiya Ergenekonê hatin desteser kirin. Vê carê zabitên ordiyê û polîs jî hatin desteser kirin. Piştî berdana sekreterê MGK (Konseya Emniyeta Netewî) yê berê, Tuncer Kilinç û Kemal Yavuzê generalê ordiya 2-yê yê berê mirovan bawer dikir ko eskerî rê li hikûmetê girt û dê operasyon bisekinin. Lê bi pêla 11-yê aşkere bû ko ev wisa nîne.
Apociyan dê Tayyip Erdogan li ser daxaza Ergenekonê kuştiban


DIYARBEKIR, 28/1 2008 — Operasyona li himber endamên Ergenekonê dewam dike û heroj agahiyên nû derdikevin ortê. Li gor nûçeyeka di rojnameya tirkan Hurriyetê de hatiye weşandin, Ergenekonê pêkanîna teqînekê di navbera merkeza hêzên hewayî û yên deryayî yên tirkan de û kuştina Tayyip Erdoganî dane TAK-ê (Teyrebazên Azadiya Kurdistan). Apociyan dê ev herdu kar li ser daxaza Ergenekonê kiriban û haziriyeka temamî bo van karan hatiye kirin.
Ilker Başbug: Tirkiye tenê, nikare kêşeyê li Iraqê bisekinîne, lê dikare dereng bêxe

DIYARBEKIR, 24/9 2007 — Generalê hêzên bejî yê tirkan, Ilker Başbugî, di axaftineka di vebûna dibistana herbê ya erdî de got rewşa li başûrê Kurdistanê qezençeka siyasî, hiqûqî eskerî û psîkolojîk gihandiye kurdan ko ticaran ne hatibû dîtin. Başbugî got ev rewş tesîrê li beşeke hevwelatiyên wan jî dike û dikare “modeleka aidiyetê” peyda bike. Başbugî got gerek emerîka bizane, dem demê kirinê ye, ne yê axaftinê ye.
TEVKURD: Gef û teror nikare ji rêya serxwebunê vegerîne

Careka din dijminên milletê kurd, dijminên aştî û aramîyê, terorîstên tirsonek û bêbext êrîşek nemirovane birin ser devera Şingalê ko ordugahên Giruzêr û Sîba Şêx Xidirî bû. Di encama vê karesatê de zêdeyî 200 kurdên bêguneh şehîd û birîndar bûn.
Siyaseta etnîkî
Guhortinên 30 salên dawî, yên di meydana aborî de bûn, di meydana siyasî û eskerî de jî xwe didin pêş. Hêjaye mirov hilbijartinên dawî yên li Tirkiyeyê, weke micadeleya hêzên etnîkî yên Tirkiyeyê bibîne. “Tirk” û belkî terefên dî yên gav bi gav nêzîkî îdareya dewletê dibin naxazin nav bikin, lê micadele; di navbera laz, gurcî, abxaz li aliyekê û mihacirên balkanî li aliyê dî de ye. Fermî yan ne, di demê pêşiya me de nakokî û tifaqên di navbera van gurubên etnîkî de, dê aşkere bibin û gurubên etnîkî di aşkeretir di siyasetê de xuya bibin.
Mahir Kaynak: Tirk 60 hezar eskerî ji bo mudaxeleya başûrê Kurdistanê perwerde dikin


DIYARBEKIR, 7/8 2007 — MIT-çiyê berê Mahir Kaynak dibêje; tirk 60 hezar eskerî amade dikin ko midaxeleyî başûrê Kurdistanê bikin. Kaynak dibêje eskerî ji bo şerê gerîla amade dikin û perwerdeya gerîla didin eskerî. Mahir Kaynak ne terefdarê lawazkirina PKK-ye û ne teerfdare tirk midaxeleyî başûrê Kurdistanê jî bikin. Mahir Kaynak dixaze tirk û kurd ni terzekê li hev bikin. Ihtimal heye ko egera îfşakirinê jî rêlêgirtina midaxeleyê be.
Yek tenê jî şaş nebû


DIYARBEKIR, 4/8 2007 — Parlamenterên esil kurd sond xarin ko ew dê sadiqên dewleta tirk bimînin. Sonda meclisa tirkan bo herkesê wê sondê dixwe, heqareta herî mezin e. Miroveke sonda meclisa tirkan bixwe hêdî heqê wî/wê nîne behsa diristiyê bike. Tirkan ji beriya hilbijartinê propagande kirin ko Mesûd Barzanî xwe tevlî hilbijartinên Tirkiyeyê dike. Armanca wan ew bû ko endamên DTP-ê temamî di kontrola xwe de bihêlin û wisa bû. Yek kesek tenê jî derneket ko serî li ber tirkan netewîne. Têt îdia kirin ko kesên li ser navê DTP-ê ketine meclisa tirkan bi qebûlkirina dezgehên istxbarata tirkan bûne namzed.
Sonda sedaqeta dagirkeran nexwe
Îro endamên meclisan tirkan dê sond bixwin. Dê diyar bikin ko ew sadiqên dewleta tirk in. Dewleta tirk dewleteka dagirker e. Bi tu rengî ne meşru û ne qanûnî ye. Meclis, qanûnên wê, îdare û mehkemeyên wê ne meşru û ne qanûnî ne. Meclisa tirkan meclisa dagirkeran e. Kurdistan bi hêzeka çekdar ya ji milyonekê zêdetir hatiye dagirkirin û dibin dagirkirinê de ye. Ne tenê Kurdistan tevaya Tirkiyeyê dagirkirî ye. Sondxarina sedaqetê bo dewleta dagirker dereceya herî jêr ya miroveke ji welateke dagirkirî ye. Xelkê dengên xwe dan we hon hilbijartin. Ne pêwiste hon sond bixwin ko hon dê sadiqê dewleta dagirker bin.
Tirkan mecbur bikin ko qerarê bigirin
Tirkan ji destpêkê ve qerara xwe daye û dijberiya pêşketina demokrasî refahê li Rojhelata nêvê dikin. Naxazin kurd bi tu rengan bibin xwedî heq û naxazin kurd li ser rûyê erdê serbikevin. Lê ji ber sebebên taybetî, wek cihê coxrafî, peymanên bi xerbê re, dikarin bêyî zerereka mezin ji helwesta xwe bibînin dewam bikin. Heta niho jî xerb û şerq, temamî nizane ka tirk dê di niqteya dawî de helwesteka çawa bigirin. Ev hem zererê dide kurdan û hem jî zererê dide emerîkî û hevelbendên wan. Gerek ne bi gotin, lê bi kiryar tirk mecbûr bibin ko qerara xwe bidin û dinya alem bizane ew li kû derê ne û kî ne.
Tirkan kaoseka temamî peyda kir


DIYARBEKIR, 15/6 2007 — Serokomarê tirkan cara didoyê jî teklîfa qanûnên meclisê paş ve rêkir û rê li ber hilbijartina serokokmarî bi carekê girt. Hêdî kes nizane dê çi bibe û dê tirk xwe çawa ji vê kaosê rizgar bikin bi carekê ne diyar e. Ji aliyekê ve hindek general, berpirsyar û pisporên tirkan li Washingtonê kom dibin û planên dagirkirina başûrê Kurdistanê amade dikin, planên ruxana hikûmeta AKP-ê dikin, çete bimbeyan diteqînin, serokomar qanûnan îptal dike û mehkemyên bilind li gor daxaza hindek hêzan qerara digire.
Kurdistanê peymaneka hevkariyê ya eskerî bi hêza hevpeyman re îmze kiriye


DIYARBEKIR, 6/6 2007 — Li gor nûçeyeka di World Tribune de hatiye weşandin, herêma Kurdistanê peymaneka eskerî bi hêza hevpeyman re îmze kiriye û peyman ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û qomandarên emerîkî yên li Hewlêrê ve hatiye îmze kirin. Li gor nûçeya World Tribune, salekê li ser peymanê kar hatiye kirin û dokumenteke 30 rûperî hatiye amadekirin ko xetên esasî yên peymanê tê de hatiye diyarkirin. Hêza hevpeyman dê merkezeka hevkariyê ya emniyetê li Hewlêrê veke.
Terora li Hewlêrê kêr karê kê têt?
Belkî gelek kes amade ne qebûl bikin ko terora li Hewlêrê bûyî bersiva axaftina Mesûd Barzanî ya li parlementoya Yekîtiya Ewropayê, yan axaftinên Mesûd Barzanî yên berê bû. Lê mimkin e ziyareteka dî ko berpirsyareke kurd hema hema di eynî wextî kirî, ji hindek hêzên herêmê re, ji axaftina Mesûd Barzanî ya li parlamenentoya Yekîtiya Ewropayê giringtir be. Berî vê bûyerê, bi kêmayî bûyereka dî ya balkêş qewimî, lê wê bûyerê zêde bal nekişand.
DTP — Zewac nabe ”kapatma”
DIYARBEKIR, 9/5 2007 — DTP dê serokê, Orhan Ozer, belediyeyeka Mûşê ji nav rêzên xwe derxe ji ber ew dê jineka didoyê bîne. Helbet wextê hilbijartinan e û gelek fitlûfen tên gerandin, lê wisa xuyaye ko Orhan Ozerê ko dixaze jineka didoyê bîne miroveke xwedî exlaq û prensîb e. Şûna li yar, dost û kapatmeyan bigire wek mêran dibêje ew dê jineka dî bîne. Ew dibêje ew dê jin û zarokên xwe bernede kolanan û jineka dî bîne. Apocî û kemalîst vê qebûl nakin. Dibêjin gerek tu jina xwe berdî yan te heq nîne tu jineka didoyê bînî.
Guruba Xebatê: Ji bo kesên ne tirk “xwezî bi wî yê dibêje ez tirk im” bêeslî ye
Guruba xebatê daxuyaniyek di derbareyî “muxtira” ya eskerên tirk de daxuyaniyek belav kir. Gurba xebatê dibêje ne tenê tişteka xirab e ko esker midaxeleyî siyaset ê dike lê li gor qanûna tirkan ya esker çêkiriye jî sucek e “qanûnî” ye. Guruba xebatê dibêje esker mirovên li Tirkiyeyê dijîn tehdît kiriye û gotiye kesên nabêin ew tirk in dijmin in. Guruba xebatê, “xwezî bi wî yê dibêje ez tirk im” ji bo mirovên ne tirk, bêeslî û bêşerefî hesab dike.
Kerkûk, Amed, Mahabad, Qamişlo; Dilê Kurdîstanê
DIYARBEKIR, 5/3 2007 — Gruba Xebatê qerar dabû ko di 04-03-2007-ê de li Diyarbekirê, konferansekê li ser Kerkûkê pêk bîne. Avahiyê konferansê hatibû kirêkirin lê Waliyê dewleta tirk yê li Diyarbekirê, bi bahaneyên bê esas û "armanc diyar" konferans qedexe kir.

Fuad Onenî dê axaftinek di konferansê de kiriba û ev metnê axaftina wî ye.
Sipas, Sipas Yûnanistan
DIYARBEKIR, 23/4 2007 — Serokerkanê tirkan Yaşar Buykanitî dûhî li Atinayê got niyeta wan ne ew e ko operasyonekê li himber xelkê Iraqê (tu kurdên başûr bixwîne) bike û got operasyona wî behsê kiribû li himber PKK-ê ye ew jî bi lihevkirina bi meqamên Iraqî re dibe. Wezîra derve ya Yûnanistanê, Dora Bakoyanni, dûhî rexne li tirkan girt û got ew qanûnên navneteweyî îhlal dikin. Bakoyanni got bêdengiya wan nayêt maneya ko ew NATO û dewletên şirîkîn xwe yên Yekîtiya Ewropayê agahdar nakin. Bakonni got “tirk di demê dawî de tevgereka berevajiyê siyaseta xwe ya aşkere dikin û tevgera wan ya li Egeyê parçeyek ji vê ye û ev nayêt qebûl kirin.” Armanca tirkan ew e ko “cebheyê xerbê” saxlem bikin. Ew jî haziriya “operasyonên” rojhelat in. Lê Yûnanî dilê wan rehet nakin. Sipas û cardî sipas Yûnanistan.